RIHA – Heyeta ji KCD, HDP, TJA û Dayikên Aştiyê pêk hat çûn serdana malbata Şenyaşar ên ku 3 ferdên wan ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin. Malbatê xwest HDP wan bi tenê nehêle. Heyetê jî ji malbatê re got: “Heta hesabê vê wahşetê bê pirsîn em ê têbikoşin.”
Heyeta ji rêveber û endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê pêk hat çûn serdana malbata Şenyaşar ên ku 3 ferdên wan ji aliyê aligirên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14’ê hezîranê de hatin kuştin. Heyeta ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Salîha Aydenîz, Nusrettîn Maçîn, rêveberên KCD, HDP, aktîvîstên TJA û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di nav de bûn, ji aliyê malbata Şenyaşar ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê navberê de dayik Emîne Şenyaşar lorand û xemgîn bû û derdorê jî bi xwe re xemgîn kir. Dayik Şenyaşar a hevjînê wê Hecî Esved û lawê wê Adil û Celal hatin kuştin got malbata Yildiz li Pirsûsê gellek karên pîs dikin û li gel vê yekê gellek caran anîn ziman jî kesek gavek neavêt.
'ÇIMA KESÎ JI WAN NEGIRTIN?'
Şenyaşar destnîşan kir ku beriya qewimîna bûyerê çend roj berê ferdên malbata Yildiz li sûka Pirsûsê mirovan navtêdan e, jinan tacîz kirin e û got: “Tevî ku cihên berpirsyar hatin hişyarkirin jî kesî dengê xwe nekir.” Dayik Şenşayar xwest kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan û hêrsa xwe vegot: “Ez Fadilê xwe dixwazim. Çima wî girtin e? Çima kesî ji wan negirtin? Heke kurê min bernedin û kujer neyên dîtin, hewce bike ez û zarokên xwe em ê li Meydana Pirsûsê xwe bişewitînin.”
PIŞTÎ BÛYERÊ JÎ TEHDÎDAN DEWAM KIRIYE
Şenyaşar diyar kir ku piştî bûyer qewimî jî malbata Yildiz wan rehet bernedane û got: “Malbata Yildiz me tehdîd kirin. Hêj me tehdîd dikin. Me giliyê malbata Yildiz kir, lê polîs li ser me zextê dikin. Bila kujerên hevjînê min û zarokên min bên darizandin û cezakirin. Cezakirina wan hindik be jî qet nebe dê hinek kezeba me hênik bibe.”
Dayik Şenyaşar xwest ku êdî HDP jî wan bi tenê nehêle.
'EM Ê HESABÊ WAHŞETÊ BIPIRSIN’
Piştî axaftina Şenyaşar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û got: “Êşa malbatê êşa me ye. Em ê di her warî de li cem malbata xwe bin. Em ê vê meseleyê li her deverê û li her qadê bînin ziman. Em ê geşedanên têkildarî mijarê bişopînin. Her yek ji me zarokên malbatê ne. Me wisa qebûl bikin. Em bi tevahiya saziyên xwe li pişta malbata xwe bin. Heta hesabê vê wahşetê bê pirsîn em ê têbikoşin.”
Heyetê piştî serdana malbatê ji bo tev li mewlûda ji bo her sê ferdên malbata Şenyaşar bê dayîn derbasî Pirsûsê bûn.