RIHA - Malbata Şenyaşar ji ber 40 rojiya mirina Hacî Esvet, zarokên wî Celal û Adîl Şenyaşar temam bû, gorên wan ziyaret kirin.
Malbata Şenyaşar piştî serdana şendeya HDP, KCD, aktîvîstên TJA û Dayîkên Aştiyê, ji bo 40 rojiya mirina Hacî Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adîl Şenyaşar temam bû, gorên wan ziyaret kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bi endamên malbatê re çû ser goran. Endamên malbatê bi dilşewatiyek mezin li ser goran lorandin û ji ber ku hêj edalet pêk nehatiye îsyan kirin.
Dayîk Emîne Şenyaşar, zarokên wê Mehmet û Ferît ên di êrîşê de birîndar bûn û xizmên wan gor hembêz kirin û lorandin û xemgîn bûn. Dayîk Emîne Şenyaşar li ber gora hevjînê xwe Esvet Şenyaşar rûnişt û wiha got: “Bavê zarokên min ka rabe. Te ez çawan hiştim di nava van qatilan de.”
Dayik Şenyaşar çû ser gora kurên xwe Adîl û Celal jî û bang kir û got: “Xwedê ma tu li ku derêyî, ji bo dengekê zarokên min kuştin."