'Tecrîd êdî xizmeta desthilatdaran nake, divê tecrîd bi dawî bibe'

img
SILÊMANÎ - Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî der barê yekitiya neteweya kurd diyar kir ku hin hizbên kurdan ji ber ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê kurd re dibîne ji yekîtiyê dûr dikevin û bêtir di xizmeta dewletên desthilatdar dikin. Dr. Gulpî bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got hêzên desthilatdar ên naxwazin fikrên Ocalan belav bibin di tecrîdê de israr dikin, lê êdî fikrên Ocalan belav bûne û tecrîd ne çareserî ye. 
 
Siyasetmedar  Dr. Faîk Gulpî li ser rewş û xebatên xebatên yekitiya Neteweya Kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan tê meşandin agahiyên girîng bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin. Gulpi bal kişand ser rewşa xebatên Yekîtiya Neteweya kurd û wiha got: "Bi yekitiya kurdan re hêz ava dibe. Ger ku kurd bibin yek em dê bibin hêz. Gelê kurd jî vê yekê diwwaze. Dixwaze bibe yek. Lê mixabin desthilatdarên başur girîngi bi yekîtiya kurd nakin. Ji ber ku ew wate natin yekîtiyê qîmeta yekîtiya neteweyî kurd nizanin. Ji bo kurd nebin yek dijminên kurdan di nava tevgerê dene û dixebitin. Hewce ye hêz û hîzbên kurdan di ferqa vê yekê de bin û vê xetereyê bibînin.  Bi taybetî li başur li perçeyên din ên kurdistanê hinek hîzb xwe cuda dibînin û li dervê vê yekê disekinin. Ev yek jî perçebunê bi xwe re tînin." 
 
'RÊZDAR OCALAN Û PKK YEKÎTIYÊ DIXWAZIN, LÊ PDK NAXWAZE' 
 
Gulpî destnişan kir ku Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK jî yekitiya kurdan dixwazin û wiha berdewam kir: "Rêber Apo û PKK dixwazin di nava gelê kurd de yekîtiyê çêkin û ji bo vê yekê têdikoşin. PDK û hinek partiyên rojhilat li dijî vê hewldana PKK'ê disekinin û tev li xebatên yekîtiyê û Kognreya Neteweya Yekitî nabin. Partiyên ku tev li yekîtiyê nabin, ji ber berjewendiyên xwe yên hîzbî tev lê nabin. Berjewendiyên hîzba xwe di ser berjewendiyên neteweyî re dibînin. Ji ber ku PKK pêşengiya xebatên yekitiya neteweyî dike, hîzbên tevlê nabin difikirin ku tev li yekitiyê bibin têkevin bin fikra PKK'ê. Ji ber vê yekê bi fikar nêzîk dibin. Ev partiyên ku dûr nêzîk disekinin her çend di gotinê de bêjin em beşdar dibin jî di pratikê de gavan navêjin. Her dem bi fikara ku têkevin bin birdoziya PKK'ê nêzîk dibin. Ev partiyên ku bi fikar nêzîk dibin ji bo xwe dema têkevin bin baneyê dewletên desthilat ên wekî Tirkiye û Îran ji bo  xwe kêmasî nabînin. Lê dema bi PKK'ê re di bin baneyê Kongreya Neteweya kurd de cih bigirin ji bo xwe kêmasî didibinin û ji bo kongre pêk neyê atengiyan derdixin."  
 
