EDENE - Zeynep Turan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsusê dimîne, 27 rojin ji bo ku wê ji hucreya yek kesê derbixin û bikin nava girtiyên jin ên siyasî, di çalakiya grevê de ye. Hat gotin ku Midûrê girtîgehê ji Zeynep Turan dixweze, di berdêla ku wê bikin nava girtiyên jin divê ew bêje “Ez endamê rêxistinême.”
Zeynep Turan li Edeneyê dijiya û bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê” hat darizandin. Piştî darizandinê 5 sal 2 me ceza li Turan hat birîn. Dosya cezayê Turan li Dadgeha Bilind hat nirxandin û cezayê wê hat erêmkirin. Turan ji ber nexweşiyê 28’ê Hezîranê de dema çû nexweşxaneyê hat girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsusê. Di girtîgehê de Turan kirin hucreya yek kesî de.
Ji bo ku daxwaza Turan a xistina qawîşa jinan a siyasî nehat qebûlkirin dest bi çalekiya greva birçîbûne kir û 27 roj in digreva birçîbûnê deye. Ji bo rewşa Turanê xirabtir nebe parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edenê Tulay Hatîmogullari û parêzerên Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ketin nava hewldanan, lê heya niha tu encam bi dest nexwistin.
‘BIRIN ODEYA MIDÛR’
Parêzerên ÎHD’ê bi Turanê re roja 17'ê Tîrmehê hevdîtin kirin. Turan di hevdîtinê de, destnîşan kir ku ji roja anîne girtîgehê û şûnde tim xwestiye wê bibin qawîşa jinên siyasî, lê ji ber vê daxwazê wê birine oda midûr. Turan tiştên ku di oda midûr de jiyan wiha vedibêje: "Midûrê girtîgehê berê xwe da min û got: ‘Qey tu rêxistinî? Tu bêje ez endamê rêxistinê me ez ê te bikim qawîşê.’ Van axaftinan di heman wextê de girtin kamerayê jî. Min da zanî ku ez ne endamê rêxistinê me. Dosya min heye. Mafê dosya min çûyîna kîjan qawîş e min bidin wê qawîşê. Li ser vê midûr bi tundî bi ser min de qîriya û got: ‘Hun kîne? Li vir zagonan em çêdikin. Hun nikarin li gor xwe tiştan bidin kirin. Hela tu armanca xwe ya çûyîna li wê bêje.’ Di bin vekêşa kamerayê hin tiştan bizorê dixwestin bi min bidin gotin. Li gel hemû israra min jî min nedan qawîşa siyasî ya jinan. Xwestin min bidin qawîşa A-9 a ku ez nizanim çi kes têdene. Bi zor xwestin min bikin qawîşa A-9’ê. Min qebûl nekir û got: ‘Wê bibin hucreya yek kesî.’ Û ji wê rojê ve di hucreya yek kesî de me."
HER DER DI NAV PÎSIYÊ DE YE
Turan da zanîn ku di hucreyê de textebêtî, kermêş û hin kêzik hene. Ji ber vana di laşê min de kulên ku xwîn û nêm ketinê çêbûne pirsgirêka min a tenduristiyê heye. Lê derfet nadin ku biçim nexweşxaneyê û wiha pêde çu: "Nivîna ez tê de radizêm şile û hemû şûnên lekeyên xwînê ye. Her der pîse, gemare, zengare û mikrop tijene. Her cure heşere hene. Dosya min wî mafî dide ku ez biçin qawîşa jinan a siyasî. Lê min nadin. Min jî ji ber mafê xwe yê ji dosyayê tê û ji ber şert û mercên xirab dest bi çalekiya greva birçîbûnê kir. Li gel dîlekçeyê tiştên pêwîst nedan min. Piştî 6 rojan balgî, sabûn, şampuan û eşyayên ku nû hatibûn dan. Heta şertên xirab baş nekin û min nedin qawîşa jinan a siyasî ezê greva bêdem û bê dorveger bidomînim.”
Pr. Mehmet Turan li ser van vegotinê muvekîla xwe Turanê bi midûr re diaxive. Midur xwe diparêze û ji Pr. Turan re dibêje; ‘Werin em qeydên di kamerayê de hene mêzekin. Min tiştên wisan negotine.' Me jî xwes di ser telefonê de xwe bigînin rayedarên girtîgehê û li ser mijarê nêrîna wan bigirin. Lê girtîgehê bersiv neda telefonan.
MA/ Hamdullah Kesen