AMED - Li Navçeya Karaza Amedê hat îdîakirin ku di xizmeda şaredariyê ya rê de cihêkarî tê kirin. Li hin taxan ji ber helwesta ‘siyasî’ rê nayên çêkirin û riyên wan taxan bi kevirê parke nehatine çêkirin.
Di Sibata 2017’an de Wezareta Karên Hundirîn Hevserokê Şaredariya Karaza Navçeya Amedê Affullah Kar ê ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji kar girt û di cihê wî de Qeymeqamê Navçeyê Yusuf Turhan wek Qeyum peywirdar kir. Ji ber hincetên siyasî Qeyumên di şûna Şaredarên DBP’î ve hatin peywirdarkirin bi pêkanînên xwe yê cihêkar ên siyasî dibin rojev. Hat îdiakirin ku li Taxa Navend (Merkez Mahale) a Karazê di xebatên çêkirina rê de cihêkarî hatiye kirin.
WELATIYÊN LI TAXÊ DIBÊJIN SIYASÎ YE
Şaredariya girêdayê Qeyum li taxa Kaya ya Karazê xebatên rê pêk tîne. Lê di taxê de hemû riyên pêwîst nayên çêkirin. Gel îdia dike ku ev ji ber helwesta siyasî ya Qayum wisan e. Li taxê di çarçoveya xebatê de ligel ku hemû kolan hatine parkêkirin jî kolana 9 û 10 nehatine parkêkiri. Hin şêniyên taxê ku bertek nîşanê pêkanînê dan û nexwestin navê wan bê aşkerakirin îdiakirin ku Qayum ji ber fikrên wan ên siyasî kolana ku ew lê rûdinin çênekirine. Kesên nerazî dan zanîn ku Qayum Turhan ji bo kontrora riyên çêkirî hatiye taxê û xebatê di cih de dîtiye. Heta pirsa van riyên ku çênekirine dike. Ji karmendan yek di guhê wî de hin tiştan dibêje û bê ku tiştek bike ji taxê diçin. Şenî îdia dikin ku Qeyum gotiye li wê kolana ‘terorîstan’e wan riyan çê nekin.
ŞAREDARÎ: HAYA ME JÊ NÎN E
Li ser îdiayên heyî bi telefonê ji rayedareke Muduryeta Karê Fen ê Şaredariya Karazê tê pirsîn. Rayedar got ku wan ji bo hemû riyên Karazê xebat dane destpêkirin. Gotine hin kolan bi zanebûn nehatine çêkirin ne rast e.
Li ser pirsa kolana 9 û 10 a Taxa Kaya xebatên rê nehatine kirin, dîmen jî hatin kişandin. Hun çi dibêjin? Rayedarê Miduryeta Karê Fenê, diyar kir ku ew nizane çime di wan kolanan de xebatên rê nehatine kirin. Dixwazin werin li ser mijarê bi Qayum Begre biaxivin. Bila ew li ser xebatên rê de agahî bide we.
MA / Esra Solîn Dal