'KONGREYA KURD JI BO HEMÛ PARTIYAN E' 
 
Gulpî bal kişand ser girîngiya kongreyê û wiha lê zêde kir: "Kongreya Neteweya Kurd tenê ji bo Hîzbî PKK'ê nine. Ji bo hemû partî u gelê kurd e. Divê hîzbên din vê yekê wisa zanibin. Ev hîzbên ku pirsgirêkan derdixin pişta xwe nadin gelê xwe. Lê pişta xwe didin dewletên desthilatdar û wan ji bo xwe esas digirin. Bi fikra wan ger ku dewletek dostê wan nebe nikarin xwe li ser piyan bigirin. Baweriya wan bi wan nîne. Mînak dostê PDK'ê Tirkiye ye, dostê partiyên rojhilat jî Îran û yên rojava jî bi heman şêweyê baweriya xwe bi dewletên derve tînin. Dostaniya wan a bi dewleta yekser re dostaniyek yeksan nine. Dostaniyek ku dewlet serdestiyê li wan dikin û wan wekî amûr bikar tînin. Lê ew ne di ferqa vê yekê dene."  
 
'PÊŞNIYARA OCALAN DI CÎHANÊ DE HERÎ MAQÛL E' 
 
Gulpî bal kişand ser hewldanên Ocalan ên ji bo yekîtiya kurd jî û wiha pêde çû: "Ev hîzbana li gorî berjewendiyên xwe yên hîzbî bi dewletên derva re têkiliyên dîplomasiyê datînin. Birêz Ocalan li girtîgehê ji bo Kongreyea Neteweya kurd bi pêşengiya hevserokatî pêş bikeve pêşniyar kir. Ev pêşniyarek pir maqûl e. Ji bo berjewendiyên gelê kurd ev pêşniyara hevserokatiya kongreyê gavek gelek wadatedar û di cîhanê de minak e. Pêşniyara wî ya şênber jî ji bo Mesut Barzanî û Leyla Zana bû.  Leyla Zana jî alîgirê PDK'ê ye. Ev yek nîşan dide ku PKK ne ji bo berjewendiya xwe, dijberî ve yekê ji bo berjewendiyên Gelê kurd tev digere. Mînaka vê yekê jî dema DAIŞ hat, PKK ji çiya daket xwar û li Kerkuk, Mexmûr û gelek deverên din parastina PDK, YNK û gel kir. Ez bi xwe tu aligirê partiyan nînim. Wekî çavdêrekî siyasî li xebatên hîzban dinerim. Li gorî wê dibînim ku ji xeynî PKK'ê hemû hîzbên din ên kurd ji bo berjewendiyên xwe tev digerin." 
 
'GEL YEKÎTIYÊ DIXWAZE, LÊ HIN HÎZB NAXWAZIN'  
 
Gulpî di dirêjahiya axaftina xwe de da zanin ku gel yekîtiyê dixwaze û wiha berdewam kir: "Gel alîgirê avakirina Kongreya Neteweya Kurd e. Lê hîzbên alîgirên desthilatdaran li dijî vê yekê ne û dibin asteng. Pirsgirêkek wina jî heye, mixabin hêza aborî, dîplomasî û ragihandin di destê van hîzban de ye û dengê gel nagêje derve. Her çend konferans û kongre hatin kirin jî, lê hîzbên desthilat li dijî vê yekê astengi derxistin. Hewce ye li gel van hemû astengiyan jî hewldan berdewam bikin û dest ji vê yekê berneedin. Hata yakitiya kurd pêk neyê gelê kurd bi ser nakeve. Ji ber vê yekê jî xebatên KNK'ê girîng in û divî ev xebat di nava gede bidomin. Hewce ye YNK hem xebatên yekîtiyê zêde bikin û hem jî zextan li hîzbên din bikin ku Kongre pêk bê. Li bakur û rojava xebatên Kongreya Netweyî baş in.Lê li Bajûr ji ber van hîzbên ku astengî derdixin û di heman demê de desthilatdarin li ser gel zextan dikin û nahêlin bi hêsanî fikrên xwe aşkere bikin. Hîzbên desthilatdar li gel ku bi kongreyê re di nava dan û stendinê de be, diçe bi Tirkiye de di nava têkiliyê de ye. Gelek caran ji bakûr li ser navê KCD'ê heyet tên û bi hîzbên başur re hevditinan dikin. Dixwazin ku li şûna bi Tirkiye re bi partiyên kurdan de di nava yekîtiyê de bin. Lê her çend ev hîzbên başur dibêjin erê jî, di pratîkê de vê yekê pêk nînin. 
 
