Temellî: Yên gef li malbata Şenyaşar dixwin bixin ber lêpirsînê

img

AGIRÎ – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Agiriyê axivî û got: “3 hevalên me li Pirsûsê li ber çavê hemû kesî qetil kirin. Malbat neçar ma ji Pirsûsê koç bike. Ez carek din bang li dozgeran dikim, wezîfeya xwe bikin. Kî gefan li Emîne Şenyaşar dixwe lêpirsînên pêwîst bidin destpêkirin.” 

 
Hevserokêr Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li gel parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum û Hasan Ozguneş pişî kampa li Wanê berê xwe dan Agiriyê. Heyeta HDP’ê ewil çûn navçeyên Panos û Dutaxê. Gelê navçeyan heyetê pêşwazî kir. Temellî û heyeta pê re pişt re derbasî navenda Agiriyê bûn û esnafên li Meydana Tahîr Elçî ziyaret kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî heyetê dan. Pişt re heyet derbasî avahiya HDP’ê ya bajêr bû û Temellî li vir xîtabî gel kir. Temellî diyar kir ku ew ji pêvajoya hilbijartinê ve nehatine Agiriyê û ji bo serkeftina gelê Agiriyê ya hilbijartina 24’ê Hezîranê pîroz kir. 
 
'OHAL DÊ MAYÎNDE BIBE’ 
 
Temellî anî ziman ku di bin şertê OHAL’ê de hilbijartina 24’ê Hezîranê bi her cûre dek û dolaban pêk hatiye û got: “Bi walî, qeymeqam, polîs û leşkerên xwe kampanyaya hilbijartinê birêve birin. Bend danîn pêşiya me, lê me bi hev re hilweşand. Em bi koma herî hêzdar a mezin temsîliyeta Tirkiyeyê çûn Meclîsê. Li dijî vê îktîdara zilmdar di sindoqan îradeya gel derket. Ya esas ne Meclîs û hilbijartin e, ya esas têkoşîn e. Beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê bi me didome. Îro dibêjin ‘OHAL rabûye’ lê li Meclîsê yasaya OHAL’a nû tê dîtin. Beriya niha bi 3 mehî dirêj dikirin, niha dê OHAL’ê 3 sal dirêj bikin. Dixwazin rewşê wiha asayî bikin. Em ê li dijî vê OHAL’ê jî nerazîbûnên  xwe bînin ziman. Em ê li tax, kolan, kargeh û bajarên û li her deverê li dijî vê pergala OHAL’ê û faşîzmê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIRÊXISTIN BIKIN’ 
 
Temellî destnîşan kir ku dê 67 parlamenterên HDP’ê li her devera Tirkiyeyê bin û wiha axivî: “Em dengê gel in. Em ê li dijî faşîzmê vê têkoşînê bi hev re rêxistin bikin. Wekîlên me di navbera gel û parlamentoyê de pir in. Em ê li her deverê bi wekîlên xwe re rêxistinbûyînê bikin. Em ê li cem hemû mexdûrên vê pergalê cih bigirin û xebatne xwe yên rêxistinê birêve bibin. Em ê ba hêzên demokrasiyê xebat û têkoşînê bikin. Em di rojên tarî de derbas dibin, ên vê parçe bikin jî em in. Em ê bi soza me daye cangoriyan û hêza me ji wan girtiye rêya xwe bidomînin.” 
 
JI BO PIRSÛSÊ BANG KIR 
 
Temellî der barê êrîşa li ser malbata Şenyaşar a li Pirsûsê de jî axivî û wiha got: “Li ber çavê hemû kesan 3 hevalên me li nexweşxaneyê bi awayekê hovane qetil kirin. Li ber çvê walî û personelên nexweşxanê hatin qetilkirin. Ligel ku hemû bersûc diyarin jî, lê kesek bi tenê jî nehat binçavkirin. Wezîrê Karê Hûndir derdikeve hemû kesan sûcdar dike û heqaret dike. Xwest me sûcdar nîşan bide û bi vî awayî ser sûcên xwe bigire. Gelo qatilên van 3 hevalên me li ku derê ne? Vaye niha dîsan gefan li malbatê dixwin. Malbata neçar ma ku ji Pirsûsê bar bike. Ez dîsan bang li dozgerên vî welatî  dikim, peywira xwe bînin cih. Ger li holê sûcek hebe, divê lêkolin bike, lêpirsîn û dozê veke. Li holê ne sûcek 3 sûc hene. We derbarê van de tiştek nekir. Divê hûn derbarê kesên gef li Emîne  Şenyaşar dixwîn de jî lêpirsînê vekirin.”
 
