EFRÎN – Talangeriya li Efrîne bi dawî nabe. TSK û komên girêdayî wê yên OSO li gundê Qestelê Miqdêd bi kepçeyan malên welatiyan hiweşand.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi komên girêdayî wê yên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) re li Efrînê serî li sosretên dij mirovane didin. Leşkerên tirk îro serî li rêbazên komên OSO da û û malên welatiyan hilweşand. Leşkeran li gundê Qestelê Miqdêd ê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê bi kepçeyan malên welatiyan hilweşand. Çavkaniyek ji herêmê ragihand ku leşkeran bi xwe malên gundiyan bi kepçeyan bi armanca ku gel careke din nezivire malên xwe û hêviyên xwe qut bikin ji binî ve hilweşandine.