WAN – Cotkarên li Geliyê Zîlan a Erdîşê cotkariyê dikin diyar dikin ku ew ji bo çandiniya lahaneyê bê navber 7 meh di zeviyê de dixebitin lê ji ber krîz, zam û zêdebûna dolar mesrefa wan dernavkeve û zirareke mezin dikin.
Çandiniya lahaneya li Geliyê Zîlan a navçeya Erdîşa li ser Wanê di nav çandiniya lahaneyan de xwedî ciheke serekeye. Gundî li hemû cihên avî yên li Geliyê Zîlan çandiniya lahaneyê dikin. Lê ji ber krîza aboriyê ew jî xesareke mezin dibînin û bi zirarê çandiniyê dikin.
Cafer Evliyaogullari yê li Geliyê Zîlan çandiniya lahaneyan dike got ew ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyê rojên pir zor dijî. Evliyaogullari got ji ber germa heremê derket 35 dereceyan bandorek neyînî li wan dike. Evliyaogullari destnîşan kir ku ji meha Nîsanê ve ew saet di 05.00’an de radibin heta ezana êvarê di zeviyên lahaneyan de dixebitin û wiha pêde çû: “Lahaneya ku me di 25’ê Gulanê de ajot îro efara wî dikî. Di meha Cotmehê de jî lahaneyan top dikî. Bihayê lahaneyê îsal hê ne diyar e. Biha bê diyarkirin jî destmija me nabersivîne. Cotkarî di vî serdemê de ji kok ve xesar e. Em çi jî bikî îsal di hemû xebatên xwe de zerarê dikî. Heke di encamê de zerarbe em çima cotkariyê bikî?”
'BERDÊLA KEDA ME ME BI DESTÊ ME NAKEVE'
Evliyaogullari bi bir xist ku lîtreya mazotê li Tirkiyê 6 TL ye û wiha got: "Rûnê motorê, karkeriya çandiniyê û heta biçe bazarê û bê firotin hemû lêçûn e. Em berdêla çandiniya dikin nikarin bi dest bixin. Bo ku em hînê toz û duxana wê bûne em dest ji çandiniyê nakin. Em nekin dê biçin li Stenbolê di berdêla mûçeya kêmtir (askarî ucret) de bixebitin. Emrê min bû 50. Bi vê emrê xwe biçim jî, kes kar nade min. Dema ku me lîtreya mazot bi 3 TL dikiriyan baş bûn. Lê niha depoyek rojek diqedînî û zirara wê jî ji me diçe. Em di van şert û mercan de nikarin destmija kesên ku didin xebitandin derxin û bidin wan.”
‘KES COTKARAN NAFIKIRE’
Evliyaogullari diyar kir ku îro her kes bi zirarê di zeviyên cotkariyê de çandiniyê dike û bi van gotinan nirxandina xwe bi dawî kir: “Rêveberên welêt, keda me ya di zeviyê de xesp dikin. Keda zarokên ku di zeviyê de dixebitin jî rêveberên welat dibin dixun. Em heta êvarê di nav heriyê de bê gore, bê sol dixebitin. Heta êvarê di binê germa 35 dereceyî de û di heriyê de dixebitî. Ji meha Nîsanê ve hal û hewala me ev e. Heta anha min 3 hezar TL daye dermanê kurmik û kêzikan. 70 donim erdê min e. Tenê îro 1500 TL da mazot qediya. Laneya ku ez ji vir rakin 20 hezar heb e. Ew jî Qayum nahêle ez li ber deriyê kargeha xwe bifroşim. Zabit tên û li ser serê me disekinin. Lahaneyên ku me hilberandiye nahêlin em bifroşin. Ji hemû hêlan ve em tên maxdurkirin. Em maxduryeta xwe ji kî re jî bêjin pere nake. Kesê ku cotkaren bifikire nemaye.”
MA / Mujdat Can