ENQERE – Koçer Ozdal ê 70 salî yê cezayê mubetê lê hatiye birîn berî bê girtin nexweşîn pê re tunebû, piştî hat girtin û di hucreya yek kesî de bi nexweşîna penceşêrê ket.
Yek ji girtiyen nexweş ê rewşa wî giran e Koçer Ozdal ê 70 salî ye. Koçer li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ya Samsunê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ozdal cezayê mubet lê hatiye birîn. Çend roj berê rewşa tenduristiya Ozdal nebaş bû û ew rakirin Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê. Hat zanîn gurcikek Ozdal nemaye û bi nexweşîna penceşêrê ketiye. Malbata Ozdal ji navçeya Gemlîkê ya Bursayê hat Enqereyê û bi hinceta destûra dozger nîne nehiştin malbat hevdînê bike.
Ozdal beriya 4 salan ku bê girtin tu nexweşîn pê re tunebûye û piştî tê girtin nexweşîn pê re peyda bûn.
‘DI HUCREYÊ DE PENCEŞÊRÎ BÛ’
Keça Ozdal, Suheyla Ozdal diyar kir ku bavê wî du salan di hucreya yek kesî de hatiye girtin û nexweşînên pê re peyde bûne ji ber şertên girtîhenê û bi nexweşîna penceşêrê ketiye.
‘XETERE ME DITIRSÎNE’
Ozdal bi bîr xist ku bavê wê beriya niha bi demekê jî li Samsûnê rakirine nexweşxaneyê û got: “Piştî 3 hefte dermankirinê wî ji nexweşxaneyê derxistin û birin girtîgehê. Dîsa nexweşîna wî lê giran dibe û radikin Enqereyê. Piştî bavê min paş ve dibin girtîgehê dermanên wî nadinê û dermankirina wî pêk nehatiye. Ewqas tişt diqewimin îdareya girtîgehê jî me agahdar nakin.”
Ozdal anî ziman ku ew ji nexweşîna bavê xwe bi xetereye û xwest înfaza cezayê bavê wê bê rawestandin.
‘KOÇER BIRIN, KURÊ MIN BIRIN Û ZAVAYÊ MIN BIRIN’
Hevjîna Ozdal, Sultan Ozdal jî diyar kir ku hevjînê wê bê sûc e û got: “Em dixwazin Koçer demil dest berdin. Ji ber rewşa Koçer em jî nexweş ketin. Heke sûcek wî hebe wê ewqas zora me neçûya. Lê tu sûcekî wî nîne. Kurê min birin û zavayê min jî birin. Kurê min zewicî ye û du zarokên wî hene. Em sê malbat şerpeze bûn.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî ji bo înfaza Ozdal bê rawestandin dê dest bi hewldanan bikin û bibin şopdarê dozê.