MÊRSÎN - Piştî çarmedorên Girava Dana ya Sîlîfkê ya Mêrsînê niha jî li peravê Anamur û Aydincikê amadekariya çêkirina 32 çewlîgên masiyan tên kirin. Li dijî çêkirina çewlîgên masiyan di nava gel de nerazîbûn û bertek zêde dibin. Gelên heremê diyar dikin ku çewlîgên masiyan hawirdorê qirêj dikin û ji ber vê jî turîst nayên herêmê û gotin : "Ji bilî vê jî dê xesarê bidin segavên Behra Sipî û reqên ku bi tunebûnê re rû bi rûne.
Bazirganên çewlîgên masiyan di destpêkê de li çarmedorê Girava Dana ya Sîlîfkê ya Mêrsînê çewlîgên masiyan çêkirin. Bermahiyên çewlîgan hawirdorê qirêj dikin. Niha jî bazirgan hewl didin li peravê Anamur û Aydincikê çiftlikên masiyan çêkin. Ligel îtîraz û şermezar kirinên gel û ekolojîstên li herêmê jî amadekariya çêkirina 32 çewlîgên masiyan didomin. Derket holê serdanên şîrketên weke Agromey Gida û Yem San. Tic. A.Ş., Kiliç Deniz Urunlerî A.Ş û 5 fîrmayên din ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve yek bi yek tên qebûlkirin.
‘ÊMÊN SUNÎ Û ANTÎBÎYOTÎK ZIRARÊ DIDIN TENDURISTIYA MIROV’
Namik Ziya Yildirimê (60) ji Aydincikê ye û 30 sale masîvaniyê dike, diyar kir ku wan di salên 1998 û 2002’an de li dijî çewlîgên masiyan yên hatin çêkirin jî têkoşiyan. Yildirim eşkere, kir ku ew xesara çewlîgên masiyan baş zanin û wiha axivî: “Êmên sunî yê didin masiyan û ji bo mezinbûna masiyan jî antîbiyatîkên tê bikaranîn hem xesarê dide mirov û hem jî dide hawirdorê.”
Yildirim, anî ziman ku pêşxistina masîgeriya xwezahî ji masîgeriya çandî baştir e û wiha got: "Karsaz û sermayedar dixwazin masîgiriya çandî pêk bê. Ger weke sermayedaran û karsazan bê kirin dê hem mirov û hem jî xweza zirarên mezin bibînin. Piştî masîgeriya çandî li pêş ket û çewlîgên masiyan hatin çêkirin cureyên masiyên xwezahî kêm bûn. Îro masiya Sokan pir kêm tê dîtin. Mercan û çupra jî ji ber van tesîsan dê xesar bibine. Dê bi keda mere jî bilîzin. Em vana naxwazin.”
REQ Û SEGAV JÎ ZIRIR DIBÎNIN
Hasan Ak ê debara xwe bi masîvaniyê dike, da zanîn ku çewlîgên masiyan zerarê didin wan û derdorê. Ak, destnişan kir ku li ser çewlîgên masiyan kontrol nîn e û wiha pê de çû: "Ew jî li gor kara xwe çi li berjewendiyên wan tê bikar tînin. Ev jî zerara mezin dide hawirdorê û mirov. Taybet jî req û segavên di kortalên peravên Derya Spîde dijîn dikevin xetereyê. Me û van sewalên avî pir baş li hev dikî. Lê îro ji ber van çewlîgên masiyan hem mirov û hem jî sewalên avê zirarên xeter dijîn.”
'HEW DÊ TURÎST WERE!'
Salih Yildirim ê li navçeyê dijî û xwendekarê zanîngehê jî, bal kişand ser mezinbûna masiyan û wiha got: “Ma çewan dibe di nav hefteyek de bi hezaran masî her yek 400 gram mezin dibin. Ev ne tişteke ji rêzê ye. Masiyên di çewlîgan de tên mezinkirin ji bo tenduristiyê ne baş in. Em dema diçin nêzî çewlîgên masiyan ên Taşucuyê ji bîna genî em difetisin. Koy û keviyên heyî heke tetbîr neyên girtin ji ber bermahiyên pîs ên van çewlîgan dê mirov nikaribin li wir bikevin avê. Di rewşek wisa de hew dê turîst jî werin. Cihê qirêj em naçin dê çima turîst bên?”