ŞIRNEX – Aktîvîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali yê ji ber parvekirinên medya civakî 15 meh bûn girtî ye hat berdan.
Aktîvîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali yê xwedî reda wîjdanî di 22’ê nîsana 2017’an de ji ber parvekirinên medya civakî hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Yaylali ku aktîvîsta aştiyê Meral Geylanî û ji malbatên Roboskî Velî Encu pê re tên darizandin hat dîtin. Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Yaylali, Geylanî û Encu bi îdiaya “Gel teşwîqî hêrs û dijminahiyê dike”, “Panîk û tirsê dixe nava gel”, “Pesindayîna sûc û sûcdar kiriye” û “Biçûkxistina nirxên olî” hatin darizandin.
Yaylali bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Jimara 2’yemîn a Xarpêtê û Geylanî jî bi SEGBÎS’ê ji Dadgeha Antalya tev li danişînê bûn. Encu û parêzerên mudafî jî li danişînê amade bûn.
Piştî navberek kurt heyeta dadgehê der barê Yaylali de biryara berdanê da û xwest tevdîra kontrola edlî ya li ser Geylanî û Encu jî bê rakirin. Heyetê danişînê taloqî 3’yê kanûnê kir.
Yannîs Vasîlîs Yaylali û Meral Geylanî piştî komkujiya Roboskî ji bo piştevaniya malbatan li gundê Roboskî bicih bûbûn.