RIHA - Di dosyeya darizandinê ya xizmên Wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku berya hilbijartinê li Pirsusê ji malbata Şenyaşar du bira û bavê wan kuşt de çi bêjî heye. Ji heman malbatê li ser 35 kesan doz hatine vekirin. Di dosya wan de “avakirina rêxistina sûc, tefecîtî, yaxmekirin, gefxwarin û hwd" her tişt heye. Ceza û mehkumkirin heye, lê kes nehatiye girtin.
Wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe 14’ê Hazîranê de li Pirsusê di kampanya propagandayê çûn dikana malbata Şenyaşar. Di navbera wan û malbata Şenyaşar de piştî nîqaşê şer derket û di şerê çekdarî yê derket de birê Yildiz ê AKP'î yê mezin Mehmet Şah û ji malbata Şenyaşar jî 2 bira û bavê wan hatin kuştin. Di bûyerê de Adîl, Celal, Fadil, Ferît Şenyaşarê ku birîndar dibin radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Bavê wan Hecî Esved Şenyaşar jî ji bo dîtina zarokên xwe diçe nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê Adil û Celal jiyana xwe ji dest didin, bav Hacî Esvet û kurê wî Mehmet Şenyaşar ji aliyê xizmên malbata Yildizan ve bi kêr û çekan tên kuştin. Mehmet, Fadil û Ferît bi revê ji nexweşxaneyê tên derxistin û radikin nexwaşxaneyeke din.
PEYWIRA SEREKE TEFECÎTÎYE
Li gor îdiyên li nava gel malbata Yildiz wek malbata tefeciyan tên nasîn. Di serî de li Riha û Pirsusê her wiha ji 1990’an û şûn ve jî li Mersînê bi dehan caran dozên faîz, tefecîtî, bertîl, revandina mirovan, yaxme, gef, birîndarkirin, xesp û cînayetê doz vebûne û hatine darizandin.
Li Mersînê di 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran de ji endamên malbata Yildiz û Şîmşek li 35 kesan doz hatine vekirin. Ev her du malbat yek in û xizmên hev in. Darizandin bi boneya ku sûc bikin rêxistin ava kirine, di rêxistina hatî avakirin de "bûne endam, tefecîtî, yaxme, parastina sûcbar û sûc, bikaranîna navê rêxistinan li kesan gef xwarin, ji holê rakirina daneyên sûc, veşartin û guhertina daneyên sûc, bi zanebûn avakirina xetereya ewlehiya giştî, astengkirina azadiya xebatê û hwd" pêk hatiye.
HATINE MAHKÛMKIRIN
Di dosyayên hatin darizandin de bi giştî 126 sal û nîv ceza li xizmên Yildiz Latîf, Reşat, Samî, Şevket, Mehmet, Kahraman, Saîm, Hîkmet, Celal Yildiz û Muslum, Şahîn û Fuat Şîmşek hatiye birîn. Li Mersînê ev cezayê ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hatiye dayîn ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê ya Heremî ve jî hatiye erêkirin. Ev dosye li Yargitayê jî hatiye dîtin. Lê di encamê de tu endamên malbata Yildiz ji ber van cezayan ve nehatine girtin. Her diçe jî bêtir sûcên nû li yên dinê zêde dikin.
DETAYÊN DI DOSYAYÊ DE
6’ê Adara 2012’an de polîsê Edenê operasyona bi navê "Şîmşek" ji malbatên Yildiz û Şîmşek bi giştî 35 kes binçav kirin. Ji wan 5 kes hatin girtin. 30 kes serbet berdan. Li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê li ser sûcê "Avakirina rêxistina suc, endambûna rêxistina sûc, tefecîtî, yaxme, gef, ji holê wendakirina delîlên suc " doz li wan vekir. Di Adara 2014’an de ji ber guherîna zagona TMK doz çû Mêrsînê û di Dadgeha Cezayê Giran a 4'mîn a Mersînê de dom kir. 102 kes derbarê vana de gilî kirin. Li gor tehqîqata polîs li 40 kesan hîle kirine û wan xapandine. Gef li wan xwarine, dest dane ser malê wan û bizor senet dane îmzakirin.
