Niha jî bi JES'an gel koçber dikin

img
WAN – Ekolojîst Fatîh Şahîn bertek nîşanê JES’ên li navçeya Ebexa Wanê çêdibin da û got: “Berê bi planên islahatê gel ji cih û warên wan didan koçkirin. Îro jî ji ber lêkirina HES û JES’an gel bê erd dimînin. Gelê ku erdê wan dikevin bin avê û xesar dibînin û dibin çol neçar dimînin ku koçê metrepolan bikin.” 
 
Di 2017’an de li herêma Ayrancilara navçeya Ebexa Wanê  dest bi çandiniya firîngiyan ku bi serayên bi enerjiya jeotermal tê germkirin kirin. Piştî lêkolînê hat zanîn ku jeotermala li herêmê ji bo hilberîna ceyranê jî dibe. Ava germ a 140 derece germ ku di 2-4 hezar mîtro bin erdê de ye bê derxistin û li navçeya Ebexê Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) bê lêkirin. Ekolojîstan bertek nîşanê vê dan û bal kişandin ser xetereyên ku ji ber JES'an pêk bên.
 
Li gor lêkolînên hatin kirin li Wanê 9 hezar megavat potansiyela enerjiya Rojê heye. Ev potansiyel têra pîwîstiya ji sedî 8’ê enerjiya Tirkiyê dike. Lê di cihê Santrala Enerjiya Rojê (GES) lê bikin de, Santrala Hîdroelektirîk (HES) û JES’an lê dikin. Di cihanê de bêtir ji GES’an hilberîna ceyranê dikin. 
 
‘JES’ XWEZAYÊ TALAN DIKIN’
 
Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku JES xwezayê talan dikin û wiha pêde çû: “JES’ê ku dewletê çêdike, piştî çîkrinê pêşkêşî ratxuran dike.  Di JES’an de ceyran bê hilberandin. Ji bo vê jî ava binê erdê bi luleyan bê derxistin û bi wî ava kelandî hilberîn bê kirin. Dema van avên kelandî bên derxistin, dê bi xwe re madenên wek kûkûrt, karbondîoksît, xwê, asîta sulfur, arsenîk, bor, civa û hwd. derxe. Ev jî dê bibe sedem ku ava li rûyê erdê ku zindewar vedixwe û di çandiniyê de bikar tê qirêj bike. Eger tişteke wisa pêk bê dê bixwe re xwazayê hem talan bike û hem jî wêran bike. Ev av dê rast here Gola Wanê û masiyên încikefal ji ber vê bimirin. Her wiha erd û mêrgên ku bi van avan bên avdan jî di nav demê de xesarên mezin bibînin. Ne tenê zindewar û nebat, bo ku mirov bi wan xwedî dibe dê mirov jî xesarê bibîne.” 
 
'ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ NAMÎNE'
 
Şahîn destnîşan kir ku şêniyên li herêmê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike û wiha got: “Ava qirêj bê kontrol bimîne nebatên xwezayê dê bixesirin. Sewalên ku van nebatan bixwin dê nexweş bikevin. Bi vî haletî dê nexwaşî li mirov jî bigere. Her wiha xesara mezin ya arsenigê heye. Arsenîg kîmyasale. Mirov hêdî hêdî dikuje. Di nav salan de dê bibe sedemê pençeşêra mesane, gewrî û qirikê. Çêkirina van santralan li herêmê hem xwezayê û hem jiyana şêniyan pir zêde bixesirîne.”
 
‘GES DIKARE BIBE ALTERNATÎF’
 
Şahîn bibîr xist ku Wan gelek zêde tîrêjên Rojê dibîne û wiha vegot: “Li cîhanê GES wek alternatîfa HES û JES’an tên lêkirin. Lê wisa nakin. Bi lêkirina HES û JES’an hewa, av,ax û coğrafya herêmê qirêj dikin. GES tu xesara xwe nîne. Lê li herêmê çênakin. Êdî li cîhanê GES wek alternatîfên HES, JES û Santralên Ceyrana Bayê (RES) tên lêkirin. Mixabin li herêmê kîjan xesartir be ew tê çêkirin. Niha jî van HES û JES’an tên çêkirin. Şênî dê ji ber vê nikaribe sewalkariyê bike û bi neçarî koçê metropalan bike. Li herêmê çavkaniya yekane sewalkariye. Dema bi derxistina avên binê erdê re madeyên jehrî dertên xwezayê dikin çol û sewalkarî dimire. Kesên bê debar man neçarê koçê dibin. Heke JES’a li Ebexê çêbe netenê Ebexê dê bi xwe re xwezaya navçeya Beygiriya Wanê jî bike çol û dê li wê jî çandinî û sewalkarî biqede.” 
 
