MÊRDÎN – “Qedexeya derketina derve” ya li gundên Nisêbînê hat rakirin. Hat zanîn şewata li herêma Omeryan destpê kir didome.
Walîtiya Mêrdînê duh li gundê Kurikê Stîlîlê û Hebîsê yên girêdayî Nisêbînê ya Mêrdînê “qedexeya derketina derve” îlan kiribû. Walîtiyê vê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexe hatiye rakirin.
Duh piştî qedexeyê leşker derketin operasyonê û şewatê derxistin. Ji ber şewatê bi hezaran dari şewitîn. Şewat ji vê herêma qedexekirî heta gundê Serêkaniyê û Çalê belav bû. Şewat li herêmê didome.
Şewatê zirar da baxçe û bostanên gundiyan û nehat zanîn ku kes mudaxeleyî şewatê dike an na.