BÛNE SEDEMÊ KUŞTINA 2 KESAN
Di detayên dosyayê de dertê holê ku gefa kuştinê li gelek mirovan xwarine. Bûne sedemê mirina Alî Îsnaç û Mustafa Aksar. Li Edene û Mersînê di bin navê vekirina gelek kirathaneyan de qumar dane lîstin. Di dema qumarê de gelek car hişbir xistina nav madeyên vexwarinên hin kesan û bi van rêbazan bi van kesan senet dane îmzekirin. Alî Îsnaç jî dinav van kesandeye. Îsnaç di odeyeke otêlê ya li Enqereyê bi îdiaya ku xwe xeniqandiye hatiye dîtin.
GEFA MIRINÊ LÊ XWARINE
Suleymanê Kekê Alî Îsnaç piştî întixara birê xwe dest bi xebitandina dikanê birê xwe dike. Lê Muslum Şîmşek û Mehmet Yildiz tên û dibêjin ji ber deynê wan ê li Alî Îsnaç ew şirîgê dikan in. An tuyê perê me bidî an jî em destur nadin ku hun bijîn. Bi vî hâletî dest datînin ser dikan. Ev di dosyayê de jî cih digre.
Li Tarsusa navçeya Mersînê welatiyê bi navê Mustafa Aksar ji ber destê wî teng dibe ji vana bi deynî pere distîne. Deynê ku dane ji sedî 50 faîz dixwazin. Aksar nikare deynê xwe bide. Gef lê dixwun. Dêbêjin “ew ê lawê wî bikûjin. Jin û zarokên wî hildin û bibin çiyê. An jî mala xwe ya li ser sê qatan di teminata deynê xewe de bide. Na ku nede derfetê wan heye ku di her kêlî û li her derê wî bikûjin û ji ber kuştinê jî em dê rojek jî nayên girtin. Bi eqil be û zêde bijî.” Piştî van gefan dest dan ser xaniyê 3 qatan û cihê kar. Piştî vê jî tapuyên van malan li ser Reşad Yildiz çêdikin. Ev di dosyayê de derdikevin holê.
Di dosyayê de tê gotin ku Mustafa Aksar bi rengeke bi guman dawî li jiyana xwe aniye. Dadgeh ji ber cezayê şênber yê Muslum Şîmşek û Reşat Yildiz bi giştî 5 kesan 126 sal ceza li wan dibire. Ceza li Dadgeha Heremî ya Antalya û li Yargitayê tê dîtin û erêkkirin.
SÛC PIRE Û GIRTIN TINE
Dadgeha Îstînafê li Latîf Yildiz bi boneya "Sûc bike rêxistin ava kiriye û birêve biriye, li gelek kesan bi vê rêxistina ava kirî gef xwariye, ji ber van gefan û tirsan hin kes birîndar bûne" 48 sal ceza, li Mehmet Yildiz (lawê Latîf Yildiz) bi boneya "Sûc bike rêxistin ava kir û birêve bir, bi vî sûcê mezin pêk anîn" bi giştî 62 sal ceza, li Muslum Şîmşek ji ber heman kiryaran 47 sal ceza, li Kahraman Yildiz bo ku "alîkarî daye vê rexistina û ji bo sûc pêk bîne" 2 sal û 6 meh ceza, li Reşat Yildiz ji ber heman kiryarê 17 meh û nîv ceza, li Hîkmet Yildiz bi heman hincetê 4 sal û 6 meh ceza, li Celal Yildiz 6 sal û 3 meh ceza, li Şevket Yildiz 14 sal û 6 meh ceza, li Fuat Şîmşek 20 sal û 6 meh ceza hatine birîn. Lê li gel birîtina ceza û erêkirina ceza kes nehatiye girtin.