* Gundiyên li gundê Gewro ya Îdir ji bo sewalên xwe gîha di dirûn, dixwazin vegerên gundên xwe yên salên 90’î terk kirin. Welatiyan diyar kirin ku dema li gund dijiyan hemû pêdiviyên xwe hildiberandi û gotin: “Li bajêr em pir dixebitin, lê em nikarin debara xwe bikin.”
* Cotkarên tirî yên Manîsayê bertek nîşanî butçeya ji bo şer tê razandin dan û gotin “Em di bin deyn de mane. Şer bandora xwe li ser me dike. Bila êdî ji vê pergalê re bêjin rawest e.”
* Zozanê Korhanê ku li berpala Çiyayê Agiriyê ye û bi xwezaya xwe ya rengîn bala mirovan dikişine, 2 sal in qedexe ye. Li gel vê yekê jî welatiyên ku dertên zozanan hene û pêwîstiya xwe ya ceyranê bi panelên rojê di bersivînin. Pirsgirêka kesên dertên zozan tenê operasyonên leşkerî û Wesayîtên Hewayî yên Bêmirov (İHA) in.
* Endama berê ya PM’a CHP’ê Gulseren Onanç da zanîn ku CHP nikare polîtîta helberîne û got: "Polîtîkayên CHP'ê êdî hêvî nadin gel. Hêvî dikim ku di pêvajoya komcivînê de ne tenê guhertina serokê partiyê, pergala partiyê divê ji binê de biguhêre."
* Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Berzan Guneş ê nêzî 2 mehane girtiye, parêzerê çûn hevdîtina wî, diyar kir ku hin parvekirinên wî bi armanca avakirina “Pêşdarazê’ kirine dosyeya doza wî û banga hestiyariyê ya tevlîbûna danişîna Guneş a 7’ê Tebaxê, kir.
* Zeynep Turan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsusê dimîne, 27 rojin ji bo ku wê ji hucreya yek kesê derbixin û bikin nava girtiyên jin ên siyasî, di çalakiya grevê de ye. Hat gotin ku Midûrê girtîgehê ji Zeynep Turan dixweze, di berdêla ku wê bikin nava girtiyên jin divê ew bêje “Ez endamê rêxistinême.”
* Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Selma Gungor, diyar kir ku ew ê li dijî yasayên torbe derbikeve û dê ji bo vê yekê dest bi têkoşîna hiquqî bikin û got: "Di têkoşîna xwe ya hiqûqî de em ê bixwazin guherti zagona torbe ya zêdekirina muçeyên teqawidbûnê ji bo hemû bijîşkan be û zama fiîlî ya xizmetê jî li gorî zagona kevin bê bikaranîn.
* Li Navçeya Karaza Amedê hat îdîakirin ku di xizmeda şaredariyê ya rê de cihêkarî tê kirin. Li hin taxan ji ber helwesta ‘siyasî’ rê nayên çêkirin û riyên wan taxan bi kevirê parke nehatine çêkirin.
* Meclîsa Partiya HDP'ê dê li avahiya navenda giştî ya partiyê kom bibe.
* Şaxa ÎHD'a Amedê, rapora binpêkirina mafê mirovan a 6 mehên 2018'an a herêmê dê di civîna çapemeniyê ya avahiya komeleyê xwe pêk bîne de, ji raya giştî re eşkere bike. (12.00)
* Baroya Amedê, dê ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li Sura Amedê hat kuştin, li ber Edliyeya Amedê dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)
* Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amed û Komeleya Ekolojiyê, dê derbarê herifandina Çemê Dîcle de, li ser Pira Farqînê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)