MA / Mahmut Ruvanas
 

Sernavên din

25/07/2018
12:13 Bergirî negirtin goristan wergeriya herriyê
11:58 Li Sûriyê di êrîşên xwekujî yên li peyhev de 38 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn
11:28 7 herêmên Şirnexê hatin qedexekirin
11:16 Beştaş: Daraz bi talîmata Erdogan biryar dide
11:13 Walî, Kemal Kurkut neheq kir û 72 polîsan mafdar derxist
11:05 Li Manîsayê jinek di zeviya lê dixebitî de, mirî hat dîtin
10:53 Ji 7 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
10:25 Polîs hîna jî kurê wê yê kuştin pirs dikin
10:20 25 sal e agahî jê nayê girtin
09:47 Prof. Bîçer: Em hêj zextên OHAL’ê hilm dikin
09:24 Gundiyên neçarê koçê bûn: Qada jiyana me teng dikin
09:22 Maxdurê KHK’ê: Ji têrkirina zik re ne pêwîste tu memûrbî
09:15 ‘Birêxistina gel dikare HES û bendavan asteng bike’
09:14 'Berdêla keda xwe em ji çêja dolmeyan distînin'
09:10 Ji ber çewlîgên masiyan turîst nayên
09:08 Daneyên Walîtiyê têkçûna turîzmê dide nîşan
09:04 Li Şaredariya Licê lêpirsîn û ferzkirina ajantiyê
09:02 Di qaseya kamyonê de rêwîtiya mirinê dikin!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2018'AN
24/07/2018
18:06 Malbat Şenyaşar çû serdana goran
17:51 Leşkeran malên gundê Qestelê Miqdêd hilweşand
16:52 Nûçegihanê me Çaglar hat berdan
16:42 Cotkarên Pirsûsê DSÎ’yê şermezar kirin
16:36 Rewşa rojnamegerên girtî ji Wezîr Gul hat pirsîn
15:39 Malbata Şenyaşar: Bila HDP me bi tenê nehêle
15:30 Di nava 6 mehan de ji girtîgehê herêma Marmarayê 543 serlêdan
14:30 10’emîn hejmara Kovara Jîneolojiyê derket
14:14 Li Efrînê revandina sivîlan didome: Cebhet El-Şamiye 30 sivîl revandin
13:51 KCD’ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir
13:11 Hawara Pêşmergeyê birîndar: Êdî bes e bêdeng nemînin
12:43 Hevşaredar Kaya: Ez sûcdar bim, qeymeqam jî sûcdar e
11:42 Ocalan: Bûyerên malbata Şenyaşar jiyan bir Meclîsê
11:24 Nûçegihanê me Çaglar hat binçavkirin
11:19 Li Gabarê pevçûn
11:18 Prof. Turgay: Yên şîn û ezanê qedexe dikin rêya wan ne rêya îslamê ye
11:12 Şahdî: Nûçeyên ‘kozikên PKK’ê yên li Şengalê hatin bombebarankirin’ derewand
10:29 HDP dê li Meclîsê muxaliftiyê bike û bi gel re jî têkoşînê bihûne
10:28 Der barê Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin
10:16 Hamzaoglu: Bi girtina me xwestin hesab ji me bixwazin
09:31 Li Şirnexê her tişt weke tê zanîn e!
09:30 ‘Bawerî û çanda Elewî li ber qirkirina nijadî ye’
09:29 Ji bo ku karkerê hê baş ne bûbû xebitandin xetera ameliyatê dijî
09:28 Rektor ji 38 xwendekaran re teblîgat şand: We 338 hezar û 860 TL zirar daye, bidin
09:13 'Trambus zirarê dide hebûna dîrokî ya Rihayê’
09:11 Îstîsmara ku bi nameyê derket holê
09:09 'Ji bo ji îmarê re vekin şewatê derdixîn in’
09:07 'Em weke gul in'
09:05 Ji bo mezaxtinek adil û xwezayî hatin gel hev
09:03 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2018'AN
23/07/2018
17:00 Buldan li Colemêrgê xwest Leyla Guven bê berdin
