NAVENDA NÛÇEYAN – Ji aliyê 2 kesan ve li dijî walîtiya Hewlerê êrîşa çekdarî pêk hat. Êrîşkaran polîsek birîndar kirin û ketina hundirê avahiya walîtiyê. Derdora avahiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin û tedbîrên ewlehiyê girtin.
Li Herêma Kurdistanê di saetên serê sibehê de ji aliyê 2 kesan ve li dijî avahiya walîtiya Hewlerê êrîşa çekdarî pêk hat. Cigîrê waliyê Hewlerê Tahir Abdullah têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku polîsekî ku ewlehiya bînayê girtiye, ji ber êrîşê birîndar bûye. Abdullah detnîşan kir ku polîsê birîndar rakirine nexweşxaneyê û got ku êrîşkar ketine hundirê bînayê.
Abdullah di berdewamê de têkildarî bergiriyen ku hatine girtin jî agahî dan û diyar kir ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bîna hatiye dorpêçkirin û bergiriyên ewlehiyê hatine girtin. Abdullah her wiha da zanîn ku ji bo girtina êrîşkaran operasyona dane destpêkirin.