ŞIRNEX – Di dosya Cebraîl Mungan ê dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da de ifadeyên şahid M.B. ‘Li cem cenaze 4 kesên ser çavên wan vekirî hebûn.’ ji aliyê dozger ve wek ‘4-5 kesên serçav girtî’ hatibûn guhertin. Dosya bi ‘bêşopaniyê’ dawî bû.
Dosya lêpirsînê ya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Cizîrê der barê qetilkirina Cebraîl Mungan ê dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê ji dest da, hatibû destpêkirin, piştî demekê radestî Serdozgerê Komarê yê Şirnexê hatibû kirin.
SIPART ŞAHIDÊ VEŞARÎ
Dozgeriyê beriya demekê biryara xwe aşkera kir. Dozgeriyê bi hinceta ku Mûngan ‘endamê rêxistinê’ û di şer û pevçûnan de cih girtiye û dosyayê bi ‘bêşopaniyê’ bi dawî kir. Dozgeriyê biryara xwe jî spart daxuyaniyên şahidên veşarî yên bi navê “Batikan”, “Dogûkan”, “Gumuş” ve “Yildiz” ku di gelek dosyayê Cizîrê de navê wan derbas dibe.
ÎFADEYÊN XWE GUHERT
Dozgeriyê angaşt kir ku hêzên ewlehiyê yên tirk di çarçoveya xweparastinê de tevgeriyane û balkêş e qet qala ifadeyên şahidan ên di dosya lêpirsînê ya Serdozgerê Komarê yê Cizîrê jê re şandî de hatine guhertin, nekiriye.
Di beşa “Girteka agahî girtinê” ya dosyaya navborî de akokarê ambûlansê M.B. di îfadeyên xwe de ev tişt gotibûn: “Ez çûm cem Nexweşxaneya Taybet a Botanê ya li taxa Nûrê. Li ser rêya di navbera nexweşxane û Parqa Cûmhûriyetê de 2 cenazeyên ku betanî li dora wan lefandî hebûn. Li cem cenazeyan 4 kesên serçavên wan vekirî hebûn. Min ev kes nas nekirin. Ji van her çaran 2 jê temenê wan 35-40 salî bûn ên din jî hê mezintir bûn.”
Lê M.B. paşê gotinên xwe yên ‘li cem cenazeyan 4 kesên serçavên wan vekirî hebûn’ guhertibû û kiribû ‘li cem cenazeyan 4 kesên serçavên wan girtî hebûn’
Hat ragihandin ku dê biryara bi ‘bêşopaniyê’ bê îtîrazkirin.