AMED – Walîyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu destûr neda der barê 72 polîsên li cihê Kemal Kurkut lê hatibû kuştin lêpirsîn bê destpêkirin. Parêzer Reyhan Yalçindag li dijî biryarê derket û got biryara hatiye girtin li dijî hiqûqê ye û bi vê biryarê dixwazin kiryaran biparêzin.
Di 21’ê Adara 2017’an li Newroza Amedê polîsan êrîşî xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut kiribû û ew kuştibûn. Der barê lêpirsîna ji bo 72 polîsên li cihê bûyerê peywîrdar bûn geşedanek nû qewimî. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 72 polîsên li cihê bûyerê peywîrdar bûn bi ji sûcê “Xemsariya peywîrê” û “delîlên sûc reşkirin û nepenkirin” lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê destûra lêpirsînê dabû Walîtiya Amedê.
WALÎ POLÎSAN MAFDAR DIKE
Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu daxwaza dozger nirxand û destûrê neda der barê 72 polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin û red kir. Walî Guzeloglu îdia kir ku kuştina Kemal Kurkut ne ji ber piştguhkirina polîsan hatiye kuştin û ji bo Kurkut ê kêr di destê wî de hebûye rawestînin çek bikaranîne û berdane hewa. Guzeloglu got di bûyerê de xemsarî nîne û polîsan mafdar derdixe.
Heke biryar teqez bibe dê dozge der barê polîsan de biryara neşopandinê bide.
YALÇINDAG: BIRYAR LI DIJÎ HIQÛQÊ YE
Parêzera malbata Kurkut, Reyhan Yalçindag Baydemîr biryara walîtiyê nirxand û got: “Li holê binpêkirina mafê jiyanê heye. Meqamê lêpirsînê dozgeriye. Li şûna ciwanek bi rêbazên hêsan bê rawestandin, bi çekê dikujin. Çawa ev nabe binpêkirina mafê jiyanê û çawa di vê mijarê de piştguhkirin nîne. Ev biryar li dijî hiqûqê ye. Ji bo kiryaran biparêzin vê biryarê derdixin. Em ê îtîrazî vê biryarê bikin.”
MA / Denîz Tekîn