STENBOL – Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV’ê Prof. Dr. Umît Bîçer diyar kir ku OHAL tenê li ser kaxizê hatiye rakirin û got: “Em hêj zextên OHAL’ê hilm dikin.”
Tirkiye piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê derbasî pergala nû bû. Piştî vê pergalê nû her çiqas Rewşa Awarte (OHAL) a du sal dewam kir her çiqas hatibe rakirin jî lê sererastkirinên pêkanînên OHAL’ê derbas dikin dikevin meriyete. Teklîfa van xalên sererastkirina piştî OHAL’ê li Meclîsê hevdîtina wan tê kirin. Bi biryarnameyên dê girêdayî serokomar bên weşandin, dê OHAL mayînde bikin.
Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer rakirina OHAL û sererastkirinên li Meclîsê hatin qebûlkirin di warê mafê mirovan de şîrove kir.
‘HIQÛQ NEMA Û MAFÊ MIROVAN BINPÊ BÛN’
Bîçer anî ziman ku di tevahiya dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de pir kêm serdemên asayî bi feraseta rêveberiyê re hevrû mane û ew bûne şahidên pêkanînên xerab ên serdema OHAL’ê ya di 2016’an de hat îlankirin. Bîçer bal kişand ser binpêkirinên 2 salan û got: “Îşkenceyên di 12’ê Îlonê de carek din xwe dubere kirin. Jixwe çawa OHAL îlan kirin, çavdêriya dê dema binçavkirinê zêde bibe û îşkence zêde bibe da. Çîrokên windakirina bi darê zorê dîsa derketin holê. Me şahidiya vê yekê kir. Di serdema vê OHAL’ê de gellek binpêkirina mafê mirovan qewimîn. Serî li rêbazên berê dan. A girîng jî ew e li dijî vê yekê mîsogeriya hiqûq qet nema. Mirov dikare vê serdemê wek têkçûna hiqûqê binav bike.”
‘EM HÊJ ZEXTÊN OHAL’Ê HILM DIKIN’
Bîçer diyar kir ku têkildarî girtin û binçvkirinan tu mekanîzma nehat xebitandin û saziyên darazê jî çavê xwe li hember vê yekê girtin û hemûyan topavêtin. Bîçer destnîşan kir ku OHAL tenê li ser kaxizê rabûye û got: “Pêkanînên OHAL’ê didomin û dijwartir bûne. Îxracan ji paş de negirtin kar. Mîsogeriya civakî nedan civakê. Di warê dema ji bo binçavkirinê de tu guhertin çênebû. Ne pêkan e mirov bêje îşkence û muameleya xerab rabûye. Li derve hêj zextên OHAL’ê didomin û em zextên OHAL’ê hilm dikin. OHAL û pêkanîn di vê serdemê de travmayên giran anîn serê civakê. Em ê li dijî vê têbikoşin.”
MA / Bîlal Seçkîn