ENQERE - Li Tirkiyeyê, 560 zarokên temenên wan dinavbera 0-6 saliyê de, bi dayîkên xwe re li girtîgehan dimînin. Sekretera Giştî ya TPD’ê Ebru Ergîn, diyar kir ku zarokên di girtîgehan de bi dayîkên xwe re dimînin, li gorî zarokên di temên xwe de pêş nakevin.
Li gorî danayên sala 2017’an ên Wezareta Dadê, 560 zarokên temenên wan dinavbar 0-6 saliyê de bi dayîkên xwe re li girtîgehan dimîn in. Li gorî madeya 65’emîn a Qanûna Înfazê ya Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê ya Hejmara 5275’an, zarok heya 6 saliya xwe dikarin li gel dayîkên xwe yên girtî û hikûmxar bimînin. Sekretera Giştî ya Komeleya Derûnnasên Tirk (TPD) Derûnnas Ebur Ergîn û Derûnnas Ozge Şahîn, derbarê zarokên di girtîgehan de û pêşketina zarokên di girtîgehan nirxandin.
‘DU NÊRÎNÊN DIJ HEV HENE’
Derûnnas Ebru Ergîn, diyar kir ku ji bo zarokên gel dayîkên xwe di girtîgehan de dimînin du nêrînên dij hev hene û wiha axivî: “Hin dibêjin zarok gel dayîka xwe be baştir û hin jî dibêjin bi demê re ve dibe pirsgirêk. Zaroka tenê bi fîzîk pêş nakevin, di warê mejî de pêş dikevin. Zarokên tevger dikin tiştên nû fêr dibin. Ji ber vê yekê zarokên di girtîgegahan de mezin dibin, li gorî zarokên temenê xwe pêş nakevin û tim paş de dimînin. Zarok heya 6 saliya xwe bi dayîkên xwe re têkiliyek pir baş dikirin, lê dama ji dayîkên xwe qût dibin jî nikarin bi kesên derve de re zû biz û têkilîl danîn û pir zehmetiyan dikêşin. Di vê çarseriyek alternafît ji bo vê yekê bê dîtin.”
‘DIVÊ QADÊN LI GORÎ TEMENÊ ZAROKAN BÊN AVAKIRIN’
Derûnnas Ozge Şahîn jî, diyar kir ji roja zarok tên dine ji bo bijîn pêdiviya wan bikesêkê heye û wiha axivî: “Ev kesa dest pê kê dayîke. Ji bo dayîk û zaroka bi awayekê tendurist bi hevre derbas bikin û divê qadên li gorî temenê zarokna bên avakirin. Ji bo pêşketina fîzîkî û mejî divê hemû pêdiviyên wan bên derbaskirin. Ji xwe jin ji şert û mercên girtîgehê bi bandor dibin. Di heman demê de ji ber rolên wan ê dayîktiyê fikarên cuda dijîn. Ji bo ev fikar bên derbas kirin, zarok bi awayekê baş bên mezin kirin pêwîstî bi qadên azad heye.”
MA / Berîvan Altan