* Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî, der barê yekitiya neteweya kurd diyar kir ku hin hîzbên kurdan ji ber ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê kurd re dibîne ji yekîtiyê dûr dikevin û bêtir di xizmeta dewletên desthilatdar dikin. Dr. Gulpî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û anî ziman ku hêzên desthilatdar ên naxwazin fikrên Ocalan belav bibin di tecrîdê de israr dikin, lê êdî fikrên Ocalan belav bûne û tecrîd ne çareserî ye.
* Di dosyeya darizandinê ya xizmên Wekîlê AKP’î Halîl Yildiz ê ku berya hilbijartinê li Pirsusê ji malbata Şenyaşar du bira û bavê wan kuşt de çi bêjî heye. Ji heman malbatê li ser 35 kesan doz hatine vekirin. Di dosya wan de “avakirina rêxistina sûc, tefecîtî, yaxmekirin, gefxwarin û hwd. her tişt heye. Ceza û mehkumkirin heye. Lê kes nehatiye girtin.”
* Nûçegihana me ya girtî Seda Taşkin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê name şand û got: “Di girtîgehê de ji bo ava qawişan kota anîn. Ava vexwarinê ya didin, têra pêdiviyên rojane yên girtiyan nake.”
* Serokê Komeleya Sînema û Aştiyê Mûtlû Şahîn bal kişand ser tundiyên Rewşa Awarte yên li ser hûnerê û wiha got: “Nivîskar weşanxane, sînemager salon, listîkvan jî rêzefîlm û film nabînin. Çêker ditirsin. Tecrîdeke mezin heye. Hunermendê muxalîf bi birçîbûnê tên terbiyekirin.”
* Bavê Seray Şîmşek ê di hezana Santrala Termîk a Yatagan de jiyana xwe ji dest da Cemîl Şimşek, diyar kir ku ji ber îhmalkariyê termîk li kurê wî bû gor û wiha got: “Kurê min tim digot ‘Ger di bantê de hezan pêk were, destpê kê ezê bimirim.’”
* Ekolojîst Fatîh Şahîn bertek nîşanê JES’ên li Ebexa navçeya Wanê çêdibin da û got: “Berê bi planên islahatê gel ji cih û warên wan didan koçkirin. Îro jî ji ber lêkirina HES û JES’an gel bê erd dimînin. Gelê ku erdê wan dikevin bin avê û xesar dibînin û dibin çol neçar dimînin ku koçê metrepolan bikin.”
* Xwereka bi navê ‘Bozbaş’ di nava çêja (tehma) devê Azeriyan de çêja herî sereke ye. Bozbaş di firaqa çînko ya maşrapa de çêdibe û li Ixdirê wek xwarineke kevneşopiya bajêr pênase bûye. Çêja Bozbaş êdî ji sînlerin bajêr derbas bûye û gelek turîst û welatiyên bajarên din bo ku Bozbaş bixwin diçin Ixdirê.
* Cotkarên li Geliyê Zîlan a Ercîşê catkariyê dikin diyar dikin ku ew ji bo çandiniya lahaneyê bê navber 7 meh di zeviyê de dixebitin lê ji ber krîz, zam û zêdebûna dolar mesrefa me dernavkeve û zirareke mezin dikî.”
* Malbata Mehdî Boz ê girtiyê nexweşîna giran ê di Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê de dimîne, derbarê kurê xwe de bi fikar in. Boz ji ber ku di stûyê xwe de nasnameya girtîgehê qebûl nake dernaxin hevdîtinê û ji ber cezayê dîsîplînê jî bi telefonê nikare bi malbat xwe re xeber bide.
* Girtiyê nexweş Selahattîn Aytek ê ji ber xweşiya xwe ya giran ku berî 3 salan ji girtîgehê derket, ji ber ku nexweşiya wî giran bû, nêzî 20 rojane li nexweşxaneyeke Amedê di beşa lezgîn de tê derman kirn.
* Jin, dê li taxa Yeldegirmenî ya navçeya Kadikoya Stanbolê, ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinekê dê li Kolana Îskele kom bibin û çalakî li dar bixin. (20.00)