‘DIJMINATIYA KURD BINGEHA KRÎZAN E’
 
Temellî bal kişand ser krîza aborî ya di rojevê de ye û got: “Krîzên aborî, siyasî û civakî hemû bi hevre tên jiyîn. Ev desthilatdar, ji ber hirsa di desthilatdariyê de bimîne, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Em hatin Agiriyê. Min pirsa pirsgirêka herî mezin a Agiriye çiye, kir? Ji min re gotin bêkarî, cotkarî û sewalkariyî ber bi qedandinê ve diçin.  Ji neçarî salê 30 hezar mirov ji Agiyê koç dikin. Heman pirsgirêk li Colemêrgê, Şirnexê, Bedlîsê û Mêrdînê jî tên jiyîn.  Hikûmeta ku mecbûre çareseriyê bibîne, hîn zêdetir êrîş dike û gel xizan dike. Li ser vî şerî desthilatdariya xwe dide jiyîn. Em dixwazin ev xizantî bi dawî bibe, mafê cotkar, karker û sewalkaran bê parastin. Weke ku hemû kes jî dizane dijminantiya gelê Kurd bingeha krîzan ava dike. Dawî li şer û xizantiyê anîn di destê me deye. Em ê bi hevre têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin û  bi ser bikevin. Me çawan di 24’ê Hezîranê de benda hilbijartinê hilweşand, emê di serdema nû de jî bi bilindkirina têkoşînê vê desthilatdariyê ji holê rabikin.”   
 
Temellî piştî hevdîtina li Agiriyê tê payîn derbasî Îdirê bibe.

