Gelo Kamîl Acar ji aliyê kesên rûpoş û çekdar ve hat revandin?

  • rojane
  • 15:36 20 Tîrmeh 2018
  • |
img

AMED – Hat îdiakirin ku karsazê kurd Kamîl Acar li nokteyek nêzî Qereqola Leşkerî ya Pîrînçlîkê ji aliyê 3-4 kesên rûpoş û çekdar ve hatiye desteserkirin. 

Karsazê kurd ê endamê HDP’ê Kamîl Acar di 18’ê tîrmehê de dema ji Rihayê ber bi Amedê ve dihat 2 kîlo mîtro nezî Qereqola Leşkerî ya Pîrînçlîkê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat rawestandin. Wesayîta Acar bi awayek terkkirî li nêzî qereqolê hat dîtin. Der barê aqûbeta Acar de agahiyên nû derketin holê. Hat zanîn ku Acar bi karê bazirganiyê ve eleqeder dibe û berê jî tu xisûmetek wî bi kesî re nîn bûye. Hat îdiakirin ku Acar li nokteyek nêzî Qereqola Leşkerî ya Pîrînçlîkê ji aliyê 3-4 kesên rûpoş û çekdar ên sivîl ve hat desteserkirin. Hat îdiakirin ku van kesan kontrola nasnameyan nedikirin û tenê li plakaya wesayîtan dinêrîn û berdidan. Parêzerê Acar, Îbrahîm Bîlmez têkildarî aqûbeta Acar de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. 
 
‘EZ Ê SAET DI 21.00’AN DE LI MALÊ BIM’ 
 
Bîlmez bi bir xist ku Acar di 17’ê tîrmehê de bi wesayîta xwe ya taybet ji bo bazirganiyê diçe Nevşehîrê û piştî şevekê ji wir vegigere û got: “2 roj berê saet di 19.00’an de bi telefonê li hevjîna xwe digire. Ji hevjîna xwe re dibêje ‘Ez ber bi Rihayê ve têm û ez ê saet li derdora 21.00’an bigîhîjim malê.’ Pişt re nayê malê û agahî jê nayê girtin. Li ser agahî negirtinê hevjîna Acar agahiyê dide xizmên xwe. Bi xizmên xwe re ber bi Rihayê ve dikevin rê. Li ser rê hemû nexweşxaneyan kontrol dikin û serî li qereqolan didin. Lê best tu agahiyê bi dest naxin.” 
 
‘WESAYÎT DI QEREQOLA PÎRÎNÇLÎKÊ DE DERBAS NEBÛYE’ 
 
Bîlmez diyar kir ku piştî malbat ji Acar agahî nagire li parêzerên malbatê digerin agahî didin û wiha dewam kir: “Serî li dozgeriya Riha û Amedê didin. Kamerayên mobeseyê yên ser rê tên lêkolînkirin. Di kamerayê de xuya dike saet li derdora 20.00’an dikeve Siwêregê û dîsa ji Siwêregê derdikeve. Ji Siwêregê heta Pîrînçlîkê tu navçe nînin. Li vir Qereqola Pîrînçlîkê heye. Li vir baregeha leşkerî ya NATO’yê heye. Liv ir nokteya leşkerî ya cendermeyan heye. Wesayît di vê nokteyê de derbas nebûye.”  
 
‘NIFTEYA WESAYÎTÊ, RUHSAT Û TELEFONA WÎ NÎNIN’ 
 
Bîlmez da zanîn ku malbata Acar li ser vê yekê ji qereqolê heta Siwêregê lêgerîna xwe dewam dike û wiha axivî: “Li ser lêgerîna malbatê wesayît du kîlo mîtro nêzî Qereqola Pîrînçlîkê bi awayekî terkkirî dibîne. Dema wesayîtê dibînin deriyên wê vekirîne. Ji wesayîtê tu tiştek nehatiye desteserkirin. Çenteyê wî di wesayîtê de ye. Devê çente jî venekirine. Hemû kelûpelên wî di wesayîtê de ne. Tenê nifteya wesayîtê, ruhsat, telefon û ew bixwe nîne. Her tişt li cihê xwe ye û wesayîtê zirarek nedîtiye.” 
 
