RIHA – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Parlamantera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarî kuştina ferdên malbata Şenyaşar axivîn û gotin: “Kujer hêza xwe ji çekên dewletê digire. Heta kujer hesab bidin, em ê bi malbatê re di nav piştevaniyê de bin.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê xizm û alîgirên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîranê de dema xebata hilbijartinê birêve dibirin, êrîşî malbata Şenyaşar kirin û di êrîşê de Hecî Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştin. Lêpirsîna têkildarî bûyerê bi biryara nepen dewam dike. Ji ber gef û zextên xizmên AKP’î Yildiz, malbata Şenyaşar neçar ma ji Pirsûsê koç bike.Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayeş Surucu malbata Şenyaşar ziyaret kiribûn. Ozturk û Surucu bertek nîşanî nedîtina kujeran û birêvebirina lêpirsînê ya nepen dan.
POLÎTÎKAYEK TAYBET JI BO PIRSÛSÊ
Hevserokê KCD’ê Ozturk diyar kir ku ew ê malbata Şenyaşar bi tenê nehêlin û got: “Dewlet bi taybet li ser Rihayê ji pêvajoya Kobanê vir ve polîtîkayên zext û çokşikandinê pêk tînin. Beriya niha jî li Pirsûsê komkujiyên wiha pêk hatin. 33 ciwanên sosyalîst hatin qetilkirin. Li ser Pirsûsê rêxistinên çetewarî bikar tînin û mînaka dawî jî kuştina ferdên malbata Şenyaşar in.”
'HETA HESAB BIDIN’
Ozturk bi bîr xist ku ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştin û wiha dewam kir: “Gefê AKP’yan li dijî malbata Şenyaşar dewam dikin. Em van gefan baş dizanin. Malbata me ne bi tenê ye. Em wek KCD’ê bi saziyên xwe re li cem malbatê ne. Heta kujer derkevin pêşberî darazê û hesab bidin, em ê li cem malbata xwe bin. Bila her kes baş dizanibe malbata me ne bi tenê ye. Em ê bibin şopdarê dozê. Bila viya jî baş bê zanîn. Hemû gelên Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê yên xwedî wîjdan li cem malbata me ya hêja ye. Zû ya jî dereng wê ev kesên vê komkujiyê pêk anîne hesab bidin.”
'DEWLET LI HOLÊ NÎNE’
Ozturk da zanîn ku demek dirêj e li Tirkiyeyê hiqûq û edalet nemaye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi desê hikumetê zilma herî mezin dikin. Negirtina kesekî ya vê bûyerê nokteya ku dewletê xwe gihandiyê dide nîşandan. Dewletek li holê nîne, bi rêxistinên çeteyî dixwazin bi gel çokê bidin şikandin. Ev pir zelal û vekirî ye.”
'HÊZA XWE JI ÇEKÊ DEWLETÊ DIGIRIN’
Parlamenter Ayşe Surucu jî bertek nîşanî êrîşa AKP’yan da û wiha got: “Dema malbata Yildiz vê komkujiyê pêk anî, hêza xwe ji dewletê girt. Em ji Rihayê ne û vê malbata AKP’î baş nas dikin. Ev ne malbatek qelebalix in. Wêrekiya xwe ji çekên dewletê ku dide wan digirin. Hêj kesek ji wan nehatiye binçavkirin. Li ser vê yekê jî biryara nepen li ser dosyeyê heye. Parêzer jî nikarin dosyeyê bişopînin. Ev hemû têr nakin, hemû sûc dixin stûyê malbatê. Birayê Esvet Şenyaşar, Osman Şenyaşar tehdîd dikin. Pişt re jî polîs ji bo îfadeyên bigirin bi ser mala wî de digirin. Baş e yên tehdîd dikin kî ne? Têkildarî wê lêpirsînek heye gelo? Divê mirov vê bipirse.”