ENQERE - Endamên Komeleya 10’ê Cotmehê ya hat girtin, ji bo tevlîbûna danişîna biryarê ya komkujiya 10’ê Cotmehê ya di hefteya pêş de bê dîtin, çûn serdana Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bilgen û piştgirî xwestin.
Şandeya bi Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê ya hat girtin Mehtap Sakîn Coşgun re, ji bo tevlîbûna danişîna biryara 10’ê Cotmehê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncana Enqerê di navbara 31’ê Tirmehê û 2’yê Tebaxê de bê ditîn, çû serdana HDP’ê û pitşgirî xwetin.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen şande li Meclîsê pêşwazî kir û nêzî 40 deqeyan ziyaret berdewam kir. Di serdanê de malbatan bang tevlîbûna danişînê kirin. Şande piştî serdana HDP’ê, bi heman rovejê çû serdana CHP’ê jî.