‘KESÊN RÛPOŞKIRÎ Û ÇEKDARKIRÎ RÊ KONTROL KIRIN E’ 
 
 Bîlmez destnîşan kir ku piştî dîtina wesayîtê agahî didin rayedaran û wiha domand: “Mixabin rayedaran girîngiyek pêwîst nîşan nadin. Tenê du leşker tên girtek digirin. Heta ekîba lêkolînê tê cihê bûyerê çend saet derbas dibe. Ekîba lêkolînê jî ji rêzê lêkolînê dike. Li qereqolê nokteya lêgerînê heye. Tê gotin li pêşiya nokteya qereqolê nokteyek derbas dar a 3-4 kîlo mîtro dûr hatiye avakirin. Şahidên vê dibînin jî hene. Şeva Acar winda dibe, hevalek me parêzer di vir de derbas dibe. Hempîşeyê me got ‘Di vê nokteya hatiye avakirin de, 3-4 kesên sivîl ên bi rûpoş û çekdarkirî wesayîtên derbas dibûn plakayên wan kontrol dikirin. Piştî kontrolê derstûra derbasbûna wesayîtan didan.’ Li wir kontrola nasnameyan nakin. Diyar e ku li benda wesayîtan e. Çimkî tenê plakayan kontrol dikin û dihêlin wesayît derbas bibin. Muhtemel heye ku li benda wesayîta Kamîl Acar in.” 
 
3 ŞAHIDÊN NOKTEYA LÊGERÎNÊ DÎTINE HENE 
 
Bîlmez anî ziman ku ji bilî hempîşeyên hin şahidên jî hene û got: “Piştî mesele di nûçeyan de derket, ajokarê kamyonekê jî geriya û wî jî heman şahidiyê kir. Qeyda telefona wî li gel me heye. Kesek din jî di heman saetê de di wir de derbas dibe û ew jî dibêje ku wê nokteya lêgerînê dîtiye. Têkildarî nokteya lêgerînê 3 şahidên me hene. Me bi fermandarê qereqolê re hevdîtin kir, lê mixabin qereqol û rayedarên fermî rewşa vê meseleyê qebûl nakin. Meseleya bê dahurandin a esil vê nokteya hatiye avakirin e. Dibe ku yên vî karî kiribin jî hêzên tarî yên di nav dewletê de bin. Ev îşaretek zivirandina salên 90’î ye. Dibe ku destpêka konseptek nû be. Ji ber vê yekê pêvajoyek talûke ye û em bi endîşe ne.” 
 
Bîlmez got ew ê bi Baroya Amedê re serlêdanek berifreh li dozgeriya Amedê bidin û xwest hemû hûrguliyên têkildarî mijarê bên lêkolînkirin û lêpirsîn. Bîlmez da zanîn ku heyetek ji saziyên civakî yên sivîl pêk tên bi Walîtiya Amedê re hevdîtin kirine û got: “Walîtiyê gotiye ‘heya me ji meseleyê heye. Wê lêkolînkirna me dewam bike.’ Meqamên fermî heta niha tu binçavkirinê qebûl nekiriye.” 
 
'XISÛMETA WÎ BI KESÎ RE TUNE BÛYE’ 
 
Bîlmez destnîşan kir ku di jiyana asayî û jiyan kar de jî xisûmeta wî bi kesî re nîne û wiha got: “Heta niha ji aliyê tu kesî ve gef lê nehatine xwarin. Di warê qanûnî de jî tu problema wî nîne. Heke ku gef lê bihatana xwarin teqez em ê hîn bibûna û me ji hevjîna wî pirsî. Ew jî dibêje tu tiştek wiha nîne. Acar berê jî ji doza KCK’ê ya Şirnexê hatiye darizandin. Karsazek di halê xwe de bû. Li Amedê dijî. Meseleyek wî ya deyn û dan û sitendinê jî tune bû. 3 zarokên wî hene. Em pir bi endîşe ne. Dişube kiryarên ne diyar ên salên 90’î. Ez hêvîdarim wiha nîne û dê konseptek wiha destpê neke.” 
 
