ÎDİR – Xwarineka bi navê "Bozbaş" di nava çêja (tehma) devê Azeriyan de çêja herî sereke ye. Bozbaş di firaqa çînko ya maşrapa de çêdibe û li Îdirê gel wek xwarineke kevneşopiya bajêr pênase dike. Çêja "Bozbaş" êdî ji sînorên bajêr derbas bûye û gelek turîst û welatiyên bajarên din bo ku "Bozbaş" bixwin diçin Îdirê.
Bozbaş li Îranê xwarina navdar û sereke ya Azeriyan e. Piştî Azerî hatin û li Îdirê bicih bûn bi wan re xwarinek bi navê Bozbaş jî hat Îdirê. Di nav herka demê de Bozbaş bû çand û kevneşopiya Îdirê. Îro Bozbaş li gelek malên bajêr û restorantan tê patin. Li gor lêkolînên hatin kirin li Îdirê di 30 restorantan de xwarina Bozbaş tê patin û hosteyê xwarinê Ahmet Kaval çewaniya çêkirina Bozbaş wiha pênasekir: “Dema nok, xwê, goşt, baharata koka zer, donê duv û maşrapa bên ber hev xwereka Bozbaş derdikeve holê. Kesên tên bajêr teqez xwereka Bozbaş dixwûn û kesê ku carek bixwe ji bo cereke din jî bi xwe her dixwaze riya xwe li Ixdirê bixe.”
ÇÊJEKE JI RÊZÊ DERVE YE
Kaval diyar kir ku ji bo Bozbaşê tişta herî ferz goştê berxê ye û wiha got: “ Divê 300 gram goştê uncika berxê, 2 parçe donê duv, hinek jî nok û wek baharat jî koka zer bavên. Kesê ku bixwaze seriyek pîvaz kare bike çar parçe û bike nav xwarinê. Piştî vana kir maşrapayê, maşrapeyê daynin ser agir û bi qeysa seetek bikelînin. Ji ber ku ez yekser vê xwerekê çê dikim, ez zanim Bozbaş kengê dipije. Bozbaşa ji goştê berxê, nok û duv bi rêbaza patina xwe û servîs kirina xwe xwedî çêjeke ji rêzê derve ye. Ji ber vê jî eleqeyeke mezin dibîne.”
'KESÊ BÊN ‘IXDIRÊ’ HETA BOZBAŞ NEXWE NAÇE'
Kaval da zanin ku servîs kirin û rêbaza xwarina Bozbaşê cihêye û wiha pêde çû: “Xwereka Bozbaş di nava maşrapayê de bi nanê lawaş tê servîskirin. Berê lawaş biçuk biçûk di teyfikê de tê hurkirin. Li du wî hinek ji ava goşt tê lêkirin. Ew nanê hurkirî bi kefçiyan tê xwarin. Piştî wê goşt û nokên di maşrapayê de ma dikî teyfikê. Goşt ji hestiyan tê cihêkirin. Goş û nok xweşik dihev de tê eciqandin û tê xwarin. Xewrek di seetek de çê dibe di 10 deqeyan de tê xwarin. Kî bê Ixdirê Bozbaş nexwe naçe. Kesê ku Bozbaş nexwaribe bila nebêje min xwarin xwariye.”
'BOZBAŞ XWARINEKE KEVNEŞOPIYA IXDIRÊ YE’
Kaval aşker dike ku 30 sale xwereka Bozbaş dipêje û her ku kesên biyanî tên û li bajêr Bozbaş dixun Bozbaş bêtir nas dibe. Welatê esas yê xwerekî Îrane û wiha gotina xwe didomîne: “Bozbaş, bi dehan sal berê dema Azerî hatin Ixdirê bi xwe re anîn. Herkes wisa zanin ku ev xwarin a Ixdirê ye. Lê ne wisaye. A rast ev e ku Bozbaş xwarina Îranê ye. Em jî ev 30 sale vê xwarinê çêdikî. Kî dixwe diecibîne. Êdî ev xwarin bûye wek çandeke Ixdirê.”
PIRTIR BALA TURÎSTAN DIKŞÎNE
Kaval vedibêje ku ji ber navê xwe Bozbaş bala biyaniyan taybet jî bala turîstan dikşîne ser xwe û gotina xwe wiha bi dawî dike: “Turist navê xwerekê balkêş dibînin û dema em Bozbaşê di maşrapayê de datînin ber wan matmay dimînin. Ji ber rêbaza servîskirina me ya Bozbaşê jî dikevin nav meraqê. Bozbaş her diçe nasîna wê li bajar û cîhanê zêde dibe.”
MA / Mahmut Ruvanas