'CPT Û RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ ERKA XWE YA LI HEMBERÎ OCALAN PÊK NÎNIN' 
 
Gulpî bal kişand ser rewş û fikrên Ocalan û xebatên ji bo azadiya Ocalan jî û wiha  dirêjî da axaftina xwe: "2 sal berê ji bo fikrên Ocalan û aramiya Rojhilata navîn Konferans pêk hatin. Ji gelek welatên rojhilata Navîn  wekî Misir, Tunus, Lijba, Iraq, Sûriye, Tirkiye û gelek welatên din delege beşdar bûn. Li ser ramanên Ocalan niqaş meşandin. Li ser asta navneteweyi ji bo rewşa Ocalan û belavkirina fikrên Ocalan biryar û pêşniyar hatin girtin. Şênber ji bo hikûmeta Herêmê hem jî i bo tenduristî û azadiya Ocalan ji Tirkiye hat xwestin. Di heman demê de ji bo CPT jî pêşniyar hatin kirin. Me peywira xwe pêk ani. Me pêşniyarên xwe ji hikûmeta Tirkiye û CPT re kir. Lê hêj bersivek erênî ji wan nehatiye. Biryar ew bû ku salê carekê ev konferans pêk bê. Lê ji ber şerê li Rojhilata navîn ev yek pêk nehat. 2 sal hêj konferans pêk nehatiye. Ew qas dem dirêj agahî ji Ocalan nayê girtin. Di milê tenduristî de em ji rewşa Ocalan bi fikar in. Ji xwe dema Birêz Ocalan jahrînî kirin, me komiteyek tenduristiyê ava kir. Wê demê biryar hat dayin ku CPT bi bijîşkên xwe re biçe Îmraliyê û rewşa heyî fer bibe. Rapor amade bike. Lê ji ber CPT bi dewleta Tirkiye û dewletên din ên desthilatdar ve girêdayî ye peywira xwe ya li dijî îşkenceyê pêk neanî." 
 
 'HEM TIRKIYE Û HEM JÎ HEMÛ DESTHILATDAR LI DIJÎ FIKRÊN OCALAN IN' 
 
Dr. Gulbî bal kişand ser helwesta Tirkiye û hêzên desthilatdar û wiha pêde çû: "Tenê ne dewleta Tirikye, dewletên desthilatdar hemû li dijî fikrên Ocalan in. Niha tenê tecrîd ne tenê di aliyê fikri de, di milê tenduristî, fikrî û malbatî di her alî de berdewam dike. Ev şermezariyek mezin e ji bo CPT û hemû saziyên parastina mafên mirovan ên Navneteweyî. Heger ku Tayyip Erdogan xwe wekî mirovekî demokrat dibîne, divê berî her tiştî destûr bide parêzeran ku parêzer û heyet biçin Îmraliyê û rewşa Ocalan bibînin û zanibin. Divê  vê yekê ji bo xwe wekî erka demokrasiyê bibîne. Di serî de Erdogan û hemû desthilatdar ji fikrên Ocalan ditirsin. Ji ber ku Ocalan  tahlila hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike û rêyên çareseriyê datîne. Fikrên Ocalan li hin devaran ji aliyê hizb ve dikevin meriyetê. Ev ceribandinan li hemû rojhilata navînderbas dar e. Erdogan ji vê yekê ditirse û hewl dide welat ber bi Serdema Osmaniyan bibe. Lê Ocalan di her ali de dixwaze Rojhilata Navîn ji Ewropa pêştir bixe.  Ev fikr ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê, ev fikr ji bo hemû gerdûnê pêwistiyek e. Li gelek welatan Ocalan wekî zanyarekî mezin hatiye nasîn. Ji bo gel ji fikrên Ocalan sûdê negire, li ser Ocalan tecrîd giran kirine û didoîne."
 