‘HEMÛ CIVAKÊ ELEQEDAR DIKE’
 
Bîlmez banga hestiyariyê li hemû aliyên hestiyar kir û got: “Ev mesele hemû aliyên civakê eleqedar dike.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/07/2018
14:06 ‘Em ê bi gelê xwe re rondikan jî bibarînin û keyfxweş jî bibin’
13:26 Bûldan: Em ê li cem malbatên xwe bin
12:47 Kamîl Açar: Kesên bi çek ez revandin
12:13 Sînor’a Menaf Osman hat weşandin
11:55 Girtiyê nexweşê pençeşêrê yê 70 salî rakirin nexweşxanê
11:28 ‘Gelo bi rabûna OHAL'ê re dê qedexeya bêdem a li Îmraliyê rabe?’
10:45 14 kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
10:23 Bi alaveke kevn dest bi dayîna dermanê Arînê kirine
10:00 Jina Botanê ya ku gelek êş kişand: Guler Tûnç
09:48 Hamas: Li Gazeyê agirbest pêk hat
09:13 Navê ku ji bo azadiya Kurdan têkoşiyaye: Simkoyê Şikak
09:05 ‘Divê mafê reda wijdanî bê nasîn’
09:03 'Divê tevdîra şewata daristanan bê girtin’
09:02 ‘Her roj bi heronan li ser me digerin’
09:02 ‘Qeyûm prototîpa desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2018'AN
20/07/2018
23:30 Karsaz Kamîl Acarê 2 roje wendabûn vegeriya mala xwe
23:15 DMME’yê ji bo Cizîrê biryara danişînê da
19:10 Daxwaza hevdîtina malbatan hat redkirin
18:21 Îdiayên di binçav û girtîgehê de îşkence pêk tên birin Meclîsê
17:13 Cara duyemîn êrîşî Goristana Yenîkoyê kirin
17:12 Feleknas Ûca: Êşa gel êşa me ye
17:06 Yolerî: Wê ev rêgeza teklîfê hêzê bide desthilatdariyê
16:19 ‘Em ê pêşiya berpirsyaran bernedin’
16:11 Bavê keça xwe li Pirsûsê winda kir: Gelo wijdana we rehete?
15:44 Şewata li Cûdî didome
15:36 Gelo Kamîl Acar ji aliyê kesên rûpoş û çekdar ve hat revandin?
15:27 ‘Lêpirsîna Tahîr Elçî digihîje kuderê?
14:53 Kesên li Pirsûsê hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:18 Bijîşkan tundî şermezar kirin
13:12 Berdevkê HDP’ê Oluç: Dixwazin OHAL'ê mayînde bikin
12:20 Sê sal derbas bûn, lê êşa wan weke duh e
12:13 2 kes li Hewag hatin binçavkirin
12:11 HDP’ê li Wanê ket kampê: Em ê xeta têkoşîna xwe diyar bikin
12:11 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:52 Parêzerê 44 salan: Daraz tu caran evqas neketiye bin zextan
11:24 Cenazeyê karkerê duyemîn ê dibin hezanê mabû hat dîtin
11:01 KCD'ê ji bo Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da
10:37 Der barê parlamenter Uca û Tiryakî de lêpirsîna cenaze
10:13 ‘Pergala bêhiqûqî, dê bi bêhiqûqiyên nû berdewam bike’
10:12 Malbatê cenaze teşhîs kir: Zarokên me ne bêkes in
09:58 OHAL'a li ser Bîrdariya Mafê Mirovan ranebû!
09:15 Dosyeyên lêpirsîna mirinên li Şirnexê kirin yek dosyeyek
09:14 ‘Em naxwazin Kuzguncuk ji dest me biçe’
09:13 Çêkirina yemeniyan ji bo wî eşqek e
09:11 Ji bo karê xwe 12 roj in di rojiya mirinê de ye
09:10 Prof. Etîler: Têgihîna nexweşiya hepatit C a nav civakê ji enfeksiyona wê talûketir e
09:08 Jin bo kampa havînê tên gel hev
09:06 Doza ‘Şer da destpêkirin’ ber bi kiryar ne diyarî ve diçe
09:04 Di navbera TSK û komên OSO de li her derê pevçûn heye
