MANÎSA - Yetîş Ercan a ji bo xebatê çû nava zeviyê ya li navçeya Demîrcî, mirî hat dîtin.
Li taxa Mînnetler a navçeya Demîrcî ya Manîsa, Yetîş Ercan û hevjînê wê Mustafa Ercan çûn nava zeviyê bixebitin. Hevjînê Yetîş Mustafa Ercan, îdîa kir ku ji bo demek kurt ji zeviyê derket, lê gava vegeriya dît ku hevjînê wî Yetîş Ercan dibin darekê de jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê yekê Ercan agahî da ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan.
Cenazeyê dayîka 2 zarokan Yetîş Ercan, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.