Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were

  • rojane
  • 16:24 26 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL- Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtin pê re nayê kirin daxuyanî da. Buroya Asrinê bang li saziyên rayedar kir û got: "Divê şertên hevdîtinê yên bi rêzdar Ocalan re pêk were û divê agahiyên zelal ji civakê re werin ragihandin.”
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Îmraliyê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an hevdîtin pê re nayê kirin, daxuyanî da. Buroya Asrinê di daxuyaniyê de diyar kir ku wan 774 serlêdan kirine û hemû serlêdan hatine redkirin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû serlêdan bi awayekî bêhiqûq hatine redkirin û bi hincetan hatine astengkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ji bilî Ocalan rewşa Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar jî wisa ye, yên ku di Adara 2015’an de neqlî Girtîgeha Îmraliyê hatibûn kirin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serlêdanên hevdîtinê heta 20’ê Tîrmeha 2016’an bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê ne baş e" û "Rewşa Awarte" hevdîtin hatine astengkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî 1’ê Adara 2018’an jî serlêdanên tên kirin bi hinceta zagona KHK’ê tê redkirin. Li dijî zagonên Rewşa Awarte yên ku li dijî Peymannameya Ewrûpayê ye û biryarên redkirinê yên ku tu şertên wan ên zagonî tune, pêvajoyên hiqûqî didome. Lê ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê qadeke wisa ye ku li derveyî hiqûqê ye û di vê serdemê de ya ku ji pîvan û prensîbên mafên mirovan dûr, ev şert me dixin nav fikaran.”
 
‘PERGALA HIQÛQÊ YA ÎMRALIYÊ HER TIŞTÎ DATÎNE HOLÊ’
 
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Ji 15’ê Sibata 1999’an dema ku Ocalan bi komployeke navneteweyî hate revandin û heta niha, pêkanînên hatine kirin ne li gorî hiqûqa gerdûnî û neteweyî ye. Hatiye tespîtkirin ku ev tiştên tên kirin, li dijî Hiqûqa Mafên Mirovan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û li dijî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ye. Ev pêkanînên li derveyî hiqûqê, li Îmraliyê heta îro di gelek mînakan de xwe daye der.”
 
‘SEDEMA TECRÎDÊ, KESAYETÎ Û GIRÎNGIYA OCALAN A DÎROKÎ YE’
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser vî tiştî ku sedema bingehîn a tecrîda li ser Ocalan kesayetî û girîngiya wî ya dîrokî ye û hate gotin: “Doza Kurdan a ku li welatê me û li herêma me dozeke kûr û girîng e, ji bo çareseriya wê ya li ser bingeha aştiya demokratîk rol û mûxatabiya Ocalan nikare were înkarkirin. Ev rewş gelek caran bi awayên cihê derketibû holê û herî dawîn jî di pêvajoya diyalogê ya di navbera 21’ê Adara 2013’an û 28’ê Sibata 2015’an de li ser bang û pêşniyazên wî, bi awayekî zelal derketiye holê. Di vê serdemê de derfetên çareseriya aştiyane ya demokratîk gelekî xurt bû.
 
BANDORA TECRÎDA KÛR LI HOLÊ YE
 
Ligel hewldana diyalogê ya ku hêzên li dijî aştî û çareseriyê tune hesibandin, piştî hevdîtina bi heyetê re ya di 5’ê Nîsana 2015’an de î, tecrîd girantir û kûrtir bûye. Bandora vê tecrîdê di her warî de li holê ye. Bi konsepta şerê kûr, qedexeyên derketina derve û hilweşandina bajaran re, diyalektîka darbe-dijdarbeyê, pêkanînên Rewşa Awarte, destgîrkirin û girtin, îxrac û sirgun bi tecrîda kûr re hatin kirin.
 
Nêziktêdayîna li Ocalan tê wateya nêziktêdayîna kêşeyên di rêveberiya welat de. Hevdîtin û diyalog dibin wesîleya demokrasî û çareseriyê; tecrîda kûr jî tê wateya polîtîkayên tecrîd û şer. Vê tecrîda ku îro jî tê kirin, tê wateya tecrîda teqez a ku tê xwestin têkiliya bi cîhana derve re were qutkirin. Ev tê wateya tecrîda hewldana çareseriya demokratîk ên Ocalan, têkoşîna demokratîkbûnê, aştiyê û pê re jî tê wateya tecrîdkirina dahatûya hevpar a gelan.”
 
