AMED – Qedexeya derketina derve ya ku duh li gundên Eskar û 7 mezrayên wê yên girêdayî navçeya Pasûr a Amedê hatibû îlankirin, rabû.
Qedexeya derketina derve ya ku duh li gundên Eskar û mezrayên wê yên Şêxsalih, Nedrexûş, Mezrasor, Simetak, Delêderê, Axcana ve Derikê yên girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê hatibû îlankirin, rabû. Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya li navçeyê hatiye rakirin.
Her wiha walîtiyê di daxuyaniya xwe de angaşt kir ku di encama operasyonên ku li herêmê li dar xistine de duh 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de agahiya ku operasyon jî bi qedexeyê re bi dawî bûye yan na parvenekir.
Di çarçoveya qedexeyê de têketin û derketina gundê Eskar û mezrayên wê hatibû qedexekirin û ji ber ku şebekeya telefonan ji aliyê leşkeran ve hatibû birîn, ji gundiyan agahî nehatibû girtin.