STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî êrişên li dijî Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Ahmet Şik ku ji ber axaftina wî ya li meclîsê kir pêk hatin nirxandin û êrîşan wek “nîşaneya pergala nû” pênase kirin û dan zanîn ku ew dê gotinên xwe yên gotine dê dubare bidomînin.
Parlamenterê Stenbolê yê HDP'ê Ahmet Şik dema li ser kursiya Meclîsê axaftina xwe kir, parlamenterên AKP'ê êrîş birin ser. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta ji Nûve Avabû (SYKP) Ahmet Kaya û Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Adnan Akin êrîşa li dijî Şik nirxandin. Adnan Akin destnîşan kir ku van êrişên li ser Ahmet Şik ne tenê li ser Şik e ev êrîş bi ser gel de bi giştî ye û wiha got: “Ji bo me dê Parlamentoyê bê erk û şixul bihêlin. Na ku têkoşîna me tenê ji bo nava parlamentoyê be em dê exwe bêbandor bikin. Ji bo vê jî divê hemû wekîlê me yekser dakevin kolana û êrişên li ser gel teşhîr bikein. Ancax dema em û gel bikelijin em karin helwesta xwe nîşanê van êrişkaran bidin û bi ser bikevin.”
Akin destnîşan kir ku êrişa li dijî Şik nîşaneya rûyê rejîmê yê nû ye û got: "Ji vir û şûn ve parlamenterên HDP’ê her ku li Meclîsê axaftin bikin dê rastî êrişên parlamenterên AKP û MHP’ê bên. Divê em jî van êrişan derxin kolanan û teşhîr bikin."
KAYA: EMÊ GELAN HIŞYARKIN
Hevserokê Giştî yê SYKP Ahmet Kaya jî da zanîn ku Meclîs ne Meclîsa berê ye û wiha got: “Meclîs êdî kar û şixulê gotinên nav du lêvên kesekî dike. Her wiha di Meclîsê de tenê HDP bûye partiya muxalefetê. Ne pêkane ku tiştên parlamenterên HDP’ê bêjin ji aliyê parlamenterên AKP û MHP’ê ve bên tehamulkirin. Axaftinên HDP’ê yên li Meclîsê rastiya li welat tê jiyîn li ber çavan radixe. Ji vir û şun ve jî êriş dê wisan pêk bên. Dixwazin wisa dengê HDP’ê yê li Meclîsê bibirin. Em wek hevgirtiyên HDP’ê dê van êrişan qebûl nekin û gotinê me got du barê emê bêjin.”
‘RÊJEYA ŞÎDETÊ DÊ ZÊDE BIBE’
Kaya destnîşan kir ku bi pergala nû dê hewl bidin ku hemû kesên muxalîf yên li welat bêdeng bikin û got: “Dê şîdetê zêde bikin û pergala xwe ya nû avakin. Ev şîdet dê gav bi gav pêşiya pergala faşîst veke. Ji bo vê jî muxalîf be dê hewl bidin wî an bêdeng bikin an jî ji holê rakin.”