Sernavên din

25/07/2018
12:13 Bergirî negirtin goristan wergeriya herriyê
11:58 Li Sûriyê di êrîşên xwekujî yên li peyhev de 38 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn
11:28 7 herêmên Şirnexê hatin qedexekirin
11:16 Beştaş: Daraz bi talîmata Erdogan biryar dide
11:13 Walî, Kemal Kurkut neheq kir û 72 polîsan mafdar derxist
11:05 Li Manîsayê jinek di zeviya lê dixebitî de, mirî hat dîtin
10:53 Ji 7 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
10:25 Polîs hîna jî kurê wê yê kuştin pirs dikin
10:20 25 sal e agahî jê nayê girtin
09:47 Prof. Bîçer: Em hêj zextên OHAL’ê hilm dikin
09:24 Gundiyên neçarê koçê bûn: Qada jiyana me teng dikin
09:22 Maxdurê KHK’ê: Ji têrkirina zik re ne pêwîste tu memûrbî
09:15 ‘Birêxistina gel dikare HES û bendavan asteng bike’
09:14 'Berdêla keda xwe em ji çêja dolmeyan distînin'
09:10 Ji ber çewlîgên masiyan turîst nayên
09:08 Daneyên Walîtiyê têkçûna turîzmê dide nîşan
09:04 Li Şaredariya Licê lêpirsîn û ferzkirina ajantiyê
09:02 Di qaseya kamyonê de rêwîtiya mirinê dikin!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2018'AN
24/07/2018
18:06 Malbat Şenyaşar çû serdana goran
17:51 Leşkeran malên gundê Qestelê Miqdêd hilweşand
16:52 Nûçegihanê me Çaglar hat berdan
16:42 Cotkarên Pirsûsê DSÎ’yê şermezar kirin
16:36 Rewşa rojnamegerên girtî ji Wezîr Gul hat pirsîn
15:39 Malbata Şenyaşar: Bila HDP me bi tenê nehêle
15:30 Di nava 6 mehan de ji girtîgehê herêma Marmarayê 543 serlêdan
14:30 10’emîn hejmara Kovara Jîneolojiyê derket
14:14 Li Efrînê revandina sivîlan didome: Cebhet El-Şamiye 30 sivîl revandin
13:51 KCD’ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir
13:11 Hawara Pêşmergeyê birîndar: Êdî bes e bêdeng nemînin
12:43 Hevşaredar Kaya: Ez sûcdar bim, qeymeqam jî sûcdar e
11:42 Ocalan: Bûyerên malbata Şenyaşar jiyan bir Meclîsê
11:24 Nûçegihanê me Çaglar hat binçavkirin
11:19 Li Gabarê pevçûn
11:18 Prof. Turgay: Yên şîn û ezanê qedexe dikin rêya wan ne rêya îslamê ye
11:12 Şahdî: Nûçeyên ‘kozikên PKK’ê yên li Şengalê hatin bombebarankirin’ derewand
10:29 HDP dê li Meclîsê muxaliftiyê bike û bi gel re jî têkoşînê bihûne
10:28 Der barê Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin
10:16 Hamzaoglu: Bi girtina me xwestin hesab ji me bixwazin
09:31 Li Şirnexê her tişt weke tê zanîn e!
09:30 ‘Bawerî û çanda Elewî li ber qirkirina nijadî ye’
09:29 Ji bo ku karkerê hê baş ne bûbû xebitandin xetera ameliyatê dijî
09:28 Rektor ji 38 xwendekaran re teblîgat şand: We 338 hezar û 860 TL zirar daye, bidin
09:13 'Trambus zirarê dide hebûna dîrokî ya Rihayê’
09:11 Îstîsmara ku bi nameyê derket holê
09:09 'Ji bo ji îmarê re vekin şewatê derdixîn in’
09:07 'Em weke gul in'
09:05 Ji bo mezaxtinek adil û xwezayî hatin gel hev
09:03 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2018'AN
23/07/2018
17:00 Buldan li Colemêrgê xwest Leyla Guven bê berdin
15:42 Li Enqereyê teqînek rû da
15:05 Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar de girt
15:03 Temellî: Yên gef li malbata Şenyaşar dixwin bixin ber lêpirsînê
14:37 Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome
13:14 Buldan: Li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekane hêvî HDP ye
12:27 Hat îdiakirin ku ji ber şideta polîsan xwe avêtiye xwarê
12:15 AKP’ê ji bo leşkeriya bedelî dê pêşniyazeke din pêşkêş bike
11:59 Li Antalyayê cînayeta kar
11:57 Li Tirkiyeyê 560 zarok bi dayîkên xwe re girtîne
11:56 Hiqûqnas Kanar rejîma nû pênase kir: Mîna rejîma reîsiya Azerbaycanê ye
11:33 Li Şîrvanê cerdevan bi hev ketin
11:06 ‘Rewşa Awarte ya mayînde’ li lîjneya giştî ye
10:47 Nexweşê di nava nivînan de kirin girtîgehê
10:19 'Ez bi gopal jî bimeşim, ez ê vî barî li pişta xwe bikim'
09:58 Li dijî walîtiya Hewlerê êrîşa çekdarî pêk hat
09:24 Ji ber tenduristiya lawê xwe bi fikar in
09:24 Di dosya Yildiz ê AKP’î de çi bêjî heye
09:14 Girtiyê nexweş Aytek ê berî 3 salan hat berdan di beşa lezgîn deye
09:13 Di zeviyan de 7 meh bi zirar xebitî
09:11 Çêjeke kevneşopiya Îdirê: Bozbaş
09:08 Niha jî bi JES'an gel koçber dikin
09:06 Îhmalkariyê Şîmşek kuşt
09:05 ‘Rewşa Awarte wek silindir bi ser hunerê re derbas bû’
09:03 Rojnameger Taşkin ji girtîgehê nivîsand: Ji bo avê kota anîn
09:01 'Tecrîd êdî xizmeta desthilatdaran nake, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2018'AN
22/07/2018
14:59 ‘Nûrî Aydin ji ber hevalê wezîr bû we ew kir rektor?’
14:43 Kemal Turkler li ser gora hat bibîranîn
14:13 Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê: Di serdema nû de em ê li kolanan bin
13:08 Li Colemêrgê Rewşa Awarte ranebûye
12:04 Ji malbata xwe 5 kesan kuşt
11:50 Temellî: Em ê muxalefetê bi parlamentoyê sînordar nekin
09:37 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
09:15 Şêwaza kuştina li Efrînê: Dest û ling jê dikin û dikujin
09:13 Ozugurlu: Serdema reştir a Filistinê dest pê kir
09:10 Modeleke Komîn a pêşketinê: Kavar
09:08 ‘Dê tenduristiyê hê bihatir bikin’
09:07 Malbata Şenyaşar ji Pirsûsê koç kir
09:04 Rojnameger Ziya Ataman: Ez girêdayî dermanan dijîm
09:03 Ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re hatiye terxankirin
09:02 ‘Çareserî bi nasîna statuya malên cemê nikare bê sînordarkirin’
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2018'AN
21/07/2018
15:54 Çalakiya F: Koçer li ser piya nikare bisekine
15:16 100 hefte şûn ve li heman cihê çalakiya xwe dewam kirin
15:11 Dayîkên Şemiyê ji bo rojnameger Ferhat Tepe edalet xwestin
14:50 'Girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat bila bê berdan’
14:48 Karkerê ji şaneşînê ket jiyana xwe ji dest da
14:14 Ji DÎSK’ê rapora OHAL’ê: Ev rejîm ji gel re zirar e
14:06 ‘Em ê bi gelê xwe re rondikan jî bibarînin û keyfxweş jî bibin’
13:26 Bûldan: Em ê li cem malbatên xwe bin