ENQERE – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi boneya der barê lêpirsîna li dijî 4 wekîlên HDP’ê yên tev li merasîmê endamên PKK’ê bûbûn axivîbû di der barê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de lêpirsîn da destpêkirin.
Buldan di civîna koma xwe ya Meclîsê ya li Wanê kom bûbû axivîbû û gotibû: “Em lêpirsîna li dijî 4 hevalên xwe qebûl nakin. Tevlîbûna merasîma cenaze tiştek di çanda me de ye. Ev peywîra me ya mezin û berpirsyariya me ye. Ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin em têdikoşin. Heke di şer de mirov jiyana xwe ji dest bidin berpirsyariya me jî ew e em li cem malbatan cih bigirin. Em ê ji niha şûn ve jî viya bikin. Malbatên me ne bi tenê ne.”