RIHA – D.D. li Rihayê hat binçavkirin û li Fermandariya Cendermeyan a Kaniya Xezalan û Şaxa TEM’ê ya Rihayê bi rojan her cûre îşkence lê hat kirin. D.D. bi gotinên “Tu YPG’yî, DAIŞ’yî û FETO’yî” darizandin û ji sûcê “sextekariya evrakan” dan girtin. D.D. ji girtîgehê birin TEM’ê vê carê jî kaleşnîkof dan destên wî û ji şopên tiliyên wî delîlan hilberandin.
Kesê bi navê D.D. li ser riya navçeyên Pirsûs û Kaniya Xezalan ên Rihayê leşkeran ew binçav kirin. Parêzerê D.D., Erdogan Akdogan der barê miwekîlê xwe de agahî dan û behsa îşkenceya li miwekîlê wî hatiye kirin vegot. Akdogan got têkildarî îşkenceya bi rojan giliyê sûc kir.
Akdogdu diyar kir ku miwekîlê wî bi salan e debara malbata xwe bi karê înşatê dike û got: “Ewil bi dijwarî lê didin. Jê re dibêjin ‘Tu YPG’yî, DAIŞ’î û FETO’yî.’ Pişt re ekîbek taybet tê û di odeyekê de îşkenceyê lê dikin. Jê re dibêjin ‘Ya tu yê biaxivî û ya jî em ê bidin axaftin.’ Ewil bi jop tejawiz dikin û bi ceryanê jî tehdîd dikin. Di heman rojê de beşek ji van pêkanînan dikin.”
'BIJÎŞK 20 MÎTRO DÛR RAPOR AMADE KIR’
Akdogdu anî ziman ku pişt re miwekîlê wî radikin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan û wiha domand: “Lê li vir bijîşk 20 mîtro jê dûr lê dinêre û rapor amade dike. Pişt re miwekîlê min dibin Fermandariya Cendermeyan a Kaniya Xezalan. Li vir jî bi rojan îşkenceya giran lê dikin.”
‘JOP, TECAWIZ, CERYAN, ASKI, SÛRAVK LI BIRÎNAN KIRIN…’
Akdogdu li gorî zanyariyên miwekîlên xwe îşkenceyê wiha vegot: “Wî li ser maseyekê dirêj dikin. Bi jop û awayên cuda tecawiz dikin. Ceryanê didine. Li askiyan dadiliqînin. Sûravk (şorik/ava bi xwê) li birînê wî dikin. Destê wî paş ve girê didin. Li ser sînga wî rûdinên û dixwazin wî bifetisînin. Jop dixine makata wî. Ceryanê didin organên wî zayendî û her devera laşê wî. Bi rojan ev îşkence didome. Piştî îşkenceya liv ir sê rojan tiştek nakin. Li benda jêçûyîna şopê îşkenceyê disekinînin. Bi taybetî dema cihek ji laşê wî xwîn dibe paqij dikin û di ber kamerayan re dibin û tînin.”
ÎŞKENCE BÛ RAPOR LÊ WÎ JI SEXTEKARIYA EVRAKAN GIRTIN
Akdogdu destnîşan kir ku muwekîlê wî li Dadgeha Rihayê di 29’ê hezîranê bi hinceta “sextekariya evrakan” tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Eyyubiyê û wiha got: “Miwekîlê min nabin nexweşxaneyê. Bijîşkek din raporek têkildarî ku ceryanê dane organên wî zayendî amade dike. Lê ji ber biryara nepenî li ser dosyeyê me xwe negihand raporê. Piştî miwekîlê min tê girtin li polîsen TEM’ê li korîdora edliyê jê redibêjin ‘Em ê te paş ve bigirin.’ Heta 4’ê tîrmehê di girtîgehê de dimîne.”
'JI GIRTÎGEHÊ WÎ CAREK DIN BIRIN ŞAXA TEM’Ê
Akdogdu da zanîn ku polîs di 4’ê tîrmehê de polîsên sivîl diçin ji girtîgehê D.D. digirin û dibin Şaxa TEM’ê ya Rihayê û got: “Li Şaxa TEM’ê ya Rihayê ji 4’ê tîrmehê heta 15’ê tîrmehê îşkence lê tê kirin. Dixwazin hin sûcdariya bi miwekîlê min bidin qebûlkirin. Li gel miwekîlê min û malbata xwe ne li hev in û cuda dijîn jî bi darê zorê hevdîtinê pêk tînin. Armanca wan ew e malbat wî qanih bike. Kîs dixin serê wî û çavê wî digirin. Dibin odeyek tarî. Min ji bo lêpirsîna asayî giliyê sûc kir. Ez difikirim ku wê di rojê pêş de ev îşkence dewam bike.”
'ÇEK DAN DESTÎ WÎ Û XWESTIN DELÎLAN BIAFIRÎNIN’
Akdogdu têkildarî îşkenceya li Şaxa TEM’ê ya Rihayê jî van agahiyan da: “Li Şaxa TEM’ê bi jop teciwizî miwekîlê dikin û ceryanê didinê. Dema çavê wî girtinê, bi darê zorê kaleşnîkofek didin destê wî û tiliyê wî didin ser tetikê û qûndaxê. Pişt re çavê wî vedikin. Poşetek delîl a nivîsa ‘Dema ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bû hat binçavkirin û 29 heb gule hebûn” li serê pê didin xwendin. Polîs ji miwekîlê min re dibêjin ‘Ya sûcdariyan qebûl bike û ya jî em ê vî delîlî bidin dozger.’ Komîserê bi navê Şukru bi guleyan gefên mirinê lê dixwe û dibêje ‘Ez yek ji van guleyan berê guh û devê te bidim.’ Wiha îşkenceyek giran lê dikin.”
'JIYANA WÎ ME ENDÎŞE DIKIN’
Akdogdu got ew ji jiyana miwekîlê xwe bi endîşe ne û daxwaznameyê pêşkêşî Walîtiya Rihayê kiriye. Akdogdu got ji ber bijîşkê ewil miwekîlê wî derman nekiriye li Odeya Tabîban gilî kiriye û bi boneya li dijî îşkenceyê bangî Rêxistina Efûya Navnetewî bike û serî li Wezareta Dadê jî bide.
Parêzer Berken Ozîpek bi D.D. re li Girtîgeha Eyyubiye hevdîtin pêk anî û got tenduristiya miwekîlê wan baş e lê ji jiyana wî bi qilqal in.