HDP’ê li Wanê ket kampê: Em ê xeta têkoşîna xwe diyar bikin

img
 
WAN – Parlamenterên HDP’ê li Wanê ketin kapma 3 rojan. Di roja ewil a kampê de jin li hev kom bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kampê de axivî û got: “Em ê di kampê de xeta têkoşînê diyar bikin. Em ê li dijî rejîma yekperest têkoşînek xurt a jinan bidin destpêkirin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo xeta polîtîk a siberojê diyar bike li Wanê dest bi kampa 3 rojan kir. Kampê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û parlamentere jin ên HDP’ê dest pê kir. Kamp li Otela Merît a li navçeya Artemêtanê ya Wanê pêk tê. Buldan axaftina vekirinê ya kampê kir û behsa girîngiya kampê kir û got: “Em ê di pêvajoya vê kampê de tiştê me kir û nekir û rîsk û talûkeyên li benda wan nîqaş bikin. Em ê di vê kampê de nexşêrêya xwe zelal bikin. Em ê xeta xwe ya têkoşînê diyar bikin.” 
 
33 CIWANAN BI BÎR ANΠ
 
Buldan di destpêka axaftina xwe de 33 ciwanên sosyalîst ên di Komkujiya Pirsûsê de di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê di encama teqîna DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: “Em carek din ji 33 ciwanên xwe re sersaxiyê dixwazin û ji malbatê wan re sebr û hedanê dixwazin. Li gel kul i welêt qêrîna edaletê bilind dibe jî lê bes hêj edalet pêk nayê. Qatilan dernexistin pêşberî darazê. Me şahidiya pêvajoyek kujer tên parastin kir. DAIŞ’ê bi hevkariya dewletê komkujî pêk anî û berpirsên komkujiyan dernexistin holê. Heke kujerên wê komkujiyê bihatana darizandin, dê komkujiyên li pişt wê pêk nehatana. Dibe ku 33 mirov ji nava me koç kiribin lê belê ew tu demê ji hişê me derneketine. Em carek din ji malbatan re sersaxî dixwazin.” 
 
PARTIYA TEMSÎLIYETA JINAN 
 
Buldan anî ziman ku wan di pêvajoyek dijwar a li welêt de hilbijartinek girîng derbas kirin û wiha dewam kir: “Me di serdema OHAL’ê de bi biryara rêveberiyek qet ne rewa di 24’ê Hezîranê de têkoşînek dijwar birêve bir. Hemû kesî têkoşînek bêhempa da. HDP bi serkeftinek mezin bendê hilweşand û bi ser ket. Di civîna 3 rojan de em ê hemû kêmasiyên xwe binirxînin û ev nirxandin jî berpirsyariya me. Di serdema OHAL’ê jinan jî li ber xwe da û bi nûnertiya ji sedî 38 encam bi dest xist û serkeftinek mezin e. Partiya herî zêde ku temsîliyeta jinan derxist HDP bû. Divê em diyar bikin ku me li gorî encama difikirî temsîliyeta jinê bi dest nexist. Lê serkeftina jinan jî li ber çavan e. Çimkî jin û ciwanan têkoşînek bêhempa dan. Em spasiya xwe ji hemû jin û ciwanan re û ji yên girtî re dikin. Em spasiya hemû rêxistinên jinan ên di hilbijartinê de piştevanî dan me jî dikin.” 
 
‘LI DIJÎ REJÎMA YEKPERESTÎ TÊKOŞÎNA MEZIN’ 
 
Buldan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyek dîrokî dikeve ser milê HDP’ê û wiha axivî: “Em li welêt bi rejîma dijminê jin û kedê re hevrû ne. Lê li dijî vê yekê rêxistinek jinan a xurt heye. Em ê li dijî rejîma yekperestî di rojên pêş de pêvajoya têkoşînek mezin bidin destpêkirin. Me xetek danî riya pêşiya xwe. Em ê vê xetê li pêş bixin. Wekheviya jin û zilaman me li her qada jiyanê xistiye meriyetê. Em soz didin jinan dê tu kes nikaribe peşkê li têkoşîna me bixe. Em bi her awayî li cem tengezarî û pirsgirêkên jinan in. Herî zêde jin di rojeva me de ne û em li maf û azadiya jinê xwedî derdikevin. Em bûn deng û hêza jinan. Ji vê gavê şûndetir hin bêtir erkên mezin dikevin ser milê me jinan. Erka mezinkirina muxalefeta demokratîk dikeve ser milê jinan. Di van rojên darî de pêdivî bi roniya jinê heye. Jin wê tu demê destûrê nede pergala faşîst a dîktatoryal. Em li silav û hezkirinên xwe ji Leyla Guven re dişînin. Divê demildest Leyla Guven bê berdan. Em hemû hevalên xwe yên bêhiqûqî girtî ne di nav xwe de dixwazin.” 
 
