* Hatîce Çirganîs a nêzî salekê li Girtîgeha Hejmara 9’emîn a Sîlîvrî di tecrî de hat girtin, leşkera li Edliya Sîlîvrî ew derp kirin. Dozger di serlêdana hat kirin de, rapora derpê weke delîl qebûl nekir, qeydên kameraya nexweşxanê jî jê birin û hewce nedît doz bê vekirin.
* Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê û Peyasê di plana îmarê ya navçeya Peyasê de gelek guherandin pêk anîn û gelek qadên parq, kreş, otoparq û tesîsên civakî wergerandin qadên perestî. Li gorî guhertinê mizgeftên ku bên çêkirin divê navbera wan herî kêm 340 û herî zêde jî 875 metre be. Plansazên bajêr, îtîrazî guhertinan kirin.
* 7 gundê ku bi hinceta deynên xwe nadin TEDAŞ’ê ceyrana trafoyê ya ava wan temîn dike qût kir û gundî 6 salin necarin ava qirêj a bendavê vexwin.
* Malbata Çelîk li Şîrînceyê ya Îzmîrê bi qolên daran ên ji ber kesixandinê dimînin debara xwe dike. Malbat li şûna van qolan bişewitîne vediguherînin eşyayên xemlê.
* Serokê Şaxa Dev Turîzm-Îş’ê ya Antalyayê Mustafa Safvet Yahyaoglu bal kişand ser pirsgirêkên milyonek û 700 karkerên bêsîgorta û bêqeyd di sektora turîzmê de dixebitin û her çiqas ev karkerên di vê sektorê de dixebitin jî sîgortayên wan bên çêkirin jî lêdê ji Yasaya Sîgorta ya Bêkariyê sûd wernegirin.
* Li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusa Navçeya Mêrsînê navê maxdurên êrişên zayendî ne li gor genelgeya Wezareta Tenduristiyê nivîsandin. Di nexweşxaneyê de newexşên êrîşên zayendî jî di Servîsa Lezgîn de li gor ‘triaj’ (rêza lezgîn) a nexweşan de di “Beşa Zer” de nîvîsandin. Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Mehmet Antmen diyar kir ku ev “teşhîrkirina” maxduran e û em ê mudaxeleya rewşê bikin ta ku bê rastkirin.
* Zagona di meclîsê de hat qebûlkirin û erkên nû yên taybet xist bin destê waliyan Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz nirxan û di nirxandênê de da zanîn ku Walî heke ketina serokê partiyek an komeke muzîkê ya bajarê qedexe bike ne pêkane mîtîk û konser li wî bajarî were darxistin.
* Serokê Giştî yê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal destnîşan kir ku walî kare li gor keyfiyeta desthilatdariyê ya demê pêkanînan bixe meriyetê. Aktivîstê Aştiyê Bahadir Altan jî zagona nû wek “kambax” pênase kir û got: “Qey dê li waliyê ku erk dane wî pirsgirêkan çareser bike?”
* Nûnerêne partiyên siyasî êrişên li dijî Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Ahmet Şik ku ji ber axaftina wî ya li meclîsê kir pêk hatin nirxandin û êrişan “nîşaneya pergala nû” pênase kirin û dan zanîn ku ew dê “Gotinên xwe yên gotine dê dubare bidomînin.”
* Du-Çem Cafe û Sanat Evî bo ku muzîk û hunerê bi welatiyan bide hezkirin des bi qursa hînkirina erbane, tenbûr, gîtar, tiyatro û govenda gelerî kirin.
* Malbatên Roboskî, di hefteya 343'yemîn de dê ji bo lêgerîna edaletê, li ser gorên xizmên xwe kom bibin û daxuyanî bidin. (16.30)
* Şaxa ÎHD'a Amedê, rapora binpêkirina mafê mirovan a 6 mehên 2018'an a herêmê dê di civîna çapemeniyê ya avahiya komeleyê pêk bîne de ji raya giştî re eşkere bike. (12.00)