ŞENGAL - Niştecihên herêmê, diyar kirin ku nûçeyên “Balafirên şer ên Iraqê, kozikên PKK’ê yên Şengalê bombebaran kirin’ ên di hin weşanên herêma Federal a Kurdistanê de hatin serwîskirin, derewin û gotin: “Bi vê armanc dikin ku hêcetan ji bo hêzên dixwazin li ser gelê Êzidî komkujiyan pêk bînin, ava bikin.”
Hat diyar kirin ku nûçeyên “Balafirên şer ên Iraqê, kozikên PKK’ê yên Şengalê bombebaran kirin’ êndi televizyona K24 de hatin weşandin derewin. Nûçe weke ku “8 balafirên şer ê rêveberiya Bexdayê, di saet 16.30’an de kozikên PKK’ê yên herêma Gelî Kersî yê Şengalê bombebaran kirin’ hatibû serwîskirin. Memûr Şahdî yê li Geliyê Kersê dijî, ev nûçe derewandin.
‘HPG’Î DI GELÎ KERSÎ DE TUNE NE’
Memur Şahdî, diyar kir ku di serî de rêveberiya herêma Federal a Kurdistanê, hin rêxistinên Kurdan û hêzên herêmî, hewl didin têgîna PKK hîna li herêmê heye, avakirin. Hev hêz li şûna ji HPG’ê re şikardar bin ku rêzdariya wan li hemberî DAIŞ’ê parastin. Lê li şûna vê yekê bikin, li ser hikûmeta Irakê hewl didin têgîna PKK hîna li herêmê heye avabikin. Bi vê armanc dikin ku hêcetan ji bo hêzên dixwazin li ser gelê Êzidî komkujiyan pêk bînin, derbixin holê. Ji xwe berî PKK ji Şengalê vekişe jî, hêzên HPG’ê li herêma Gelî Kersî tunebûn. Ji ber vê yekê nûçeyên balafirên şer ên Iraqê li kozikên PKK’ê xistin ne rastin.”
HGP DI 2’YÊ NÎSANÊ DE VEKIŞIYA BÛ
Di rojên derbas bûyî de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di meha Adarê de daxuyand û got: “Şert û mercên 3’yê Tebaxa 2014’an êdî ji holê rabûne. Gelê Êzidî êdî bûye civakek birêxistin kirî. Êdî Şengal û derdora wê tên parastin. Ji ber van sedeman hêzên me yên gerîla dê paşve vegerîn çeperên xwe.” Piştî vê daxuyaniyê endamên HPG û YJA-STAR’ê di 2’yê Nîsanê de, di merasîmeke li Şengalê hat li darxistin de xatirê xwe ji gel xwestin û ji Şengalê derketibûn.