RIHA – Li Amedê piştî revandina karsaz Kamîl Açar welatiyê bi navê Ç.M. jî hat revandin û weke Açar paşê hat berdanê. Ç.M diyar kir ku ji aliyê kesên ku xwe wek polîsan dane nasîn ve hatiye revandin û gefa kuştin û tunekirina malbata wî lê hatiye xwarin. Ç.M da zanîn ku piştî rojek revandina xwe nêzî qereqola Pîrînçlîkê hatiye berdanê.
Beriya hefteyekê li nêzî qereqola Pîrînçlîkê ya di navbera navçeya Siwêreg a Rihayê û Amedê de karsazê bi navê Kamîl Açar ji aliyê kesên rûpoş û bi çek ve hatibû revandin. Li gel ku bi ser bûyerê re hefteyek derbas bûye jî hê bûyer nehatiye zelalkirin û kesên ku Açar revandine derneketine holê. Hat angaştkirin ku li heman cihê piştî revandina Açar rojek bûyereke din a revandinê pêk hatiye. Welatiyê bi navê Ç.M. diyar kir ku roja 19’ê tîrmehê li semta 500 Evler a girêdayî navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê 3 wesayîtên sivîl ve pêşiya wî hatiye birîn û revandin. Ç.M. got ku kesên ew revandine bi çek û bêtêl bûne û xwe wek polîs dane nasîn.
‘HATIM DERBKIRIN’
Ç.M. da zanîn ku dema xwestiye biçe cem hevalekî xwe saet derdora 20.00’an pêşiya wî bi 3 wesayîtên marqa wan Renault Fluence yên bi rengê spî hatiye birîn û wiha got: “Ji wesyîtekê 3 kes pêya bûn û nasnameya min pirsîn. Dema min ji wan pirsî û got ku hûn kî ne? Besiva em polîsên dan û nasnameya xwe nîşanî min dan. Ez beriya 2 mehan ji girtîgehê derketibûm. Dema nasnameya min kontolkirin, ji min re gotin ku îfadeya te heye û min li wesayîtê siwar kirin. Di wesayîtê de çavên min girtin, serê min kirin nav paldankan û min derb kirin.”
‘NAV BIDE Û XWE REHET BIKE’
Ç.M. anî ziman ku piştî desteserkirina xwe bi qasî 40 deqeyan li navenda Amedê hatiye gerandin û ev tişt anîn ziman: “Hertim ji min re digotin rêxistina cîwanan ji me re bibêje. Tu çima van karan dikî? Hûn li Amedê çend kesên? Me rêxistinê qedand tenê hûn mane. Navê kesên din bide xwe rehet bike. Dema min digot eleqeya min bi rêxistinê re tune ye min bêtir derb dikirin.”
‘BI MALBATA MIN GEF LI MIN XWARIN’
Ç.M. got ku kesên ku ew revandin hertim jê re gotine ‘Em malbata te nas dikin. Em zanin bavê te li Siwêregê çi karî dike. Her wiha em zanin xwûç û kekên te jî çi karî dikin. Ber malbata xwe bikeve. Em bixwazin dikarin di şevekê de hemû malbata te tune bikin. Tiştên ku em ji te dixwazin bide û rizgar bibe.’ û wiha pê de çû: “Li aliyekî bi malbata min gefan li min dixwarin û li aliyekê jî pirsan ji min dikirin û ez derb dikirin. Ji ber ku serê min kiribûn nav paldank ez nizanibûm min bi kuderê ve dibin. Dema ku min serê xwe diheşand serêm min derb dikirin.”
‘TU DÎSA BİKEVÎ DESTÊ ME’
Ç.M. ragihand ku piştî ku terî ketiye erdê ew birine nav erdeki bi ber û wiha domand: “Piştî em ji wesayîtê pêya bûn bi qasî 20 deqeyan meşiyan. Piştî meşê min li ser berekî dan rûniştandin û çekê kirin serê min û gefa kuştinê li min xwarin. Heman pirsên ku berê ji min kiribûn li vêderê jî ji min kirin. Piştî ku min li vêderê jî derb kirin ji min gotin ‘Çavê me dê li ser tebe. Em ê te vê carê berdin li careke din dema tu bikevî destê me em ê te bikujin.’ û piştî vê yekê ji min gotin ‘Heta em ji cem te diçin li pişt xwe nerine. Dema ku tu li pişt xwe birinî em ê te bikujin.’ Dema çûn nasnameya min ji standin û çûn.”
‘MIN BIRIBÛN NÊZÎ QEREQOLA PIRÎNÇLÎKÊ’
Ç.M. diyar kir ku piştî çûna kesên ew revandin heta demekê matmayî maye û evş tişt gotin: “Piştî demekê ez ketim nav lêgerîna ku ki kuderê me. Nîv saet meşiyam û hîn bûm ku li nêzî qereqola Pirînçlîkê me. Paşê derketim ser cedê û bi wesayîtekê çûm Siwêregê cem malbata xwe.” Ç.M. bi lêv kir ku li Siwêregê ji ber derban çûye nexweşxaneyê û tedawî bûye. Ç.M. herî dawî got ku ji bo rapora derbkirinê careke din biçe nexweşxaneyê, piştî standina rapora derbkirinê dê gilî bike û ji bo alikariya huqûqî jî dê serî li şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê bide.