STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re hevdîtin bikin bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwişka wî Fatma û birayê wî Mehmet Ocalan û vasisê Ocalan Prz. Mazlum Dinç, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Hamilî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayrî Konar birayê wî Alî Konar û ji malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi armanca bi xizmên xwe re hevditin bikin bi riya parêzeran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ên siyasî ji 11'ê ÎLona 2016'an hetaniha 84 caran serî li serdozgeriyê dan, lê serlêdanên malbatan bi hincetên “Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” her tim hatin redkirin.