STENBOL - Dayîk û bavê Îbrahîm Koçer ê nexweşîna giran ê ji nişkand e tedawiya wî birîn û kirin girtîgehê axivin û gotin: “Bi tena serê xwe nikare xwarin bixwe. Nikare destên xwe bi kar bîne û bimeşe. Gelo çawan kesek wisan dikarin bixin girtîgehê. Dê bi mehan çawan li girtîgehê bê dermankirin.”
Îbrahîm Koçer ê bi hinceta di dema qedexeyên derketina derve yên li herêmê, di 12’ê Kanûna 2015’an de li Êlihê beşdarî çalakiyek şermezar kirinê bû, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Êlihê derbarê wî de doz hat vekirin û bi sûcdariya “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kirin” û “Madeyên bi talûke û teqemenî li gel xwe girtin” 7 sal û 1 meh cezayê girtîhê lê hat birîn. Daîreya Cezayê 16’emîn a Dadgeha Bilind biryara qebûl kir, ji Serdozgeriya Komarê ya Êlihê re şand û dozgeriyê jî derbarê Koçer de biryara girtinê da.
Koçer ê ji bo xebatê çûbû navçeya Çorlu ya Tekîrdagê, di 15’ê Adara 2018’an de qeza derbas kir û li nexweşxaneyek taybet dihat dermankirin. Koçer di 13’ê Hezîranê de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn a Perwerdê ya Sing û Nexweşî ya Yedîkule ya Stenbolê hat kirin. Koçer di 28’ê Hezîranê de emeliyeta Stenoz trakea derbas kir û ji nexweşxanê hat derxistin. Koçer ê nêzî 5 mehan li nexweşxanê hat dermankirin, bi sandelyeyê tekerlikê anîn Edliya Çaglayena Stenbolê. Dozber biryara Dadgeha Bilind li rûyê Koçer xwend û ew şand Girtîgeha Sergirtî ya T2 a Metrîsê û ji wir jî berî 13 rojan sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 a Sîlîvre hat kirin.
‘JI XWE BI ŞANS XELAS BÛ’
Bavê Koçer Mehmet Salîh Koçer, derbarê rewşa kurê xwe de axivî û wiha got: “Em li Êlihê bûn. Ji ber rewşa maddî kurê min ji bo xebatê çû Çorlu. Piştî ji kar derdikeve, bi motosîkletê diger û qeza derbas dike. 39 rojan di beşa lazgîn de ma. Boriya nefesa wî parçe bû û ji bo bêhnê bide û bistîne di qirika wî de kun vekirin û cîhaz pêve kirin. Dermakirina kurê min di şert û mercên pir giran de derbas bû. Bijîşkan gotin ‘bi şans xelas bûye.’ Dema hinek baş bû sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê kirin. Nêzî mehekê li wir jî hat darmankirin. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Cerrahî ya Sing û Nexweşxaneya Sing a Yedîkule kirin.”
‘TEDAWIYA DU MEHAN JI NIŞKÊ DE BIDAWÎ KIRIN’
Bav Koçer, anî ziman ku kurê wî çand emeliyat derbas kirin û wiha bi dawî kir: “Hîna çend meh dermankirina kurê min hebû, lê birin kirin girtîgehê. Ji ber zextên polîsan, bijîşk necar man ku dermankirina kurê min bi dawî bikin.”
‘SÊ CARAN HAT EMELIYAT KIRIN’
Dayîk Sabriya Koçer jî, diyar kir ku kurê wê 26 rojan têkoşîna man û nemanê da û wiha got: “Ji bo nefesê bistîne, me cîhaza bêhnê ya bi 15 hezar TL kirî. Piştî ji beşa lezgîn derxistin jî, dinava du rojan de krîz derbas kir. Sê caran ji boriya nefesê emeliyat bû. Tişta bi kurê min kirin zilme. Belgeya cezayê şandin nexweşxanê. Polîs bi şev û roj li ber deriyê odeya me bûn. Kurê min ê dinava nivînan de birin kirin girtîgehê. Hîna dermankirina wî ne qediya bû. Bijîşkan ji nişkan ve belgeya derketina ji nexweşxanê dan me. Zextek mezin li bijîşkan kirin. Dermankirina kurê min rawestandin û birin kirin girtîgehê. Gelo dewlet li ku derê ye? Kurê min nikare destên xwe bi kar bîne û bimeşe. Gelo kesek wisan çawan dikarin bikin girtîgehê. Dê bi mehan çawan li girtîgehê bê dermankirin. Bila rayedarên dewletê destê xwe danîn ser wijdana xwe û dengê min bibihîsin. Ez tenê dixwazim kurê min li gel min be. Bila vê zilmê bi dawî bînin.”
MA / Elîf Çetîner