'DIVÊ HEMÛ GELÊ ROJHILATA NAVÎN LI FIKRÊN OCALAN XWEDÎ DERKEVIN' 
 
Gulpî bal kişand ser bandora fikrên Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn û wiha got: "Ji serdema sasaniyan heta niha tu kesî li Rojhilata navînn pirsgirêk çareser nekiriye. Lê Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêrên Rojhilata Navin fikrê pêş dixe. Heta niha fikrên wekî îslamê, lîberalîzmê hatin pirsgirêkên rojhilata navîn çareser nekirin. Birêz Ocalan van fikran hemûyan dixwîne û ji nava wan tevan çareseriyek nû derdixe. Fikrên Ocalan ewe ku hemû gel di nava aştî û aramiyê de bijîn. Hewce ye gelên Rojhilata Navîn jî li Ocalan û fikrên wî xwedî derkevin.  Divê hemû gelê Rojhilata Navîn zextan li ser Tirkiye bike da ku tecrîdê bi dawî bikin. Hêj gel baş ev fikr nas nekiiye. Yên ku fikrên Ocalan nas kirine jî vê fikrê li dora xwe belav dikin da ku her kes nas bike. Ji ber ku fikrên Ocalan baş nas nekirine li Ocalan xwedî dernakevin. Sedema tecrid û girtinê ewe ku gel ji fikrên Ocalan dûr bixe. Dixwazin ku fikrên Ocalan belav nebe. Lê beravajî vê yekê bi tecrid û girtina Ocalan re fikrên Ocalan bêtir belav bûn. Ji ber vê yekê jî ez bawer nakim ku tecrîdê berdewam bikin. Tecrîd nakêje encamê. Ev pirsgirêkên heyî tenê mile siyasî nine, di milê ekolojî u civakî de jî bandorê li ser civakê dike. Ji bo nûmune li Japonya ji ber pîleya germê gelek mirovan jiyanaxwe ji dest dan. Dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe xwezayê xera dikin. Birêz Ocalan berfireh behsa van xalan u metirsiyên pêşerojê kiriye. hinek pêşniyar hene ku divê DYA îmze bike, lê ji ber berjewendiyên desthilatdar ên cîhanê dane sekinantdin û imze nake." 
 
'TECRÎD NIKARE FIKRÊN OCALAN BI SÎNOR BIKE' 
 
Gulpî herî dawi bal kişand terîda li ser Ocalan û wiha got: "Her dem hewldanên Ocalan ewe ku gelê Rojhilata navîn û cîhanê ji nava vî agirî derbixe. Hêj têgihiştina van fikran çênebûye û ji bo gel van fikran tênegêje desthilatdar vê yekê asteng dike. Parastina xwezayê û mafdayîna jinê hêmanên bingehîn ên çareseriya pirsgirêkan in. Di nava hemû civkakan de ev xalên girîng in.  Lê dijminê demokrasî û mirovahiyê rê nadin ku ev pergala çraeseriyê têkeve meriyetê. Dive em hemu ji derve bixebitin ku fikrên Ocalan ên ji zindanê derdikevin biginin hemû civakê. Ji ber serkeftina fikrêin Ocalan girtin û binçavkirina siyasetmedarên kurd bandorek neyînî li ser hilbijartinê nekir û dîsa HDP'ê bend derbas kir. Derbaskirina benda hilbijartinê derbaskirina fikrên Ocalan e. Her dem fikrên Ocalan ji ber ketiye nava gelan e, tecrîd êdi dijmin serkeftî nake. Bi tecrîdê êdî dijmin bi ser nakeve. Ji ber ku êdî fikrên Ocalan belav bûne êdi tecrîd ne çareseri ye." 
 

