MÊRSÎN – Li Serwîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Tarsusa Mêrsînê navê maxdurên êrişên zayendî ne li gor giştînameya Wezareta Tenduristiyê nivîsandin. Di nexweşxaneyê de newexşên êrîşên zayendî jî di Serwîsa Lezgîn de li gor "triaj" (rêza lezgîn) a nexweşan de di “Beşa Zer” de nîvîsandin. Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Mehmet Antmen diyar kir ku ev “teşhîrkirina” maxduran e û em ê mudaxeleya rewşê bikin da ku bê rastkirin.
Wezareta Tenduristiyê 31’ê Çileya 2018’an de pêkanîna triaj (rêza lezgîn) a nexweşan ya di Serwîsa Lezgîn ên nexweşxaneyan de guhertin pêk anî û 20'ê Sibata 2018'an di Rojnameya Fermî de weşand. Di giştînameya nû ya wezaretê ya hatiye guhertin de tê xwestin ku nexweşxane nexweşên xwe li gor pêkanîna triaj a nû qebûl bikin û li gor pîvanên hatine destnîşankirin jî mudaxeleya nexweşan pêk bê. Wezareta Tenduristiyê tebligata li ser mijarê ji hemû nexweşxaneyên bi wezaretxaneya wan ve girêdayîne re dişîne. Di triaja ku wezaretê şandiye de li gor lezgîniya nexweşan di rêzê de Zer, Sor û Kesk hatin diyarkirin û van her 3 beşan jî di nav xwe de wek du beşên cihê ji hev tên veqetandin.
MAXDURÊN ÊRIŞÊN ZAYENDÎ NE LI GOR TRIAJ A NÛ QEBÛL DIKIN
Encax Nexweşxaneya Dewletê ya Kevin a Tarsusê triaj a li Serwîsa Lezgîn daliqandiye ne li gor a wezaretê ya nû ye. Di triaj a nû ya Wezaretê de tê xwestin ku maxdurên êrişa zayendî di nav beşên triajê de neyên bicihkirin. Lê di triaj a hatî daliqandin de maxdurên êrişa zayendî jî hene. Tê gotin ku maxdurên êrişa zayendî nexweşên Beşa Zer in û ew dibe ku hinek dereng li wan bê mêzekirin.
WEK BEŞA NEXWEŞÊN ZIKÊŞÊ TÊN QEBÛLKIRIN
Maxdurên êrişa zayendî jî di Beşa Zer de wek nexweşên gurçikan, zikêşê, piştê tên hesibandin.
ODEYA TABÎBAN: EV TEŞHÎRE!
Serokê Odeya Tabîban Mehmet Antmen da zanîn ku triaj a di nexweşxaneyan de tê bikaranîn rast e. Lê di triajan de bi rengeke vekirî nivîsandina navê nexweşên êrişa zayendî ne rast e. Ev pêkanîn nexweşan teşhîr dike û pir xelet e. Ne li gor sincê ye û wiha got: “Bûyerên wek êrişên zayendî hesas in. Divê maxdur careke din jî bi xeletiyên pêkanînên nexweşxaneyan neyên maxdurkirin. Divê Odeyên Tabîpan yên bajaran mudaxeleyên van şaşiyan bikin.”
'XELETÎ NEBIN SEDEMÊ ÊRIŞEKE DIN JÎ '
Bijîjka Pisporê Derûnnasiyê Fahriye Cengîz jî got pêkanîna li nexwşxaneyan teşhîr dike û wiha pêde çû: “Ji serî heta dawî xetaye. Jinên mexdurên êrişên zayendî naxwazin di rêza Beşa Zer de li ber çavên kesan li bendêbin ku heta bijîjk bê û mudaxele bike. Ev dê jina wisa mexdur careke din mexdur bike. Ji aliyê derûniyê ve jî dê jinên di wê rewşê de pir zêde biêşîne.”
'DIVÊ YEKÎNEYÊN CIHÊ BÊN AVAKIRIN'
Cengiz anî ziman ku ji bo mexdurên êrişa zayendî divê li nexweşxaneyan beşên taybet bên avakir. Cengîz girîngiya avakirina beşeke taybet wiha tîne ziman: “Beşeke cihê divê hebe. Beşa mijara gotinê li ser nexweşiyê zana be. Bi mexdur re ne tenê ji bo derman ji bo dermankirina deruniyê jî karibe têkilî dayne. Mudaxeleya vê beşa cihê divê têra dermankirina pir aliyan a mexdu bike. Divê teqez maxdurên êrişa zayendî di servîsên lezgîn de di nava tu beşên nexweşan de birengeke vekirî ne bên sekinandin û nejî navên wan bên nivîsandin. Ev teşhîreke din e û maxduryeteke din a mezin diafirîne.”
HÊ BERÊ REWŞÊN WISA HATIN JIYÎN
Rewşeke wisa 2017’yan li Nexweşxaneya Dewletê ya Torosa Mêrsînê hatibûn qewimîn. Kesa ku maxdurê êrişa zayendî bû di triaja Beşe Zer de tê nîşandin. Tê diyarkirin ku rastî êrişa zayendî hatiye. Li nexweşxaneyê jinên ku rewşê dibînin bertek nîşanê vê pêkanîna nexweşxaneyê didin. Li ser bertekên jinan nexweşxane xeletiya xwe sererast dike.
MA / Ahmet Kanbal