Piştî Buldan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

21/07/2018
14:06 ‘Em ê bi gelê xwe re rondikan jî bibarînin û keyfxweş jî bibin’
13:26 Bûldan: Em ê li cem malbatên xwe bin
12:47 Kamîl Açar: Kesên bi çek ez revandin
12:13 Sînor’a Menaf Osman hat weşandin
11:55 Girtiyê nexweşê pençeşêrê yê 70 salî rakirin nexweşxanê
11:28 ‘Gelo bi rabûna OHAL'ê re dê qedexeya bêdem a li Îmraliyê rabe?’
10:45 14 kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
10:23 Bi alaveke kevn dest bi dayîna dermanê Arînê kirine
10:00 Jina Botanê ya ku gelek êş kişand: Guler Tûnç
09:48 Hamas: Li Gazeyê agirbest pêk hat
09:13 Navê ku ji bo azadiya Kurdan têkoşiyaye: Simkoyê Şikak
09:05 ‘Divê mafê reda wijdanî bê nasîn’
09:03 'Divê tevdîra şewata daristanan bê girtin’
09:02 ‘Her roj bi heronan li ser me digerin’
09:02 ‘Qeyûm prototîpa desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2018'AN
20/07/2018
23:30 Karsaz Kamîl Acarê 2 roje wendabûn vegeriya mala xwe
23:15 DMME’yê ji bo Cizîrê biryara danişînê da
19:10 Daxwaza hevdîtina malbatan hat redkirin
18:21 Îdiayên di binçav û girtîgehê de îşkence pêk tên birin Meclîsê
17:13 Cara duyemîn êrîşî Goristana Yenîkoyê kirin
17:12 Feleknas Ûca: Êşa gel êşa me ye
17:06 Yolerî: Wê ev rêgeza teklîfê hêzê bide desthilatdariyê
16:19 ‘Em ê pêşiya berpirsyaran bernedin’
16:11 Bavê keça xwe li Pirsûsê winda kir: Gelo wijdana we rehete?
15:44 Şewata li Cûdî didome
15:36 Gelo Kamîl Acar ji aliyê kesên rûpoş û çekdar ve hat revandin?
15:27 ‘Lêpirsîna Tahîr Elçî digihîje kuderê?
14:53 Kesên li Pirsûsê hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:18 Bijîşkan tundî şermezar kirin
13:12 Berdevkê HDP’ê Oluç: Dixwazin OHAL'ê mayînde bikin
12:20 Sê sal derbas bûn, lê êşa wan weke duh e
12:13 2 kes li Hewag hatin binçavkirin
12:11 HDP’ê li Wanê ket kampê: Em ê xeta têkoşîna xwe diyar bikin
12:11 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:52 Parêzerê 44 salan: Daraz tu caran evqas neketiye bin zextan
11:24 Cenazeyê karkerê duyemîn ê dibin hezanê mabû hat dîtin
11:01 KCD'ê ji bo Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da
10:37 Der barê parlamenter Uca û Tiryakî de lêpirsîna cenaze
10:13 ‘Pergala bêhiqûqî, dê bi bêhiqûqiyên nû berdewam bike’
10:12 Malbatê cenaze teşhîs kir: Zarokên me ne bêkes in
09:58 OHAL'a li ser Bîrdariya Mafê Mirovan ranebû!
09:15 Dosyeyên lêpirsîna mirinên li Şirnexê kirin yek dosyeyek
09:14 ‘Em naxwazin Kuzguncuk ji dest me biçe’
09:13 Çêkirina yemeniyan ji bo wî eşqek e
09:11 Ji bo karê xwe 12 roj in di rojiya mirinê de ye
09:10 Prof. Etîler: Têgihîna nexweşiya hepatit C a nav civakê ji enfeksiyona wê talûketir e
09:08 Jin bo kampa havînê tên gel hev
09:06 Doza ‘Şer da destpêkirin’ ber bi kiryar ne diyarî ve diçe
09:04 Di navbera TSK û komên OSO de li her derê pevçûn heye
09:03 Bi hinceta parvekirinan heta 3 salan ceza hat xwestin
