AMED – Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî berdewamkirina darazandina parlamenteran û bernadana Leyla Guven û Enîs Berberoglu da û got ku daraz bi talîmata Erdogan biryar dide.
Di hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên 24’ê Hezîranê de Leyla Guven ji HDP û Enîs Berberoglû ji CHP’ê wek parlamenter hatin hilbijartin. Li gel serdanên parêzerên wan ên tehliyeyê jî her dû nayên berdan û li girtîgehan tên girtin. Doza parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîh Aydenîz a li 10’emîn Dadgehya Cezaya Giran a Amedê berdewam dike, li gel ku wek parlamenter hatiye hilbijartin jî berdewam dike û daxwaza rawestandinê dozê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş vê rewşê nirxand û bertek nîşanî berdewamkirina darazandina parlamenteran û bernadana Guven û Berberoglu da.
‘BÊHUQUQÎ SîNORAN NAS NAKE’
Beştaş destpêkê bi bîr xist ku rakirina destnedayînê ya serdama borî ji bo carekê hatiye rakirin û parlamenterên ku nû hatine hilbijartin xwediyê mafê destnedayînê ne û wiha got: “Ji ber vê yekê divê darazandina parlamenteran bê rawestandin. Bêhuquqî sînoran nas nake. Daraz ne bi awayekî serbixwe û bêalî, li gorî talîmatên Erdogan biryar didin.”
Beştaş da zanîn ku dadgeh ne li gorî qanûnan bi awayekî siyasî biryaran didin û ev titş anî ziman: “Berdewamkirina dozên parlamenteran baweriya jê siyasetê kêm dike. Baweriya gel a jê darazê jî ber bi dawiyê ve diçe. Bi vê yekê tenê alozî mezin dibe û bi xwe re krîzên aborî tîne. Biryara tehliyekirina derbarê Leyla Guven de rast bû, lê hemû biryarên piştî vê yekê ji ber destdayînên siyasî hatin dayîn. Divê dadgeh li gorî xalên makeqanûnê û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê endamê wan e tevbigerin.”
‘AMADEKARIYÊN DAXISITINA HEJMARA KURSYAN’
Beştaş destnîşan kir ku bi bernedana Leyla Guven û berdewamkirina doza Salîha Aydenîz amadekariyên daxistina hejmara kursiyên HDP’ê tê kirin û wiha pê de çû: “Dewlet ji bo neketina HDP’ê ya meclisê xebitî. Me bi çavên xwe dît ku walî, qeymeqam, muftî û dozger ji bo dengan diçin gundan û ew deşîfrekirin. Li gel van hemû zext û komkujiya Pirsûsê jî gel li xwe xwedî derket. HDP gel bixwe ye. HDP di heman demê de bîn û dengê gel e.”
‘PABUÇ BIRAKMAYIZ’
Beştaş bi bîr xist ku HDP partiya hêzên demokrasî, cudahî, bawerî, ol û zimanan e û axaftina xwe bi dawî kir: “Nikarin têkoşîna me rawestînin. Nikarin berxwedana me ya siyaseta demokratîk û hêviya gelan bişkînin. Em ji pêvajoyên ji van rojan zehmettir tên. Li gel ku serdama borî destnedayînên hevalên me hatin rakirin û hatin girtin jÎ gel li vîna xwe xwedî derket. Em ê destûr nedin serkeftina van hewldanan.”
MA / Ozgur Paksoy – Mujdat Can