COLEMÊRG – Li Geverê maşîneya zirxî ya leşkeran li keriyê pez qelibî û 20 mî mirin. Wek ku tiştek nebûye maşîne li rêya xwe dewam kir.
Li navçeya Geverê ya Colmêrgê maşîneya zirxî ya leşkeran ku ji konvoyê pêk dihat li keriyê pez qelibî û di encamê de 20 mî mirin. Welatiyan dema bi şev pezên xwe ji Zozanê Civyan dianîn, li nêzî gundê Civyan maşîneya leşkeran li pez gelibî. Di encama bûyerê de 20 miyên aîdî Selîm Altan mirin.
Welatiyan miyên mirin ji ser rê rakirin. Konvoya leşkerî jî mîna ku tiştek nebûye li rêya xwe dewam kir.