STENBOL - Hatîce Çirganîs a nêzî salekê li Girtîgeha Hejmara 9’emîn a Sîlîvrî di tecrî de hat girtin, leşkera li Edliya Sîlîvrî ew derp kirin. Dozger di serlêdana hat kirin de, rapora derpê weke delîl qebûl nekir, qeydên kameraya nexweşxanê jî jê birin û hewce nedît doz bê vekirin.
Hatîce Çirganîs a di Cotmeha 2016’an de li Antalyayê hatin binçavkirin û girtin, di Tîrmeha 2017’an de sewqî Girtîgeha Hejmarra 9 a Sîlîvrî hat kirin. Çirganis nêzî salekêye bi tena serê xwe li qawîlek cuda di tecrîtê deye. Çirganîs a bi “cezayê muebeta giran” tê darizandin, ji bo wê sewqî qawîş û girtîgeheke din bikin gelek caran serledan kir, lê hemû serlêdanên wê hatin redkirin. Ji ber ku nasnameya Çirganîs tuneye, nikare parêzer bigire û ji bo nasnameya xwe derbixwe, serî li rayedarên girtîgehê da, lê heya roja îro ji bo vê serlêdana wê tu bersiv nehatiye dayîn.
QEYDÊN KAMERAYÊ DINAVA 10 ROJAN DE JÊ BIRIN!
Çirganîs, ji bo di 21’ê Kanûna 2017’an de bi SEGBÎS’ê beşdarî danişîna doza li Antalyayê tê darizandin bibe, wê tînin Edliya Sîlîvre û li vê derê rastî heqaret û êrîşên leşkeran tê. Çirganis piştî tînin girtîgehê, derdikeve revîrê û rapora derpê digire. Hem Çirganîs û hem jî bi rêya parêzeran di 22’ê Kanûnê de, derbarê leşkerên erkdar de li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvrî serlêdana sûc dike. Lê dozger, piştî 3 rojan bersiv dide serlêdanê û biryara redkirinê dide. Di heman demê de doz biryara redkirinê ji parêzer re na ragihîne û tenê ji bo Çirganîs teblîk dike.
ÎTÎRAZ KIRIN
Parêzerê Çirganîs Negahan Avçîl jî, serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Sîlîvre da û biryara redkirinê îtîraz kir. Prz. Avçîl, xwest nasnameya fermandar û erkên 10 cendirmeyên îşkence li muwekîlê wê kirin bên tespîtkirin û ji bo sûcên kirin îdîaneme bê amadekirin.
DIXWAZE SEWQÎ GIRTÎGEHEK DIN BÊ KIRIN
Prz. Avçîl, serî li Midûryeta Giştî ya Girtîgehan kir û xwest tecrîta li ser muwekîla wê Çirganîs bê rakirin. Avçîl di heman demê de xwest Çirganîs an sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalya, yan jî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê bê kirin û ji bo vê serlêdan kir.
MA / Yasîn Kobulan