AMED - Girtiyê nexweş Selahattîn Aytek ê ji ber xweşiya xwe ya giran ku berî 3 salan ji girtîgehê derket, ji ber ku nexweşiya wî giran bû, nêzî 20 rojane li nexweşxaneyeke Amedê di beşa lezgîn de tê derman kirn.
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), 402 jê giran, hezar û 154 girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin. Ji ber şert û mercên girtîgehan her ku diçe hejmara girtiyên xweş zêdetir dibe. Girtî ji ber ku di demên xwede nayên derman kirin, an jî dermankirina wan ji ber muameleyên keyfî û pêkanînên cuda tên astengkirin, her roja derbas dibe rewşa wan xerabtir dibe û bi mirinê re rû bi rû dimînin. Yek ji van girtiyên nexweşîna giran Selahattîn Aytek ê her du lingên wî felcin. Aytek girêdayî sandelya dijî û nexweşîna “Heredîter Spastîk Paraparezî (HSP)” pêre heye.
Aytek di sala 2005’an de li Amedê, bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Aytek dûre ji bo salekê hat berdan, lê di sala 2008’an de ji ber ku cezayê wî hat erêkirin cardin hat girtin. Aytek di sala 2010’an de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sîrgûnê Girtîgeha Tîpa E Mûşê tê krin. Li vê derê teşhîs afitika pişt û stû ji bo Aytek tê danîn. Aytek heya demêkê dermanan vedixwe. Ji ber ku tedawiya Aytek hat sînordar kirin, asteng kirin û derfetên dermankirinê ji bo wî nehatin dayîn, her ku çû rewşa wî girantir bû. Aytekê rewşa wî giran bû, ji bo talûqkirina ceza serlêdan kir û ev serlêdana wî di 15’ê Îlona 2015’an de hat qebûlkirin û berdan.
BERÎ 6 MEHAN ÊDÎ NEKARÎ BIAXIVE
Aytek, pîştî hat berdan li Amed, Enqere û Kocaeliyê hat dermankirin, lê her ku çû nexweşiya wî pêşket û êdî baş nedibû. Aytek bi demê re êdî nekarî dest û lingên xwe kar bike û pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne. Aytek berî 6 mehan êdî nekarî biaxive. Aytek, berî 20 rojan rewşa wî nebaş bû û niha li nexweşxaneyek taybet a Amedê tê dermankirin. Aytek di beşa lezgînde tê dermankirin û hemû roganên xwe winda kirine. Malbata Aytek, diyar kir ku di pêvajoya dermankirina Aytek de, piştgiriyek baş ji bo wî nehatiye dayîn.