WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç, rewşa rojnamegerên girtî Seda Taşkin, Ziya Ataman û Îdrîs Yilmaz ji Wezareta Dadê Abdulhamît Gul pirsî û ji bo bi berisvîne pêşnûme pirs da. Sarisaç, xwest bêmafiyên li ser girtiyên rojnameger tên jiyîn bên lêpirsîn.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Wanê Murat Sarisaç, bi boneya 24’ê Tîrmehê Roja Cejna Rojnameger û Çapemeniyê, derbarê rewşa rojnamegerên girtî Seda Taşkin, Ziya Ataman û Îdrîs Yilmaz de, pirsname da Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û xwest bi bersivîne. Sarisaç, ji bo lêkolînkirina pirsgirkên ev her sê rojnameger ên li girtîgehan dijî jî, sê daxwaznameyên cuda pêşkêşî Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê kir.