15:42 Li Enqereyê teqînek rû da
15:05 Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar de girt
15:03 Temellî: Yên gef li malbata Şenyaşar dixwin bixin ber lêpirsînê
14:37 Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome
13:14 Buldan: Li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekane hêvî HDP ye
12:27 Hat îdiakirin ku ji ber şideta polîsan xwe avêtiye xwarê
12:15 AKP’ê ji bo leşkeriya bedelî dê pêşniyazeke din pêşkêş bike
11:59 Li Antalyayê cînayeta kar
11:57 Li Tirkiyeyê 560 zarok bi dayîkên xwe re girtîne
11:56 Hiqûqnas Kanar rejîma nû pênase kir: Mîna rejîma reîsiya Azerbaycanê ye
11:33 Li Şîrvanê cerdevan bi hev ketin
11:06 ‘Rewşa Awarte ya mayînde’ li lîjneya giştî ye
10:47 Nexweşê di nava nivînan de kirin girtîgehê
10:19 'Ez bi gopal jî bimeşim, ez ê vî barî li pişta xwe bikim'
09:58 Li dijî walîtiya Hewlerê êrîşa çekdarî pêk hat
09:24 Ji ber tenduristiya lawê xwe bi fikar in
09:24 Di dosya Yildiz ê AKP’î de çi bêjî heye
09:14 Girtiyê nexweş Aytek ê berî 3 salan hat berdan di beşa lezgîn deye
09:13 Di zeviyan de 7 meh bi zirar xebitî
09:11 Çêjeke kevneşopiya Îdirê: Bozbaş
09:08 Niha jî bi JES'an gel koçber dikin
09:06 Îhmalkariyê Şîmşek kuşt
09:05 ‘Rewşa Awarte wek silindir bi ser hunerê re derbas bû’
09:03 Rojnameger Taşkin ji girtîgehê nivîsand: Ji bo avê kota anîn
09:01 'Tecrîd êdî xizmeta desthilatdaran nake, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2018'AN
22/07/2018
14:59 ‘Nûrî Aydin ji ber hevalê wezîr bû we ew kir rektor?’
14:43 Kemal Turkler li ser gora hat bibîranîn
14:13 Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê: Di serdema nû de em ê li kolanan bin
13:08 Li Colemêrgê Rewşa Awarte ranebûye
12:04 Ji malbata xwe 5 kesan kuşt
11:50 Temellî: Em ê muxalefetê bi parlamentoyê sînordar nekin
09:37 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
09:15 Şêwaza kuştina li Efrînê: Dest û ling jê dikin û dikujin
09:13 Ozugurlu: Serdema reştir a Filistinê dest pê kir
09:10 Modeleke Komîn a pêşketinê: Kavar
09:08 ‘Dê tenduristiyê hê bihatir bikin’
09:07 Malbata Şenyaşar ji Pirsûsê koç kir
09:04 Rojnameger Ziya Ataman: Ez girêdayî dermanan dijîm
09:03 Ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re hatiye terxankirin
09:02 ‘Çareserî bi nasîna statuya malên cemê nikare bê sînordarkirin’
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2018'AN
21/07/2018
15:54 Çalakiya F: Koçer li ser piya nikare bisekine
15:16 100 hefte şûn ve li heman cihê çalakiya xwe dewam kirin
15:11 Dayîkên Şemiyê ji bo rojnameger Ferhat Tepe edalet xwestin
14:50 'Girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat bila bê berdan’
14:48 Karkerê ji şaneşînê ket jiyana xwe ji dest da
14:14 Ji DÎSK’ê rapora OHAL’ê: Ev rejîm ji gel re zirar e
14:06 ‘Em ê bi gelê xwe re rondikan jî bibarînin û keyfxweş jî bibin’
13:26 Bûldan: Em ê li cem malbatên xwe bin