ŞIRNEX – Dayika Pakîze Nayir a li Silopiyê di qedexeyê de hat kuştin Behiye Nayir şûna keça xwe vala nehişt û di rêveberiya Rêxistina HDP’a Silopî de cih girt û got: “Em wek şitlên li Cûdiyê piştî her bombebaranê dişewitin û bi her biharê em carek din ji nû ve aj didin.”
Yek ji jinek berxwedêr a Botanê dayika Pakîze Nayir a di “qedexeya derketina derve” ya li navçeya Silopiyê ya Şirnexê hat kuştin, Behiye Nayir e. Her çiqas li pey Pakîzeyê hêsiran birijîne jî lê ji keça xwe re dibêje “hevala min bû” û niha di şûna Pakîzeyê de xebatê birêve dibe. Dayik Behiye hem ji keça xwe re dibe alîkar û hem jî wê bi tenê nahêle.
MALBAT JI BER ZEXTAN KOÇBER DIBE
Behiye Nayir zarokatiya xwe li gundekê Silopiyê derbas dike. Nayir û malbata xwe ji ber zora dewletê koçî gundekê din dikin. Nayir li vir bi xizmek xwe re dizewice. Ji ber hevjînê wê karmend bûye demek li Nisêbînê dijîn û pişt re vedigerin ser axa xwe. Pakîze jî li Silopiya dikana kuaforê vedike û pê ji debara malbata xwe re dibe alîkar.
'PIŞTEVANIYA GEL DIKIR’
Behiye Nayir di qedexeyê de li Silopiyê keça xwe bi tenê nahêle û wan rojan wiha vedibêje: “Di qedexeyê de her kesî malên xwe vala dikir. Lê Pakîze nexwst ji Silopiya derkeve. Me jî hemû zarokan derxist. Ez, Pakîze û birayê wê li malê man. Pakîze xwest li cem gelê xwe yên malên xwe naterikînin bimîne. Ji malbatan re bû alîkar û zexîre ji wan re dibir.”
WEK DU HEVALAN BÛNE
Dayik Behiye Nayir kêliya agahiya dibîhîze ku keça wê jiyana xwe ji dest daye wiha şîrove dike: “Dinya bi serê min de hat xwarê. Çunkî min dinyayê di çavên Pakîzeyê de didîtin. 8 zarokên min hebûn a herî min jê hez dikir Pakîze bû. Pakîze ne wek keça min bû, her wiha hevala min bû. Ez diçûm ku derê min Pakîze li gel xwe dibir. Her tim ji min re digot ‘Dayê çima her tim tu min li cem xwe dibî.’ Min jî jê re digot ez bi te re baş dibim.”
ŞÛNA KEÇA XWE TIJE KIR
Behiye Nayir piştî keça wê jiyana xwe ji dest dide, di rêbeberiya Rêxisitna HDP’a Silopiyê de cih digire û peywîra keça xwe hildide ser milên xwe. Nayir got: “Piştî Pakîze çû û şûn ve min hin bêtir têkoşînê hembêz kir. Min xwest ez cihê wê tije bikim. Çunkî ew li cem heqî û rastiyê cih digirt.”
'EM AJ DIDIN’
Nayir bal kişand ser hêzên dixwazin erdnîgariya kurdan bi zextan kontrol bikin û vê peyamê dide wan: “Bi hezran dayikên wek min hene. Zarokên wan bêle sebep hatin kuştin. Sedem tenê ew e ji ber em kurd û mafên xwe diparêzin. Lê tiştek ji bîr kirine heye. Ev der axa me ye. Dixwazin bi darê zorê me ji axa me derbixin. Lê dê bi ser nekevin. Ez di şexsê keça xwe de li ser piya me û li ber xwe didim. Em wek şitlên li Cûdiyê piştî her bombebaranê dişewitin û bi her biharê em carek din ji nû ve aj didin. Ya ku me li ser piya digire jî ev e. Çunkî Botan warê Mem û Zîn û Mîr Bedîrxanan e.”
MA / Zuhal Atlan