RIHA – Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar ku kekê wî û biraziyên wî ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û gefên kuştînê lê hatibûn xwarin de, girtin.
Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar ku kekê wî Hacı Esvet û biraziyên wî Adil û Celal ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û gefên kuştînê lê hatibûn xwarin de, girtin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin polîsan roja şemiyê bi ser mala Şenyaşar de girtine û ji ber ku Şenyaşar li derveyî bajar bûye, nehatiye binçavkirin.
Şenyaşar têkilarî mijarê axivî û diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê de hemû alavêyên wî yên elekronîk detserkirine û piştî vê yekê bi telefonê li geriyane û ji bo îfade dayînê ew vexwendine qereqolê. Şenyaşar destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye heke neçe îfadedayînê dê derbarê wî de biryara girtinê bê dayîn.
Şenyaşar bi lêv kir ku sedema serdegirtina mala xwe hîn nekiriye û nedîtina kujerên keke xwe û zarokên wî û bi bîr xist û berteke nîşanî rayedarên dewletê da. Şenyaşar her wiha bi bîr xist ku hê derbarê Faîk Yildiz ku gefa kuştinê lê xwariye jî tu muamele nehatiye destpêkirin.
Hêjayî gotineyê ku Şenyaşar heftaya borî ji ber ku Faîk Yildiz gefa kuştinê lê xwaribû, çibû edliya Rihayê û giliyê Yildiz kiribû.