Sernavên din

25/07/2018
12:13 Bergirî negirtin goristan wergeriya herriyê
11:58 Li Sûriyê di êrîşên xwekujî yên li peyhev de 38 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn
11:28 7 herêmên Şirnexê hatin qedexekirin
11:16 Beştaş: Daraz bi talîmata Erdogan biryar dide
11:13 Walî, Kemal Kurkut neheq kir û 72 polîsan mafdar derxist
11:05 Li Manîsayê jinek di zeviya lê dixebitî de, mirî hat dîtin
10:53 Ji 7 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
10:25 Polîs hîna jî kurê wê yê kuştin pirs dikin
10:20 25 sal e agahî jê nayê girtin
09:47 Prof. Bîçer: Em hêj zextên OHAL’ê hilm dikin
09:24 Gundiyên neçarê koçê bûn: Qada jiyana me teng dikin
09:22 Maxdurê KHK’ê: Ji têrkirina zik re ne pêwîste tu memûrbî
09:15 ‘Birêxistina gel dikare HES û bendavan asteng bike’
09:14 'Berdêla keda xwe em ji çêja dolmeyan distînin'
09:10 Ji ber çewlîgên masiyan turîst nayên
09:08 Daneyên Walîtiyê têkçûna turîzmê dide nîşan
09:04 Li Şaredariya Licê lêpirsîn û ferzkirina ajantiyê
09:02 Di qaseya kamyonê de rêwîtiya mirinê dikin!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2018'AN
24/07/2018
18:06 Malbat Şenyaşar çû serdana goran
17:51 Leşkeran malên gundê Qestelê Miqdêd hilweşand
16:52 Nûçegihanê me Çaglar hat berdan
16:42 Cotkarên Pirsûsê DSÎ’yê şermezar kirin
16:36 Rewşa rojnamegerên girtî ji Wezîr Gul hat pirsîn
15:39 Malbata Şenyaşar: Bila HDP me bi tenê nehêle
15:30 Di nava 6 mehan de ji girtîgehê herêma Marmarayê 543 serlêdan
14:30 10’emîn hejmara Kovara Jîneolojiyê derket
14:14 Li Efrînê revandina sivîlan didome: Cebhet El-Şamiye 30 sivîl revandin
13:51 KCD’ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir
13:11 Hawara Pêşmergeyê birîndar: Êdî bes e bêdeng nemînin
12:43 Hevşaredar Kaya: Ez sûcdar bim, qeymeqam jî sûcdar e
11:42 Ocalan: Bûyerên malbata Şenyaşar jiyan bir Meclîsê
11:24 Nûçegihanê me Çaglar hat binçavkirin
11:19 Li Gabarê pevçûn
11:18 Prof. Turgay: Yên şîn û ezanê qedexe dikin rêya wan ne rêya îslamê ye
11:12 Şahdî: Nûçeyên ‘kozikên PKK’ê yên li Şengalê hatin bombebarankirin’ derewand
10:29 HDP dê li Meclîsê muxaliftiyê bike û bi gel re jî têkoşînê bihûne
10:28 Der barê Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin
10:16 Hamzaoglu: Bi girtina me xwestin hesab ji me bixwazin
09:31 Li Şirnexê her tişt weke tê zanîn e!
09:30 ‘Bawerî û çanda Elewî li ber qirkirina nijadî ye’
09:29 Ji bo ku karkerê hê baş ne bûbû xebitandin xetera ameliyatê dijî
09:28 Rektor ji 38 xwendekaran re teblîgat şand: We 338 hezar û 860 TL zirar daye, bidin
09:13 'Trambus zirarê dide hebûna dîrokî ya Rihayê’
09:11 Îstîsmara ku bi nameyê derket holê
09:09 'Ji bo ji îmarê re vekin şewatê derdixîn in’
09:07 'Em weke gul in'
09:05 Ji bo mezaxtinek adil û xwezayî hatin gel hev
09:03 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2018'AN
23/07/2018
17:00 Buldan li Colemêrgê xwest Leyla Guven bê berdin
