AMED – Endamê KÎD’ê Prof. Dr. Nurettîn Turgay bertek nîşanî qedexekirina taziye, ezan û texrîbkirina gorên endamên HPG’ê û YPG’ê da û got: “Yên ezanê û taziyeya qedexe dike rêya wan ne rêya îslamê ye.”
Bi pevçûnên li bajarên herêmê diqewimin re êrîşên li dijî gorên endamên HPG’ê û YPG’ê jî didomin. Di demên dawî de li ser fermana walî, qeymeqam û dozgeran taziyeya endamên HPG’ê tên astengkirin û qedexekirin. Polîs û leşkeran êrîş birin ser taziyeya şervanê YPG’ê Volka Bayka yê li Efrînê jiyana xwe ji dest da û li gundê Fêra ya navçeya Farqîna Amedê hatibû dayîn û taziyeya endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ê li Gîresûnê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Li gundê Elfan a Stewrê ya Mêrdînê bi boneya taziyeya endamê HPG’ê Alî Oncu hat dayîn 3 roj ezan hat qedexekirin.
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Prof. Dr. Nurettîn Turgay qedexekirin û astengiya taziyeyan û ezanê û texrîbkirina goran nirxand û got yên di navbera mirovan de cudahiyê dikin û wêdetir dikin rêya wan ne rêya îslamê ye. Turgay diyar kir ku di ola îslamê de pîvan Qurana Kerîm e û got “Qedexekirina ezanê li gorî ola îslamê nêzîkatiyek ne rast e. Ezan ji bo nimêjê bangek e. Yên ezanê qedexe bikin tu eleqeya wan bi îslam û xwedê re nîne.”
‘MAFÊ HER KESÎ YÊ ŞÎNÊ HEYE’
Turgay anî ziman kul i gorî ola îslamiyetê taziyeya li pişt mirî tê dayîn kêmkirina êşên malbatê ye û wiha dewam kir: “Mirovê miribe jixwe miriye. Ferdên malbatê bi awayek derûnî diêşin. Em ne yên mirî malbata yê mirî difikirin. Hûn dikarin ê mirî wek sûcdar qebûl bikin, lê sûcdarkirina dayik û bav û wê civakê şaşîtiya herî mezin e. Pêxemberê me Hz. Muhammed jî Yadudiyan ziyaret kiriye û gotiye dema ceanzeyê wan rakirine rabûye ser piya. Dema mirovek bimire, mafê wê malbatê ya ji bo 3 roj şînê deynin heye. Qedexekirina şînê cudakirina navbera mirovan e.”
‘HILWEŞANDINA GORAN SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
Turgay bal kişand ser texrîbkirin ango êrîşa li dijî goran û got: “Hilweşandina kêl û goran sûcê li dijî mirovahiyê ye. Mirovek çawa li pey miriyê xwe li ser kêlê tirkî an jî bi erebî dinivîsiîne, xwedî wî maf û azadiyê ye bi zimanê kurdî jî binivîsîne.”
‘ELEQEYA WAN BI OLÊ RE NÎNE’
Turgay destnîşan kir ku ola îslamê ola aştiyê ye û AKP’ê îşaret kir û got: “Îslam aştiye. Yên cudahêz qebûl nekin li se navê îslamiyetê serdestiya xwe dimeşînin. Îslamiyetê mîna amûrê ji xwe re bikar tînin. Li ser navê olê propaganda xwe dikin. Li dijî quran û sinetan tevdigerin. Eleqeya şêx, mele, miftî û oldarên wan bi olê re nîne.”
MA / Mehmet Şah Oruç