ŞIRNEX – Di Şirnexa ku qaşo OHAL lê rabû de li navendê 6, li Cizîrê 8, li Basa 2, li Silopî 4, li Elkê 3, li Qilaban 2, li Hezexê 4 û bi giştî 29 nokteyên kontrolê yên polîsan hene.
Ji ber hewldana 15’ê Tîrmehê ya ‘qaşo’ wek ‘rast’ pênese kirin û 20’ê Tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) îlan kirin. Piştî wê OHAL 7 car hat dirêjkirin. Di çend rojên derbasbûn de qaşo ev hal hat rakirin. Di serdema Rewşa Awarte de gelek binpêkirinên mafan ên giran pêk hatin. Kiryarên OHAL’ê hê jî giraniya xwe kêm nekiriye. Li Şirnexa ku qedexeyên derketina kolanan lê hatin îlankirin; bajarê wî yekser hat wêrankirin; li ser navê ewlehiyê rêxistinên leşkerî û polîsîye lê hat zeximkirin hê jî wek kiryarên OHAL’ê bi hemû giraniya xwe tê jiyîn.
29 NOXTEYÊN KONTROLA POLÎSAN
Piştî îlana OHAL’ê di bin navê ‘ewlehiyê’ bê hed û hesab qaşo tetbîr hatin girtin. Di hemû ketin û derketinên bajêr, navçe û bajarokan de kontrola ewlehiyan di asteke jor de hat sazkirin. Ew noxte hemû wek xwi ne û di ‘Rewşê’ de çi dikir îrojî heman tiştî dikin. Hema bêje li hemû tepên çiya yên bajêr û navçeyên wê baregehên leşkerî lêkirin. Hete di noxteyan de kontrola GBT’ê pêk neye kes nikare bikeve bajêr û ji bajêr derkeve. Li hin cihan ji ber kontrolê duvika dirêj a maşîneyan çêdibe. Ji 29 noxteyên polîs 6 jê li navenda Şirnexê, 8 jê Cizîrê, 2 jê Basa, 4 jî Silopî, 3 jî Elkê, 2 jê Qilaban û 4 jê jî Hezexê ne.
BI 10’AN NOXTEYÊN KONTROLÊN LEŞKERÎ
Ligel van noxteyên kontrolê, bi dehan noxteyên kontrolê yên leşkerî jî hene. Hema heme li hemû çerxeriyên gundan de noxteyeke kontrola leşkerî heye. Hin cih hene ku ji ber kontrola nasnameyê gundî demeke dirêj li duvukê dimînin. Bala mirov dikşîne ku dema mirov tê noxteyên lêgerîna polîs û leşkeran ajokar dengê stranên kurdî heta dawiyê digrin.
QEDEXEYA LI SER SEDAN CIHÎ HÊ DIDOME
Hê di serdema OHAL’ê de cihên ku biryara qedexeya ‘Herêma Ewlehiya Taybet’ hatiye îlankirin hê wek xwe didome. Taybet jî bi sedan cihên li Gabar, Cudî, Besta, Kato Jîrka û Çiyayê Herekol ku cih û warên koçerane hê jî qedexene. Destûr nîne sivîl bikevin û derkevin.
DI HER KOLANÊ DE DEWRIYEYA WESAYÎTÊN ZIRXÎ
Di ber qedexe û noxteyên kontrolan de li kolanên navenda Şirnex, Cizîr, Silopî û Hezexê 24 seet wesayîtên zirxî dewriye digerin. Ji ber ku dema dewriyeyê de wesayîtên zirxî pir lez tên ajonin heta niha hêjmareke zêde zarok, jin, kal û pîr di binê wesayîtên zirxî ên polîs û leşkeran de mane û jiyana xwe ji dest dane.
MA / Gokhan Altay