15:42 Li Enqereyê teqînek rû da
15:05 Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar de girt
15:03 Temellî: Yên gef li malbata Şenyaşar dixwin bixin ber lêpirsînê
14:37 Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome
13:14 Buldan: Li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekane hêvî HDP ye
12:27 Hat îdiakirin ku ji ber şideta polîsan xwe avêtiye xwarê
12:15 AKP’ê ji bo leşkeriya bedelî dê pêşniyazeke din pêşkêş bike
11:59 Li Antalyayê cînayeta kar
11:57 Li Tirkiyeyê 560 zarok bi dayîkên xwe re girtîne
11:56 Hiqûqnas Kanar rejîma nû pênase kir: Mîna rejîma reîsiya Azerbaycanê ye
11:33 Li Şîrvanê cerdevan bi hev ketin
11:06 ‘Rewşa Awarte ya mayînde’ li lîjneya giştî ye
10:47 Nexweşê di nava nivînan de kirin girtîgehê
10:19 'Ez bi gopal jî bimeşim, ez ê vî barî li pişta xwe bikim'
09:58 Li dijî walîtiya Hewlerê êrîşa çekdarî pêk hat
09:24 Ji ber tenduristiya lawê xwe bi fikar in
09:24 Di dosya Yildiz ê AKP’î de çi bêjî heye
09:14 Girtiyê nexweş Aytek ê berî 3 salan hat berdan di beşa lezgîn deye
09:13 Di zeviyan de 7 meh bi zirar xebitî
09:11 Çêjeke kevneşopiya Îdirê: Bozbaş
09:08 Niha jî bi JES'an gel koçber dikin
09:06 Îhmalkariyê Şîmşek kuşt
09:05 ‘Rewşa Awarte wek silindir bi ser hunerê re derbas bû’
09:03 Rojnameger Taşkin ji girtîgehê nivîsand: Ji bo avê kota anîn
09:01 'Tecrîd êdî xizmeta desthilatdaran nake, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2018'AN
22/07/2018
14:59 ‘Nûrî Aydin ji ber hevalê wezîr bû we ew kir rektor?’
14:43 Kemal Turkler li ser gora hat bibîranîn
14:13 Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê: Di serdema nû de em ê li kolanan bin
13:08 Li Colemêrgê Rewşa Awarte ranebûye
12:04 Ji malbata xwe 5 kesan kuşt
11:50 Temellî: Em ê muxalefetê bi parlamentoyê sînordar nekin
09:37 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
09:15 Şêwaza kuştina li Efrînê: Dest û ling jê dikin û dikujin
09:13 Ozugurlu: Serdema reştir a Filistinê dest pê kir
09:10 Modeleke Komîn a pêşketinê: Kavar
09:08 ‘Dê tenduristiyê hê bihatir bikin’
09:07 Malbata Şenyaşar ji Pirsûsê koç kir
09:04 Rojnameger Ziya Ataman: Ez girêdayî dermanan dijîm
09:03 Ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re hatiye terxankirin
09:02 ‘Çareserî bi nasîna statuya malên cemê nikare bê sînordarkirin’
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2018'AN
21/07/2018
15:54 Çalakiya F: Koçer li ser piya nikare bisekine
15:16 100 hefte şûn ve li heman cihê çalakiya xwe dewam kirin
15:11 Dayîkên Şemiyê ji bo rojnameger Ferhat Tepe edalet xwestin
14:50 'Girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat bila bê berdan’
14:48 Karkerê ji şaneşînê ket jiyana xwe ji dest da
14:14 Ji DÎSK’ê rapora OHAL’ê: Ev rejîm ji gel re zirar e
14:06 ‘Em ê bi gelê xwe re rondikan jî bibarînin û keyfxweş jî bibin’
13:26 Bûldan: Em ê li cem malbatên xwe bin