'DIVÊ DEMILDEST ŞERT Û MERCÊN HEVDÎTINÊ BÊN PÊKANÎN'
 
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê de herî dawî ev bang li rayedaran hat kirin: "Divê demildest ev pêkanînên tecrîda teqez ku dij hiqûqê gerdûnî û navneteweyî  ye, divê bê rakirin; em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyeyê ya aligirê çareseriya demokratîk û aştiyê ye, hemû derdorên bihîstiyar, rêxistinên mafê mirovan, saziyên hiqûqê yên demokratîk, baroyan dikin ku li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê ya dewletê ku dadweriya hiqûqê ji holê radike, ‘qada bêhiqûq’ diafirîne bisekine, xwedî li vîna ku çareseriya demokratîk biafirîne derkevin. Divê demildest ev bêhiqûqiya li Îmraliyê pêk tê, bê qedandin. Ligel ku hevdîtina parêzeran a bi miwekîlê xwe re, dîsa çûyîna serdana xizmê xwe yê malbatan mafekî bingehîn e jî, ev rewşa niha ku tu agahî nayê girtin, nayê pejirandin. Divê demildest mercên hevdîtina bi birêz Ocalan re bên pêkanîn û bihêlin ku civak agahiyên rast bigire û ji rewşê haydar be.”