09:01 Sewqên girtiyan ên nexweşxaneyan tên derengxistin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2018'AN
19/07/2018
22:22 Wesayîta Acar ê agahî jê nayê girtin hat lêkolînkirin
22:10 Hamzaoglu û Çelebî ji girtîgehê derketin
22:09 Di hezana santrala termîkê de karkerek mir
22:08 Li Stenbolê 8 HDP’î hatin girtin
19:20 Li Çiyayê Cûdî şewatek mezin derket
18:43 Rayeya OHAL’ê ya waliyan hat qebûlkirin
17:50 Hamzaoglu û Çelebî hatin berdan
17:34 Ji karsazê Kurd agahî nayê girtin û wesayîta wî terkkirî hat dîtin
17:19 HDP: Endamê me Kamîl Acar li ku ye?
16:31 Li Dîlokê mirinek bi guman: Keça min rastî tundiya hevjînê xwe dihat
16:04 Di OHAL'ê de li Wanê 13 hezar û 226 binpêkirinên mafan qewimîn
16:04 Bavê Cemîle tehliye bû
15:57 Serdozger serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kir
15:47 Navbera betlana edlî dan Nobeda Edaletê
15:42 Ji ber bertekan civîna ÇED’ê nehat lidarxistin
15:36 Di lêpirsîna Leyla Aydemîr de girtin
Bav: Agahiyek bi tenê jî nedane min
15:30 Dozger xwest polîsê 4 kes kuşt bê cezakirin
15:20 Midûrê polîsan: ‘Hûn ê nehêlin di bin çavan re li dewletê bê mêzekirin’
14:58 Hamzaoglu: Yek ji erkên sereke yên sedsala 21’emîn a mirovahiyê têkoşîna aştiyê ye
14:31 Piştî Rewşa Awarte li Amedê tiştek neguheriye
14:07 Rojnameger Adnan Bîlen derket pêşberî dadger
13:51 Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar a hatibû berdan dîsa hat girtin
13:38 Baroya Rihayê dê bibe mudaxilê lêpirsîna îstîsmarê ya li Sîwereg hat jiyîn
13:25 Rê û peyarê hilweşiyan û malên xelkê derizîn
13:13 Li Wanê 6 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin
12:48 Siyasetmedar parastinê kirin: Em ê her bêjin aştî
11:53 2 sal û 3 meh ceza li rojnameger Coşkun birîn
11:32 Li santrala termîkê hezan: 11 karker birîndar bûn
11:13 Yekem danişîna doza darizandina Hamzaoglu dest pê kir
11:01 Bavê Şivan Perwer jiyana xwe ji dest da
10:53 Ji ber teqînên li Kerkûkê 11 kes birîndar bûn
10:33 Hat îdiakirin ku Tirkiye ‘Tirkmenan’ çekdar dike
10:10 ‘Daxwazên gelên me ji bo me weke fermane û jêvenegere'
10:05 Li Antalyayê du kes hatin girtin
10:00 Tîmê taybet hevjîna xwe ya polîs kuşt
09:51 8 karker ji ber bêhna nexweş jehrî bûn
09:43 Li Dersimê amadekariyên festîvalê tên kirin
09:16 Zaroka ku dewletê xist bin parastinê 11 rojin agahî jê nayê girtin
09:15 Pirtûka li ser zarokên salên 90’î hatî nivîsandin: Hespê Şeytên
09:14 Çerkezoglu: Serokomar dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike
09:14 'Ger Wezareta Jinan tune be, em hene'
09:13 Stenbolî: Bi mayîndekirina OHAL’ê rojên tarî tên
09:12 Şaredariya Xelfetî, ji gilî û gazincên gel re girtiye
09:11 Li Licê hejmara sewalan daket 30 hezarî
09:10 Cotkar jî ji bihayê îsotan bi gazincin
09:10 Ji ber maddeya sifir biha dibe karê sifirkeriyê jî xelas dibe
09:09 Adnan Oktar û koma xwe hatin girtin