09:03 Bi hinceta parvekirinan heta 3 salan ceza hat xwestin
09:01 Sewqên girtiyan ên nexweşxaneyan tên derengxistin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2018'AN
19/07/2018
22:22 Wesayîta Acar ê agahî jê nayê girtin hat lêkolînkirin
22:10 Hamzaoglu û Çelebî ji girtîgehê derketin
22:09 Di hezana santrala termîkê de karkerek mir
22:08 Li Stenbolê 8 HDP’î hatin girtin
19:20 Li Çiyayê Cûdî şewatek mezin derket
18:43 Rayeya OHAL’ê ya waliyan hat qebûlkirin
17:50 Hamzaoglu û Çelebî hatin berdan
17:34 Ji karsazê Kurd agahî nayê girtin û wesayîta wî terkkirî hat dîtin
17:19 HDP: Endamê me Kamîl Acar li ku ye?
16:31 Li Dîlokê mirinek bi guman: Keça min rastî tundiya hevjînê xwe dihat
16:04 Di OHAL'ê de li Wanê 13 hezar û 226 binpêkirinên mafan qewimîn
16:04 Bavê Cemîle tehliye bû
15:57 Serdozger serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kir
15:47 Navbera betlana edlî dan Nobeda Edaletê
15:42 Ji ber bertekan civîna ÇED’ê nehat lidarxistin
15:36 Di lêpirsîna Leyla Aydemîr de girtin
Bav: Agahiyek bi tenê jî nedane min
15:30 Dozger xwest polîsê 4 kes kuşt bê cezakirin
15:20 Midûrê polîsan: ‘Hûn ê nehêlin di bin çavan re li dewletê bê mêzekirin’
14:58 Hamzaoglu: Yek ji erkên sereke yên sedsala 21’emîn a mirovahiyê têkoşîna aştiyê ye
14:31 Piştî Rewşa Awarte li Amedê tiştek neguheriye
14:07 Rojnameger Adnan Bîlen derket pêşberî dadger
13:51 Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar a hatibû berdan dîsa hat girtin
13:38 Baroya Rihayê dê bibe mudaxilê lêpirsîna îstîsmarê ya li Sîwereg hat jiyîn
13:25 Rê û peyarê hilweşiyan û malên xelkê derizîn
13:13 Li Wanê 6 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin
12:48 Siyasetmedar parastinê kirin: Em ê her bêjin aştî
11:53 2 sal û 3 meh ceza li rojnameger Coşkun birîn
11:32 Li santrala termîkê hezan: 11 karker birîndar bûn
11:13 Yekem danişîna doza darizandina Hamzaoglu dest pê kir
11:01 Bavê Şivan Perwer jiyana xwe ji dest da
10:53 Ji ber teqînên li Kerkûkê 11 kes birîndar bûn
10:33 Hat îdiakirin ku Tirkiye ‘Tirkmenan’ çekdar dike
10:10 ‘Daxwazên gelên me ji bo me weke fermane û jêvenegere'
10:05 Li Antalyayê du kes hatin girtin
10:00 Tîmê taybet hevjîna xwe ya polîs kuşt
09:51 8 karker ji ber bêhna nexweş jehrî bûn
09:43 Li Dersimê amadekariyên festîvalê tên kirin
09:16 Zaroka ku dewletê xist bin parastinê 11 rojin agahî jê nayê girtin
09:15 Pirtûka li ser zarokên salên 90’î hatî nivîsandin: Hespê Şeytên
09:14 Çerkezoglu: Serokomar dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike
09:14 'Ger Wezareta Jinan tune be, em hene'
09:13 Stenbolî: Bi mayîndekirina OHAL’ê rojên tarî tên
09:12 Şaredariya Xelfetî, ji gilî û gazincên gel re girtiye
09:11 Li Licê hejmara sewalan daket 30 hezarî
09:10 Cotkar jî ji bihayê îsotan bi gazincin
09:10 Ji ber maddeya sifir biha dibe karê sifirkeriyê jî xelas dibe
09:09 Adnan Oktar û koma xwe hatin girtin