ENQERE – Serokwekîlê Koma AKP’ê Mehmet Mûş diyar kir ku ji bo kesên ku serî li leşkeriya bedelî bidin ji bo ku 21 roj leşkeri bikin dê pêşniyazeke din pêşkêş bikin.
Serokwekîlê Koma AKP’ê Mehmet Mûş têkildarî nîqaşên ser leşkeriya bedelî daxuyaniyek da û diyar kir ku têkildarî mijarê dê pêşniyazeke din pêşkêş bikin. Mûş got ku li bendê ne piştî temambûna hevdîtinên plan û butçeyê pêşniyaza wan qanûnî bibe û eev tişt anîn ziman: “3 pîvan hene. Di çarçoveya nîqaşên di raya giştî û saziyên siyasetê de û planên TSK’ê yên têkildarî îro û siberojê de pêşniyaza me ya 28 rojan îro tê nîqaşkirin. Her wiha ji bo ku 28 bibe 21 roj em ê pêşniyazek bidin komîsyonê.”