Sernavên din

28/07/2018
16:35 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Suleyman Cîhan kirin
16:04 Dayik, xwişka xwe û du zarokên wê di bendavê de xeniqîn
15:21 Endamê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
15:15 Berdana Ozbay a pençeşêra pêsîrê hat xwestin
14:57 ÎHD: Kujerên Îkram Mihyaz li kuderê ne
14:48 Daxwaza girtiya ketibû greva birçîbûnê qebûl bû
14:41 Xizmên windayan: Aqûbeta Aydogan ê 24 salin windaye pirsîn
13:52 MSD Û Hikûmeta Sûriyeyê li ser komîteyên muzakereyan li hev kirin
13:42 ÎSÎG: Di OHAL’ê de cînayeta kar zêde bû
13:35 Girtî di bin gefa kuştinê de ne
13:16 Guven: Hêviya min ji adaletê tune ye
13:01 Li Berwariyê teqîn: Cerdevanek birîndar bû
13:00 Temellî: 'AKP'ê dinava 16 salan de cudakarî, nijatperestî û şer pêşxistin'
11:48 Li şûna nexweşxaneyê birin rîngê
11:41 Li çoltera Lîcê tevçûnên dijwar û şewata daristanan
11:26 Cezayê ‘Kurdistan’ li Zarok TV’î birîn
11:15 Geliyê Sefo 75 sal e xwîn digirî
10:47 Welatiyên Iraqê carek din li dijî nelirêtiyan daketin qadan
10:14 Ajokarên Xaburê îsyan dikin: Dibin navê 'bacê' de ji sedî 80'î qezencên me, ji me digirin
09:46 ‘Duh Toros hebûn îro Ranger hene’
09:24 Qey li tevahiya Tirkiyê lêgerîna GBT'ê destpê kir?
09:24 Prof. Çelîkê OHP’î: Yasayên Keyfiyetê!
09:07 Paş û pêşê doza qirkirina Gara Enqereyê
09:06 Esnafên Wanê: Em dema herî zor a 25 salan dijîn
09:04 ‘Nexweşxane vebû, lê bijîşk û ekîpmanên teknîkî tune ne!’
09:02 Îsotên salçeyê li ser dezgehan cih girtin
09:02 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2018'AN
27/07/2018
17:02 Li qada kavil cesedê keçikek 2 salî hat dîtin
16:17 AKP’ê derbarê Şik ê HDP’î de doza tazmînatê ya 100 hezar TL vekir
16:11 Baroya Amedê: Bila rayedar kujerên Tahîr Elçî bibînin
15:57 Bi ‘Projeya Islahê’ Çemê Dicleyê tê texrîpkirin
15:38 HDP û KCD çûn serdana malbata Dengbêj Cizîrî
15:37 Kurtulan: Sextekariya OHAL radibe çav boyaxkirine
15:09 TJA’yê bang li NY’ê kir
14:33 ÎHD'a Amedê rapora 6 mehan aşkere kir
13:58 Li girtiyan jimartina leşkerî tê ferzkirin
13:52 Tevgera Ekolojiyê: Bila agirê çiyayên Bagok û Cûdî bên vemirandin
13:40 HDP'ê nameyek 'piştevaniyê' ji Yewnanîstanê re şand
13:39 Derbarê mirina di girtîgehê de lêpirsîn
12:32 Piştperdeya bazariya Brûnson
11:56 Girtiyê nexweşiya penceşêrê: Ez nikarim li xwe binêrim
11:45 Bi îdîaya revandina zarokekê kesek hat lînçkirin
11:44 Baroya Wanê: Îşkenceya giran li malbata Şahîn hat kirin
11:22 Ji ber ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bûn lêpirsîn derbarê wan de hat vekirin
11:03 Li Amedê angaşta revandina kesekî din
10:51 Maşîneya zirxî 20 miyan pelçiqand û li rêya xwe dewam kir
10:40 Karkerên Superpak 37 rojin di grevê dene
10:30 ‘Li Dersimê xweza, zindî û dîrok tê tunekirin’
10:06 MLSA û IPI dê doza rojnameger Guneş a 7’ê Tebaxê bişopîn in
09:20 Di taxan de îdiaya cihêkariye kevirên parke
09:17 TTB dê li hemberî yasaya torbe dest bi têkoşîna hiquqê bike
09:16 'Bêje ez endamê rêxistinê me, emê te bikin wê qawîşê'
09:07 Endama berê ya PM’a CHP’ê Onanç: Polîtîkayên CHP’ê ji gel re nabe hêvî
09:05 Gundiyên dixwazin vegerin gundên xwe: Li bajêr em pir dixebitin, lê…
09:03 Qedexeyê guhdar nekirin
09:01 Şerê li herêmê bandora xwe li ser cotkarên rojava jî dike
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2018'AN
26/07/2018
16:47 Li Heskîfê şikeftên 5 qatî hatin kifşkirin
16:24 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:29 Qedexeya Pasûrê rabû
15:15 Rojnameger Oner hat berdan
14:53 Şaxa ÎHD'a Edenê: Di nava 6 mehan de 120 jin û 7 zarok hatin kuştin
14:43 Onlu ji ber qedeyê bertek nîşanî walî da
14:25 KCD'ê ji bo Dengbêj Cizîrî sersaxî xwest
14:07 Guven ji ber ku kelepçe qebûl nekir, nebirin nexweşxanê
13:55 Bi jopê tecawiz kirin, ceryan danê û bi kaleşnîkofê delîl afirandin
13:52 Gotina dawîn a Fadil Cizîrî : Kes li dengbêjan xwedî dernakeve
13:41 Cenazeyê Keleş 4 meh şûnde dan malbatê
13:19 Ji bo tevlîbûna danişîna biryarê ya komkujiya 10’ê Cotmehê hat kirin .
12:57 Agahî ji mirovên herêma operasyonê nayê girtin
12:52 Parêzerên Ocalan cara 775’emîn serî li dozgeriyê dan
12:44 Komên bewermendan: Êrîşa li dijî goran, zilma li ser baweriyane
12:26 Dersîmî: Bawerî û çanda me hatiye qedexekirin
12:24 Şêniyên Wanê OHAL’ê şîrove kir: Nav rabû lê cîsm disekine
12:07 HDP nexşerêya xwe ya dema nû bi civînên pêk bîne dê şenber bike
11:59 Krîza aborî herî zêde li xizanan dixe
11:25 'Piştî her bombebaranê em aj didin’
11:09 Li Nisêbînê qedexe hat rakirin, lê şewat didome
10:41 ‘Di hucreyê de nexweşîna penceşêrê lê peyda bû’
10:18 ‘Heta kujer hesab bidin em li cem malbata xwe ne’
10:17 Dozgeriyê îfadeyên guhertî paşguh kir
09:29 Li Du-Çemê qursên hunerî yên havînê destpê kirin
09:21 'Êrîşa li dijî Şik nîşaneya pergala nû ye'
09:20 'Rê li ber Keyfiyeta Waliyan vekirin'
09:13 Walî nexwazin dê mîtîng jî konser jî pêk neyên
09:11 Maxdurên êrişên zayendî û nexweşên zikêşê wekhev hesiband!
09:09 Şaredariya Peyasê qadên hêşîn veguherandin qadên perestî!
09:07 Dozger rapora derbê weke delîl qebûl nekir
09:05 'Di turîzmê de milyonek û 700 kes qaçax tên xebitandin’
09:03 Qolên daran vediguherîne eşyayên xemlê
09:01 7 gund 6 salin ava qirêj a bendavê vedixwin!
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2018'AN
25/07/2018
17:13 2 HDP’î li Edeneyê hatin binçavkirin
17:09 Li Pasûrê operasyonek berfireh hat destpêkirin
16:21 HDK: ji bo Yewnanîstanê banga seferberiyê kir
14:16 Aktîvîstê aştiyê Yaylali hat berdan
13:57 Denîz Gezmîş li Cizîrê qedexe ye!
13:18 Walîtiya Dersimê mîhrîcan qedexe kir
12:45 Ji Berna Laçîn re ceza xwestin
12:14 Waliyan li Pasûr û Nisêbînê ‘qedexe’ îlan kir