STEBNOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, rapora 6 mehan a binpêkirin û bêmafiyên li girtîgehên Herêma Marmarayê hatin jiyîn eşkere kir. Di dinava 543 serlêdanên hatin kirin de, herî zêde behsa îşkece û binpêkirin mafan ên hatin jiyîn, hatin kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora 6 mehan a binpêkirin û bêmafiyên li girtîgehên Herêma Marmarayê hatin jiyîn, eşkere kir. Civîna çapemeniyê li avaha şaxê hat lidarxistin. Seroka Şaxê Gulseren Yolerî beşdarî civînê bû û pankarta “Mirov bi mafên xwe mirovin, emê têkoşîna xwe bidomînin’ di civînê de hat vekirin. Rapora hatibû amadekirin ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran ve hat xwendin.
HERÎ ZÊDE DI MEHA ADARÊ DE BINPÊKIRIN HATIN JIYÎN
Onaran, diyar kir ku di rapora wan a 6 mehan de herî zêde, êrîşên fîzîkî, îşkence li girtiyan hatine kirin û gef li wan hatine xwarin û wiha got: “Di meha Adarê de herî zêde ji bo me serlêdan hatin kirin. Di girtîgehan de pêkanînên li ser piyan hejmar dayîn, paşve kelepçe kirin, di hilbijartin û hevdîtinên telefonan de tekmîlên leşkerî dayîn, ferzkirina nîzama leşkerî, bi girtiyên dij fikir û raman re di heman ringê de birina nexweşxanê, herî zêde li dijî girtiyan hatin bikar anîn. Dîsan cezayên dîsîplînê yên keyfî li girtiyan birîn, kamera bi qadên cihên taybet ên girtiyan dîtin, ve kirin, bi têlên hêsin ser baxçeyên qawîşên girtiyan girtin û hwd hatine jiyîn. Dinava bêmafiyên hatin kirin de, mafê jiyanê ji halê hatine rakirin.”
543 SERLÊDAN HATIN KIRIN
Onaran, da zanîn ku dinava 6 mehên salal 2018’an de bi giştî 543 serlêdan ji bo wan hatine kirin û wiha got: “Li dijî binpêkirinên mafên girtiyan li derve em çiqasê dengê xwe bilind bikin, ewqas ev binpêkirin tên rawestandin. 147 serlêdan ji bo astengkirina mafên tenduristiyê û ne derman kirinê hatin kirin. 216 jê ji bo îşkec, derp, gef û cezayên disîplînê hatin kirin. 115 ji bo mafê agahî ne girtinê hatin kirin û 65 jî ji bo binpêkirinên giştî hatin kirin. Dinava van serlêdanan de 33 girtiyên jin serlêdan kirin. Ji 12 girtîgehên herêma Marmarayê girtiyan serlêdan kirin. Dîsan me di rapora xwe de cih da nûçeyên di çapemeniyê de jî derketin. Ji bo çareserkirina pirgirêkên li girtîgehan weke komîsyona girtîgehan me ji bo Wezareta Dadê, Midûrê Giştî yê Mala Ceza û Tevkîfê, Komîsyona Mafê Mirovan TBMM’ê, Îdareya Girtîgehê û Desteya Mafê Mirovan me nivîs nivîsandin.”
Piştî ragihandina raporê civîn bi dawî bû.