ŞIRNEX - 7 herêmên navçeya Basa ya Şirnexê, ji bo 15 rojan weke “Herêmên Ewlekariya Taybet’ hatin îlankirin û qedexe kirin.
Walîtiya Şirnexê, çoltera kîlometereyekê dikeve bakurê taxa Sogucak, girên Cahto û Kurik, şikevta Zîvî, newala Dolagevr, girê Badabî û newala Pîştaşîketrî yên çoltera navçeya Basa ya Şirnexê weke “Herêma Ewlekariya Taybet” îlan kir û li sivîlan qedexe kir.
Qedexe dê 15 rojan berdewam bike. Li vê qada ku ev demek dirêje operasyona leşkerî lê didome de, duh pevçûn rû dabû û çawişek pispor birîndar bûbû.
Di rojên derbas bûyî de jî, Keleha herêma Çiyayê Gabar, girê Gemîhanasur, qadên Adakli û Uçtepeler ên navçeyê bi hinceta ewlekariya taybet hatibûn qedexekirin.